Ekîn Yeter: Îmralî li gor pergala tecrîdê hatiye sazkirin 2023-08-29 09:04:03     Rojda Aydin   WAN - Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter, destnîşan kir ku ji 99’an şûnde tecrît hatiye kûrkirin û bilêv kir ku Girava Îmraliyê li gorî pergala tecrîdê hatiye sazkirin. Ekînê, diyar kir ku tecrît îro gihîştiye asta herî jor û got ku daxwaza wan civakek azad a jina ekolojîk û demokratîk e.      Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe û bi vê yekê re pirsigirêkên civakî jî zêde dibin. 29 meh in ku ji Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin û tecrîda li ser dewam dike. Ligel hemû serlêdanên parêzer û malbatê jî tu bersiv nayê dayîn. Gelek caran hevdîtinên parêzeran jî bi hinceta “cezayê disîplînê” tên astengkirin. Li dijî pirsgirêkên ku tên jiyîn civak wek çareseriyê rêya netewa demokratîk nîşan dide û di vê çarçoveyê de çalakî û bangawaziyên gel û saziyan berdewam dikin.     Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter, der barê tecrîda ku giran dibe de axivî.   Ji 1999’an şûnde tecrîd hat kûrkirin   Ekînê, anî ziman ku di sala 1999’an de piştî ku Abdullah Ocalan hat girtin şûnde pêvajoya tecrîdê dest pê kiriye û ev pêvajo li gor pêvajoya siyesetê kûrtir bû û dem bi dem jî bi pêşketina mûxalefetê re ev yek hat sistkirin. Ekînê, bi bîr xist ku di sala 2019’an de çalakiyên grevên birçûbûnê û çalakiyên cur bi cûr hatibûn lidarxistin û wiha got: “Ji ber ev çalakiyên grevên birçîbûnê tecrît bi awayekî hat sistkirin. Lê belê em dikarin bibêjin ku ev 12 salin tecrîdek mûtleq tê meşandin. Di van 12 salan de bi tenê 5 caran hevdîtinên parêzeran pêk hatin. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de hevdîtina telefonê hatibû kirin û hatibû qûtkirin. Lê belê sedema qûtkirina telefonê hîn nehatiye aşkerekirin. Ji wê demê vir ve hem ji Birêz Ocalan û hem jî ji 3 girtiyên din ên siyasî tu agahî nayê girtin. Helbet hem di civakê, hem di rêxistinên sivîl û partiyên siyasî de li ser tecrîdê nirxandin tên kirin û rojevên hemûyan de ne. Ev rojev bi taybetî dî ser parêzer û malbatên ku serlêdanên dikin re tên rojevê. Lê ev di heman demê de daxwaza me ye jî. Lê ev girtîgeh li gorî pergala tecrîdê hatiye avakirin û tenê bi daxwazê wê neyê guhertin. Ji girtîgehên din xweser ji bo kesekî bi tenê bigirin hatiye avakirin.   Her wiha mekanîzmayên hiqûqê li vê derê nayên pêkanîn. Bi vê yekê re em dibin şahidê kûrbûna pergala tecrîdê. Ji xwe bi avabûna vê girtîgehê re tecrîd ket meriyetê.”   ‘Tecrît îro gihîştiye asta herî jor’   Ekînê, destnîşan kir ku ne bi tenê malbat û parêzer her wiha destûr nayê dayîn ku rêxistinên mafên mirovan ên xweser jî serdana Îmraliyê bikin û diyar kir ku destûr nayê dayîn ku name bişînin û bi vê yekê re mafê wan ê têkiliyê tê astengkirin. Ekînê, da xuyakirin ku ev hemû pêkanînên tecrîdê ne û wiha axivî: “ Em li ser rewş û tendûristiya girtiyên li Îmraliy tu agahiyê nikarin bigirin. Tecrît îro gihîştiye asta herî jor. Divê daxwazên me jî wek tecrîdê zêdetir û kûrtir bin. Tecrît ne di mevzûatên Tirkiyeyê û ne jî yên peymanên navneteweyî de cih nagire û ev yek nayê meşrûkirin. Ev tecrît li dijî înfaz, Qanûna Bingehîn, Peymana Mafên Mirovan  û hemû peymanên navneteweyî ye. Mekanîzmayên dewlet her carê di demên berê de ev pêkanîn bi hinceta ‘koster xirabe ye’ dikir. Lê di van demên dawiyê de jî vê yekê bi ‘cezayê disîpînê’ pênase kir. Di vê li dijî van pêkanînan nirxandinên hiqûqî bên kirin. Dewlet û îktîdara siyasal dixwazin tecrîdê wekî ku tune ye bidin nîşandan. Mînak em dozên kesên ku dixwazin tecrît bê rakirin dişopînin û ve yek di îdîanameyan de wek tecrît nayê nivîsandin. Di îdîanameyan de wek ‘qaşo tecrît’ dinivîse. Wekî ku tecrît tune ye nîşan didin û dixwazin di nava civakê de vê ferasetê belav bikin. Lê belê rastiyek bi vê rengî heye; hem di qanûna înfazê û hem jî di rêziknameyên qanûna înfazê de heye. Gelo ev cezayê disîplînê di encama kîjan pêkanînê de tê dayîn? Ji bo vê  tu tiştek nehat gotin.  Bi awayek keyfî çawa dikarin cezayê disîplînê bidin? Ev yek bi nêzîkatiya dewletê ya bi hiqûqê re girêdayî ye. Dewlet ji bo kûrkirina tecrîdê cezayê disîplînê ji xwe re wek amûrek dixwaze b ikar bîne. Lê hem di aliyê hiqûqnasan û hem jî aliyê civakê de ev pêkanîn ne hiqûqî ye û ne jî meşrû ye.”       