Ji bo mîtînga Roja Aştiyê ya Cîhanê bang kirin 2023-08-30 10:28:07     AMED - Jinên ji bo mîtînga 1'ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê wê li Meydana Îstasyonê bê lidarxistin, bang kirin wiha gotin:"Ji bo em hîn zêdetir li aştiyê xwedî derkevin û polîtîkayên şerê taybet vala derxin em derkevin qadan. Ev gelekî girîng e. "   Bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li cîhanê gel ji bo derkevin qadan û li dijî polîtîkayên şerê taybet daxwazên xwe bînin ziman, amadekariyê dikin. Li bajarên Kurdistanê jî bi vê çarçoveyê xebat tên meşandin. Wê di Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Meydana Îstasyonê ya Amedê mîting bê lidarxistin. Bi vê munasebetê jinên siyasetmedar ji bo mîtînga wê li Meydana Îstasyonê ya Amedê saet di 16.00'an de bê lidarxistin, bang kirin.   'Ji bo em ji dayikan re bibin deng'   Berdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekin, da zanîn wê di 1'ê Îlonê de azadiyê biqêrin û wiha got:"Li erdnîgariya Kurdistanê ev 40 sal in şîdet û şer heye. Herî zêde jî jin ji vê travmaya şer û tundiyê diqeherin. Di vî emrê bi xwîn û hêsirên tên barandin derbas dibe de herî zêde jin diqeherin. Şahid û kirdeya vê pêvajoyê jin in. Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ji bo li vê erdnîgariyê aştî desthilatdar be têkoşînê didin. Ev têkoşîn jî vê yekê piştrast dike. Loma ji bo em bibin dengê jinên keça xwe, lawê xwe, hevjînê xwe di vê oxirê de winda kirine em gelê xwe vedixwînin mîtinga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê."   'Em mecbûr in li dijî şer dengê xwe derxin'   Parlamentera Partiya Çep a Kesk Adalet Kaya, banga tevlîbûna ji bo mîtinga 1'ê Îlonê ya li Meydana Îstasyonê kir û wiha pê de çû:"Divê jin, ciwan li qada mîtîngê li dijî şer helwestekê nîşan bidin. Em li tu derê jiyana xwe şer naxwazin lê belê ji ber polîtîkayên tundiyê li kuçe û mala me her tim şer heye. Loma girîng e. Divê her kes li qada mîtîngê bin. Ji bo em hêviya aştiyê mezin bikin divê em herin qada mîtîngê."   'Ji bo em rêxistinbûyina xwe nîşan bidin em herin Meydana Îstasyonê'   Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Ceylan Akça Cupolo da zanîn ji bo em rêxistinbûyina xwe nîşan bidin em herin Meydana Îstasyonê û wiha got:"Bi sed salan e şêwazeke jiyanê li gelê kurd ferz dikin. Ev şêwaza jiyanê jî li çiyayên me wekî kalekol, li kolanên me wekî wesayitên zirxî, li girtîgehan wekî girtiyên siyasî derdikeve pêşberî me. Ji bo em bêjin em vana qebûl nakin ez her kesî vedixwînim mîtînga 1'ê Îlonê ya li Meydana Îstasyonê."