Dayikên Şemiyê ber bi Meydana Galatasarayê ve meşiyan 2023-09-02 12:01:48   STENBOL - Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê tevî hemû astengiyan di hefteya 962'yan a çalakiya xwe de ber bi Meydana Galatasarayê ve meşiyan. Peyama em dev ji lêgerîna xizmên xwe bernadin hat dayin.    Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê tevî hemû astengiyan di hefteya 962'yan a çalakiya xwe de ber bi Meydana Galatasarayê ve meşiyan. Du meşên cuda hatin kirin. Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê ji bo li aqubeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin têkoşîna xwe didomînin.    Beşdariyeke xurt   Gelek kes tevlî çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê bûn. Li ser biryara "qedexe ye" ya Qeymeqamtiya Beyogluyê gelek polîs vê hefteyê jî hemû kuçeyên derdikevin qadê girtin.    Dayikên Şemiyê dev ji têkoşîna xwe bernadin   Tevî ku Dadgeha Destûrî  (AYM) biryara "îhlalê" daye jî ev 22 hefte ye ku ketina Meydana Galatasarayê li Dayikên Şemiyê tê astengkirin. Gelek kes vê hefteyê tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê bûn. Dayika Şemiyê Hanife Yildiz, Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleri, endamên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê, parêzvanên mafên mirovan, li ber Taxa Fuat Uzkınay hatin gel hevdu. Li vir girseyê xwest ber bi meydanê ve bimeşe lê belê polîsan girse dorpêç kirin. Girseyê bertek nîşanî vê bêhiqûqiyê da. Polîsan bi awayekî berovajî destên çalakvanan kelepçe kirin û ew kirin bin çavan. Di vê navberê de Dayika Şemiyê Hanife Yildiz a kurê wê Murat Yildiz di bin çavan de hat windakirin diyar kir ku ew ê dev ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernede.    'Wê biryara qedexeyê nikaribe têkoşina xizmên windayan asteng bike'   Komeke çalakger xwestin li Meydana Galatasarayê çalakiyê li dar bixin. Keça Fehmi Tosun ê di 1995'yan de hat windakirin, Besna Tosun biryara AYM'ê bi bîra polîsan xist û da zanîn ev mudaxale bêhiqûqî ye. Polîsan jî ji Besnayê gotin qeymeqamtiya Beyogluyê qedexe kiriye. Besnayê da zanîn ev biryara ji bo Dayikên Şemiyê bi awayekî bêhiqûqî hatiye dayin. Her wiha got kelepçeya berovajî sûcê mirovahiyê ye. Piştre Besna û girseyê da zanîn wê biryara qedexeyê nikaribe têkoşina xizmên windayan asteng bike.    Heqaret li rojnamegeran hat kirin   Rojnamegerên çalakî dişopandin ji aliyê polîsan ve lêdan xwarin. Polîsan rojnameger ji dorpêçê derxistin û demek dirêj girse di nava dorpêçê de ma. Di vê navberê de hinek esnafên li derûdorê rojnameger kirin hedef û heqaret li wan kirin.    Bi kelepçeya berovajî hatin binçavkirin   Polîsan bi kelepçeya berovajî çalakvan kirin bin çavan û kesên derûdorê yên bertek nîşanî polîsan dan ji qadê hatin dûrxistin. Nehat zanîn ka 20 kesên di çalakiyê de hatine binçavkirin birine ku derê.