Daxwaz ji bo civakek azad a jina ekolojîk û demokratîk e     Ekîn, da zanîn ku daxwaza rakirina tecrîdê bi giştî hem ji bo ku hiqûq bê pêkanîn û hem jî ji bo astengkirina keyfiyetê ye û destnîşan kir ku di heman demê de daxwaza wan civakek azad a jina ekolojîk a demokratîk e. Ekîn, wiha pê de çû: “Di heman demê de armanc ew e ku pêşiya pêkanînên keyfî yên hiqîqê bê girtin. Daxwaz pêşxistina mekanîzmayên hiqûqek azadîxwaz e. Li dijî tecrîdê armanc avakirina netewa demokratîk e. Em ne bi tenê daxwaza hevdîtinên malbat û parêzeran dikin. Lê tecrîd kurtir dibe. Dema pêkanînên antî-demokratîk pêşdikevin herî zêde li ser girtîgehan bandora xwe nîşan dide. Ji ber vê yekê Girava Îmralî û girtîgehên din di rojevên me de ne. Dema ku em binpêkirinên mafan ên li girtîgehên dinirxînin hem di hêla hiqûqa neteweyî û hem jî di hêla ya navneteweyî de saziyên çavderiyê ku xwedî cihek nînin derdikevin pêşiya me. Ev cihê ku tecrît kûr dibe ye. Wateya tecrîdê di her warî de dûrxistina kesekî ye. Ev pêkanîn tê wazeta dixwazin wî kesî ji her tiştî dûr bixin û îzole bikin. Ev binpêkirina maf li girtîgehên dinê jî van pêkanînan kûrtir dikin. Girtiyên siyasî ligel ku cezayê wan xilasbûne jî di nava girtîgehê de dadgehek din tê avakirin û bi awayek keyfî înfaza wan tê taloqkirin û destûr nayê dayîn ku ji girtîgehê derkevin. Her wiha li girtiyan ‘poşmanî’ tê ferzkirin. Van bê hiqûqû û hemû binpêkirinên mafan ên li girtîgehên dinê em ji tecrîda Îmraliyê nikarin cûdatir bigirin dest. Girtî nikarin mafê xwendina pirtûkan, çalakiyên civakî pêk bînin û nikarin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Her wiha bi awayek kêyfî hevdîtinên malbatan tên sînorkirin. Ji ber vê yekê jî ev hemû pêkanîn ji pergala tecrîdê cûdatir nînin.  Dema ku em binpêkirina mafên girtiyan dikin rapor û dikin rojeva civak û saziyên sivîl, bi vê yekê re em tecrîdê dikin rojevê.”   ‘Hemû tişt bi tecrîdê ve girêdayî ye’   Ekînê, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de herî zêde girtiyên nexweş hatin mexdûrkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê çarçoveyê de ji aliyê mekanîzmayên dewletê ve bi taybetî li dijî mûxalîfên kurd peyama ku dixwazin bidin diyar e. Di dema lêgerîna mafê xwe de bi girtîgehê tên terbiyekirin û dibêjin ku bikevinê wê nikaribin derkevin. Her wiha bi vê yekê re dibêjin ku girtiyên nexweş ên giran bin jî ji wir encax cenazeyê wan derdikeve. Girtiyên nexweş ên giran nayên berdan. Ev hemû girêdayî tecrîdê ne. Di heman demê de şert û mercên şer û qeyrana aboriyê em nikarin dûrî tecrîdê bigirin dest. Divê bê zanîn ku dema em daxwaza rakirina tecrîdê dikin ev tê wateya ku em daxwaza xilasbûna vî şerî dikin. Xebat û nirxandinên ku tên kirin jî di vê çarçoveyê de divê bên destgiritn.”   ‘CPT'yê rapora xwe ji raya giştî re aşkere nekir’   Ekînê, di dawiya axaftina xwe de got OHD jî ji bo rakirina tecrîdê têkoşîna vê yekê dide û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê çarçoveyê de me berê jî gelek xebat meşandin û gelek serlêdanan kir. Di heman demê de bi sedan parêzeran ji bo rakirina tecrîdê daxwaz û bangawazî kir. Dîsa bi sedan parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Wezîrê Dadê dan. Ji van serlêdanên me re tu bersiv nehat dayîn û hevdîtina me ya bi mûwekîlên me re tê astengkirin. Lê me tu bersîv negirt. Di heman demê de me li mekanîzmayên navneteweyî û li CPT'yê serlêdan kiribû. CPT çû serdana Îmraliyê, lê ji raya giştî re tu raporek aşkere nekir. Ligel hewildanan me tu agahî negirt. Dema em van serlêdanan dikin der barê cezayê disîplînê îtîraz tê kirin de, an jî di dosyayên înfazan de em nikarin qeydan bigirin û ne jî dikarin belgeyan bigirin. Parastvanên mafan jî dema karê xwe dikin ji ber tecrîdê tên astengkirin. Ji ber vê yekê dema em lê dinêrin ev bandora xwe li her derêdike. Dibe ku em ji van xebatên xwe tu encamê negirin, lê nayê wê wateyê ku em ê dev ji têkoşîna hiqûqê berdin. Lê di vê çarçoveyê de di du aliyan de divê têkoşîn bê dayîn. Çawa ku hiqûqnas bi serlêdanên xwe xebatên xwe dimeşînin, divê di raya giştî ya demokratîk de jî ev pêvajo berfirehtir bê nirxandin.”