ÎHD, OHD û Baroya Wanê çûn Qelqeliyê 2023-09-02 20:24:16   WAN - Heyeta ku ÎHD’a Wanê, OHD’a Wanê û Navenda Mafê Mirovan a Baroya Wanê ava dibû çûn gundê Çamîlî ya Qelqelî ya Wanê ku bombebaran lê hatibû jiyîn û lêkolîn kirin.   Li gundê Çamîlî ya Qelqelî ya Wanê di êrîşa hatibû jiyîn de du kesî jiyana xwe ji dset dabû û sê kes jî birîndar bibû. Kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê û Navenda Mafê Mirovan a Baroya Wanê piştî  bombebarankirinê çûn gund û lêkolîn kirin. Heyeta çû gund bi gundiyan re hevdîtin kir.    Parêzera ÎHD’ê Jiyan Ozkaplan li ser navê heyete axivî û diyar kir ku piştî bûyera li gund heyetek ava kirine û hatine cihê bûyerê û li wir faliyetên şopandinê kirine. Jiyanê got wêne kişandine û agahî girtine û rapora ku amade bikin wê bi rayagiştî re parve bikin.