Em dest ji têkoşîna xwe bernadin 2023-08-30 09:04:23     Elfazi Toral   STENBOL - Di 22’ê tebaxê de Dayikên Aştiyê ku dema ji bo îfadeyê bidin ji Geverê diçûn Colemêrgê qeza kirin û di qezayê de dayikên Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk jiyana xwe ji dest dan.  Dayikên Aştiyê yên ku mîrateya hevalên xwe dewr girtin wiha gotin: “Em ê heta dawî têkoşîna wan bimeşînin. Riya wan riya me ye. Em ê her tim di wê rêyê de bin. Em ê her tim aştiyê bînin ziman."   Polîtîkayên şer yên AKP-MHP’ê her diçin giran dibin û li dijî van polîtîkayan têkoşîn didome. Dayikên Aştiyê jî li dijî van polîtîkayan qadan terk nakin û yekane daxwaza wan aştî ye. Dayikên Şemiyê ku li dijî zextan serî natewînin herî dawî li Colemêrgê bi îşkencê re hatin rû hev.   Di 15’ê tebaxê de li Colemêrg û navçeyên wê bi ser malan de hat girtin û 23 kes hatin binçavkirin. Li aliyê din di 22’ê tebaxê de ji bo îfadeyê bidin dozgeriyê Dayikên Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk û parêzer Erdal Safali di vegerê de qeza kirin. Di qezayê de Adalat Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk jiyana xwe ji dest dan. Dîsa Garîbe Aslan ya di 18’êTebaxê de çû hevdîtina kurê xwe yê li girtîgeha Hejmar 2 a Xerpêtê  di vegerê de li Qoserê qeza kir û jiyan axwe ji dest da. Kesên dema li dijî êrîşên desthilatdariyê têdikoşin û jiyana xwe ji dest didin nemir dibin û hevalên wan têkoşîna wan dewr digirin.   Endam Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re nirxandin kirin.   ‘Plana dewletê’   Dayika Aştiyê Revşan Dînar ji bo malbatên kesên li Geverê jiyana xwe ji dest dane sersaxî xswest û got qezaya ku dayikê aştiyê di encamê de jiyana xwe ji dest dane ‘plana dewletê’ ye û got: “Yekane daxwaza dayikan aştî û edelet bû. Dayik naxwazin tu kes bimirin. Em dayik ji bo zarokên Kurd û her kesî têdikoşin. Daxwaza me aştî ye. Em ji 1990’î heta niha têdikoşin. Hemû dayik yekin. Rondikên hemû dayikan yek e.  Dayikên Kurd terorîst îlan dikin. Êrîşên wan her tim çêdibin. Çawa ku wê rojê gazî dayikan kirin ku îfadeyê bidin û piştre qeza derbas kirin. Ev plaanek dewletê ye. Em vê ji wan serbixwe nabînin.”   ‘Em ji bo her kesî aştî û demokrasiyê dixwazin’   Revşanê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelan, dayikan kir ku van polîtîkayan qebûl nekin û wiha dawî lê anî: “Dewlet li ser gel polîtîkayên înkar û îmhayê ava dike. Dewlet her diçe biçûk dibe. Gel ji ber polîtîkayên dewletê hatiye astek wisa nikarin pariyek nan bibînin. Dewlet bi van polîtîkayan hewl dide gel biqedîne.  Ev 30 mehe tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Di bin tecrîdek giran de ye. Vê tercîdê bandor li ser hemû Tirikyeyê kiriye. Edelet ji bo her kesî divê hebe. Em ji bo her kesî aştî û demorkasiyê dixwazin. Nikarin bi gelê Kurd şûnde gavê bidin avêtin. Dayikên Aştiyê naxwazin rondikarin bibarînin û şer naxwazin. Ji bo vê têdikoşin û tu carê wê dest ji têkoşînê bernedin. Ez ji her kesî re serkeftinê dixwazim.”   Mîrateya hevalên xwe dewr girt   Dayika Aştiyê Perîhan Akbulut destnîşan kir ku dayikên aştiyê yên jiyana xwe ji dest dane ji ber zilma desthilatdariyê jiyana xwe ji dest dane. Perîhanê berteka xwe wiha anî ziman: “Em ê têkoşîn û berxwedana hevalên xwe bidomînin. Em ê heta dawî têkoşîn û mîrateya wan bidomînin û li erdê nehêlin. Rêya wan rêya me ye. Em ê her tim di wê rêyê de bin. Em ê her tim aştiyê biqîrin. Ji ber dayikên Kurd tu carê şer nexwestine, aştî xwestine. Ji ber aştî mirovahî ye. Rondikên hemû dayikan wekhevin. Em bi vê hişmendiyê tevdigerin. Bi salane di encama êrîşên desthilatdariyê de bi hezaran ciwanên Kurd hatine qetiklirin. Bi polîtîkayên têkbirin û çewisandinê dixwazin gel tûne bikin. Gelê Kurd bi salane têdikoşe. Li vî welatî pirsgirêka Kurd heye. Doza Kurd heye. Ev pirsgirêk ne bi hilbijartin ne bi polîtîkayek din çareser nabe. Ancax bi aramî û kêfxweşiyê aştî bê.  Em dayik dixwazin aştî hebe zarokên me ligel me bin. Bila her kes destê xwe bide ser wijdana xwe. Dawî li van pêkanînan bê.”   Ev ne qezaye komkujî ye!   Dayika Aştiyê Bîrgul Muhîkanci jî daxuyand ku dayik têkoşînek bêdawî dimeşînin û nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Em bi têkoşînê li dijî komkujiyên dewletê li berxwe didin. Her dayikek ji bo zarokên xwe û gelê xwe têdikoşe. Dibêjin dayik di qezayê de mirine. Lê dayik di encama polîtîkayên şerê taybet de jiyana xwe ji dest didin.  Ev ne hiqûq e, ev komkujî ye. Em ê têkoşîna dayikên li Geverê jiyana xwe ji dest dane bidomînin. Em êşa wan ji kûrahî hîs dikin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye, îradeya wan îradey ame ye.”