'Bi hatina Roja Aştiyê ya Cîhanê em azadiya rêberê xwe dixwazin' 2023-08-31 09:04:20     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê bi hatina 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê re daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dubare kirin û wiha gotin:"Bi hatina Roja Aştiyê ya Cîhanê em azadiya rêberê xwe dixwazin."   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind tê ragirtin, zêdetirî 30 meh in tu agahî nayên girtin. Bi nêzbûna 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê re jinan bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî tecrîdê û daxwaza ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîsa anîn ziman. Endama Komîngeha Pakrewan Gulê Selmo, Zelîxa Şêx Qenber û Endama Komîngeha Pakrewan Gulê Selmo, Heyat Şêxo li ser mijara tecrîdê wiha gotin:" Em weke jinên ku me xwe bi riya fikir û ramanên Rêbertî nas kir û têkoşîn da, em ê têkoşîna xwe bidin dewamkirin. Heta rêberê me azad nebe em ranawestin."   'Cîhan çima bêdeng e? '   Endama Komîngeha Pakrewan Gulê Selmo, Zelîxe Şêx Qenber da zanîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her tim daxwaza aştî û azadiyê dike û wiha got:"Ne mafê tu kesî, rêxistin û dewletan e ku îro rêberekî ji bo aştiya cîhanê tevî bang dike, bigirin û tecrîdeke giran li ser were ferzkirin. Bi taybet bi hatina 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku ji bo aştiya hemî mirovan hatiye binavkirin, îro hemî dewlet li hemberî bêmafiya ku derheqê Rêber Abdullah Ocalan tê kirin, bêdeng in, çima? Roja Aştiyê ya Cîhanê, ji bo hemî mirovan e lê ji bo rêberê me kes daxwaza azadiya wî nake. "   'Mafê me ye ku em agahiyekê ji rêberê xwe bigirin'   Derbarê mafê Abdullah Ocalan ê hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî re, Zelîxeyê ev tişt anî ziman:"Ev bû du sal in ku tu agahî ji rêbertî nayê girtin û qedexekirine ku xizm û parêzer jî derbasî gel rêbertî bibin. Bi vî awayî îro em ji rewşa rêberê xwe bê agahî ne. Mafê rêbertî ye ku îro hevdîtinê bi parêzer û malbata xwe re bike û mafê me ye jî em rewşa wî bizanibin. "   'Rêbertî banga azadiya hemî netewan dike'   Wiha Zelîxeyê bal kişand ser ramanên Abdullah Ocalan ên ji bo aştî û azadiya tevahî cîhanê û got:"Rêberê me bi fikir û ramana xwe ya aştîxwaz û bi dayîna projeya netewa demokratîk daxwaza azadkirina tevahî netew û gelên bindest dike. Ne tenê ji bo xwe û civaka kurd e, di heman demê de ji bo azadkirina jinan a ji nav zincîrên koletiyê, ji desthilatdarî û zihniyeta baviksalarî îro ramanên xwe li tevahî cîhanê daye belavkirin. "   'Pêwîst e CPT bi erka xwe rabe'   Zelîxeyê bi bangawaziya xwe ya ji bo rêxistina CPT'yê wiha dewam kir û got:"Em weke gelên ku bi fikir û ramanên rêbertiyê ji koletiyê rizgar bûne, banga me ji bo tevahî rêxistinên mirovî û bi taybet li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) heye ku li hemberî bêmafiya ku îro derheqê rêberê me de tê kirin, bertekek xwe ya tund bidin nîşandan, da ku ev tecrîd rabe û rêberê me were azadkirin. "   'Heta mîsogerkirina azadiya Rêbertî têkoşîna me dewam e'   Di dawiya axaftina xwe de Zelîxeyê da zanîn ew ê têkoşîneke wan a mayinde ji bo têkbirina tecrîde hebe û wiha got:"Wekî jin em ê,  her li ser fikir û ramana Rêber Abdullah Ocalan bin û bi riya felsefeya wî têkoşîna xwe bidin dewamkirin. Heta ku em Rêberê xwe di nava xwe de dibînin." 'Tecrîd li ser rêbertî berdewam e'   Endama Komîngeha Pakrewan Gulê Selmo, Heyat Şêxo ji ajansa me re derbarê heman mijarê de axaftina xwe kir û got:"Roja Aştiyê ya Cîhanê nêz dibe. Rêberê me jî yek ji sazkar û daxwazê aştiyê ya ji bo hemî gel û netewan e, lê belê îro di navbera çar dîwaran de bi komployeke navneteweyî hatiye girtin û nêzî sê sal in ku tu agahî jê nayê girtin."   'Heta rêberê me azad nebe em ranawestin'   Di dawiya axaftina xwe de Heyatê bang li rêxistina CPT'yê kir ku bi erka xwe ya li hemberî rêberê aştiyê rabin, parêzer û malbata wî derbasî gel wî bibe û wiha got:" Em weke jinên ku me xwe bi riya fikir û ramanên Rêbertî nas kir û têkoşîn da, em ê têkoşîna xwe bidin dewamkirin. Heta rêberê me azad nebe em ranawestin."