‘Axaftina tecrîdê wê me bigihîne encamên erênî’ 2023-08-30 09:03:04     RIHA - Parêzera OHD’yî Ayşe Şehrîban Demîrel der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bandora tecrîdê ya li ser hemû aliyan de axivî û wiha vegot: "Heta ku muxalefeta civakî li dijî pergala tecrîdê deng bilind neke wê binpêkirinên mafan zêdetir bin. Lê axaftina tecrîdê wê bihêle ku serlêdanên me bigihêjin encamekê. "   29 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên gel wî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayê girtin. Li her alî tecrîda giran tê protestokirin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tê xwestin. Bi hezaran parêzerî heta niha ji bo hevdîtinan serlêdan kirin. Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD)  parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel der barê mijarê de axivî û da zanîn ev dijhiqûqî wê bi derxistina deng bi dawî bibe.   ‘Îşkence û tecrîda giran’   Şehrîbanê da zanîn ku tecrîd ne pêvajoyeke 4 salên dawî ye û ev 24 sal in tecrîd li Îmraliyê didome. Şehrîbanê daxuyakirin ku Tirkiyeyê mafên hiqûqî, normên hiqûqî yên navneteweyî tune hesibandiye û wiha dirêjî dayê: “Tecrîd binpêkirina maf a cidî ye. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li hemû girtîgehan û li ser hemû civakê belav bûye.”   ‘Divê kontrolek bi bandor hebe ku beramberiya xwe bibîne’   Şehrîbanê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser helwesta Ewropayê ya li hember daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “CPT rêxistineke ku welatên serdest ava kiriye. Ev pergal ji bo kontrola pergala îşkenceya li Îmraliyê tê jiyîn raporê amade nake biryarên erênî nade. Tevî vê di demek nêz de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê der barê Abdullah Ocalan de biryara ‘mafê hêviyê’ da. Komîteya Mafê Mirovan a Yekbûyî ji bo hevdîtina bi Birêz Ocalan re biryar da. Lê Tirkiye bi hincetên cuda vê asteng dike. Divê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê bi awayekî bi bandor kontrolê pêk bîne ku beramberiya vê hebe.”   ‘Serlêdan bê encam dimînin’   Şehrîbanê her wiha daxuyakirin ku tecrîd ne pirsgirêka OHD û saziyên maf û hiqûqê ye, tecrîd Wezareta Dadê û baroyan jî eleqeder dike û wiha vegot: “Li Tirkiyeyê atmosfera siyasî û pêkanînên faşîst dibe sedema ku serlêdan encamên erênî negire. Me wek OHD’ê bi kampanya îmzeyan û serlêdanên ji bo hevdîtinê pêk anîn. Dîsa baroyan ji ser şaxên OHD’ê serî li Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê dan û baro jî di vê mijarê de ketin tevgerê. Tecrîda niha pêk tê ne tenê di rojeva Kurdan de ye. Pergala li wir binpêkirina mafan pêk tîne. Ji ber vê encamên serlêdanên me di vî alî de girîng in.”   ‘Axaftina tecrîdê bûye sûc’   Şehrîbanê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandor li ser hemû aliyanên civakê û muxalefetê kiriye. Di demeke nêz de rojnameger Merdan Yanardag ji ber der barê tecrîdê de axivî  hat girtin. Rexnekirina tecrîdê bû mijara sûc. Lê ev bi tu awayî nikare bibe mijara sûc. Ji ber vê jî bilindkirina deng a li dijî tecrîdê, zêdetir axaftina tecrîdê wê encamên erênî derxe holê û wê serlêdanên me bi erênî bi encam bibin.”   Bersiv ji Wezareta Dadê nehat    Şehrîbanê destnîşan kir ku wek Navenda Giştî ya OHD û şaxên din, OHD’a Rihayê jî  serî li Baroya Rihayê dane lê hîna bersivek negirtine. Şehrîbanê wiha dawî lê anî. “Me ji ser baroyan serî li yekîtiya Baroyan û wezareta dadê da. OHD’a Rihayê serî li Baroya Rihayê da. Lê bersiv ne ji baroyê ne jî ji wezareta dadê nehatiye. Li dijî tecrîdê divê em deng derxin. Di rewşa deng neyê derxistin de wê binpêkirinên mafan zêde bibin. Divê civak bi vê hişmendiyê li dijî binpêkirina mafan dengê xwe bilind bike.”