Dayîkên Aştiyê: Ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin 2023-08-31 09:05:21   Rojda Aydin   WAN - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Wanê, der barê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de de axivîn û gotin dayîk her gav ji bo aştiyê destên xwe dirêj dikin, lê dewleta tirk destên xwe dirêj nake. Dayîkan, xwest ku dewleta tirk dawî li vî şerî bîne û bang li her kesî kirin ku ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin.    Îsal jî di 1’ê Îlonê de Roja Aştiyê ya Cihanê de ji ber şerê tê meşandin êş tên kişandin û li alyekî jî li dijî vî şerî ji bo birîn bên dermankirin û xwedî derketina li jiyanê têkoşîn tê dayîn. Li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê bi salan e jin ji bo aştiyeke mayînde di nava tevgerê de ne. Jinên kurd, tevî hemû komkûjî û şerên ku tên kirin jî hêviya xwe ya aştiyê winda nekirine. Dayîkên Aştiyê ku zarokên wan di encam şer de jiyana xwe ji dest dane, li gel êşa dilê xwe dest ji xwedîderketin û banga xwe ya ji bo aştiyê bernadin.    Bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Dayikên Aştiyê yên Wanê  ji aşjansa me re axivîn   ‘Em destên xwe dirêjî aştiyê dikin’   Pêrîşan Aslan, anî ziman ku ew bi salan e daxwaza aştiyê û jiyanek azad dikin û bi lêv kir ku ji bo jiyanek aştiyane li her derê ne. Pêrîşanê,  wiha dewam kir: “Êdî bes e ji kuştin û girtinê re. Em hertim banga aştiyê dikin. Em destên xwe dirêjî aştiyê dikin. Lê belê dijmin destên xwe dirêjî me nake. Ev meha aştiyê ye û em jî aştiyê dixwazin. Bila êdî tu kes neyê kuştin. Êdî bes e. Heta kengî ev şer dê dewam bike? Heta kengî dê gel bê kuştin? Ma em ê hertim bên kuştin? Dewletên dinê ji bo gelê xwe her tiştî dikin. Lê Dewleta tirk her gav gelê xwe dikûje û şer dimeşîne. Dewleta tirk ji bo gel tu tişt nekiriye. Îro hemû dewlet li dijî me kurdan e û bi dewleta tirk re bûne yek. Ew jî dixwazin em kurd bên tunekirin.  Li dijî vê kuştin û şerê heyî jî dîsa em dibêjin aştî û destê aştiyê dirêj dikin. Êdî bila bes dayik bigirîn. Bila ev kuştin bê bidawîkirin. Daxwaza dewleta tirk ew e ku Gelê Kurd bi şer tune bike. Dixwazin nasnameya kurd tune bikin. Li gelek welatan gelek ziman bi awayê fermî tên bikaranîn. Çima li ser vê xakê zimanê kurdî nikare bijî? Em bang li dewleta tirk dikin ku êdî vê dawî li vê zilmê bîne.”   ‘Dewlet dibe sedema mirina dayîkan’   Pêrîşanê, destnîşan kir ku dewlet Tirk li her derê gelê Kurd qetil dike û şer dimeşîne û wiha pê de çû: “ Gelek dayîkên ku bi salan e lêgerîna aştiyê dikin di vê rêyê de an jiyana xwe ji dest didin an jî tên girtin û dikin girtîgehan. Li Geverê du dayîkan ji ber vê zilmê jiyana xwe ji dest dan. Dayîkan ji xeynî aştiyê tu tiştek din nexwastiye. Dayîk dibêjin bila şer bê bidawîkirin û kes neyê kuştin. Ev dewlet dibe sedema mirina dayîkan. Heta ku em hebin em ê aştiyê bixwazin. Ew her zilmê li me bikin jî em ê dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin. Em dayîkên aştiyê ne. Êdî naxwazin zarokên me bên kuştin. Em ê dayîk dawî li vê zilmê bînin û aştiyê pêk bînin. Îro êrîşî Rojava û Başûr dikin. Bi balafiran êrîşî gelê kurd ên li wir dikin û qetil dikin. Bila ev şer bê sekinandin.”   ‘Divê hemû kes destên xwe ji bo aştiyê dirêj bike’   Rabîa Algor jî got ku ew ne bi tenê roja 1’ê Îlonê li berxwe didin her roj têkoşîna xwe dimeşînin û diyar kir ku ew bi salan e her 1’ê Îlonê pîroz dikin û daxwaza xwe ya aştiyê dûbare dikin. Rabîa, da zanîn ku ew ne bi tenê ji bo Gelê Kurd ji bo tevahiya gelan aştiyê dixwazin û wiha domand: “Em ji bo hemû gelan aştiyê dixwazin. Êdî bes e ji kuştinê re. Em wek Dayîkên Aştiyê bi salan e daxwaza aştiyê dikin. Her ku şer tê kirin û zarok tên kuştin dilê dayîkan dişewite. Hemû zarokên me ne. Ji ber ku hemû zarokên dayîkên xwe ne. Ji bo ev şer bê sekinandin jî em têkoşînê didin û azadiyê dixwazin. Ne bi tenê Gelê Kurd divê hemû gelên dinê jî aştiyê bixwazin û ji bo vê yekê bikevin nav têkoşînê. Aştî bi vî awayî encax dikare pêk were. Em mirovên aştîxwazin. Em ji xeynî aştiyê tu daxwaziyek din nakin. Mafê me jî heye ku di nav aştiyê de bijîn. Em kurd hene û li her deverê cihanê ne. Divê ev yek bê qebûlkirin. Çi ji me dixwazin?”   ‘Divê em yekîtiya xwe ava bikin’   Rabîa, destnîşan kir ku ji bo aştî pêk bê divê hemû Gelê Kurd hêza xwe bike  yek û yekîtiya xwe ava bike. Rabîayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Kurd bila di nav xwe de jî aştiyê pêk bîn û destên xwe dirêjî aştiyê bike. Divê destpêkê em di nav xwe de yekîtiya xwe ava bikin. Ger ku di serî de me dest bida hevdû dê îro aştî pêk hatibûya. Bila kurd xiyanetê li hev nekin. Bi taybetî jî xiyaneta herî mezin Barzanî dike. Barzanî çima vê xiyanetê dike? Dema Barzanî bi ser ket em gelek kêfxweş bûn. Ji ber ku me digot kurd bi ser ketin. Lê belê îro xiyanetê li me kurdan dike. Divê destpêkê de Barzanî destên xwe ji bo aştiyê dirêj bike. Bi saln e me  dest bi vê têkoşînê kiriye û daxwaza aştî û azadiyê dikin. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Dema ku partiyên kurd xiyanetê li Gelê Kurd dikin dilê me diêşe. Me doza aştiyê kir, lê ev yek nehat qebûlkirin. Lê heta dilopek xwîna me hebe em ê dev ji daxwaza xwe ya aştî û azadiyê  bernedin. Heta kurdek hebe em ê daxwaza xwe ya aştî û azadiyê bidomînin.”