Dapîra girtiya nexweş Medya Aslan: Bila girtî bên berdan 2023-08-25 09:05:49     Oznûr Deger   MÊRDÎN - Dapîra girtiya nexweş Medya Aslan a ku piştî bi îşkenceyê binçav kirin ji mirinê filitî  Hafsad Aslan, bal kişand ser rewşa neviya xwe û got ku bila ev şer bi dawî bibe û girtiyên nexweş serbest bên berdan.    Pirsgirêka girtîgehan ku yek ji kirîzên piralî ên vî welatî ye û nayê çareserkirin, mînaka wê ya herî berbiçav,  polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin e. Ev tecrîd her ku diçe li girtîgehan belav dibe. Polîtîkaya tecrîdê ya ku li girtîgehan belav dibe herî zêde bandorê li girtiyên nexweş dike. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku 651 jê nexweşên giran in. Yek ji van girtiyan jî Medya Aslan e ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan  Bûnyana Kayseriyê tê girtin e.   Şewitandina gundan, zilm û îşkence   Medya di sala 1990'î de li gundê Marînê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bûye, xwendina xwe ya seretayî û navîn li gundê Girêmîra yê Nisêbînê qedandiye. Piştî ku gundê Medya lê ji dayik bûye di salên 90'î de ji aliyê dewletê ve hat şewitandin, Medya tevî malbata xwe koçî gundê Girêmîra yê 7 kîlometre dûrî gundê wan e dibin û di destpêka salên 2000'î de vedigerin gundê xwe û jiyaneke nû ava dikin. Bavê Medya ku malbat û xizmên wî gelek caran bi îşkenceya dewletê re rûbirû mane ew jî bi salan hatiye îşkencekirin û di girtîgehê de maye.   Hat îşkencekirin   Medya ku ji zarokatiya xwe de bi zextên dewletê re rûbirû ma, di sala 2018'an de li Wanê bi îşkenceyê tê  binçavkirin. Piştre ji aliyê dadgehê ve tê girtin. Medya ku ji aliyê dadgeha Wanê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştî demeke dirêj li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ma, sirgûnî Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê dibe. Medya ev saleke li girtîeha Bunyanê dimîne û nexweşiya astima giran e û her wiha di kezeba wê ya spî de jî pirsgirêk heye . Medya ku gelek nexweşiyên wê yên din jî hene di lîsteya girtiyên nexweş de ye û divê serbest bê berdan.   'Ji ber ku em Kurd in zextê li me dikin'   Dapîra Medyayê Hafsad Aslan, têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê yên Medyayê axivî. Pîra wê Hefsad diyar kir ku Medya 5 sal in di girtîgehê de ye û diyar kir ku tenduristiya wê nebaş e. Hefsadê da zanîn ku ne tenê Medya hevalên wê jî nexweş in û got, “Zext li ser wan tê kirin. Ji ber ku em Kurd in zextê li me dikin. Em kurd in, emê çi bikin, em zimanê xwe biguherînin? Ez 70 salî me, min ne dîtiye û ne jî bihîstiye ku mirov ji bo zimanê xwe bindest bin. Min ev li tu derê nedîtiye. Çawa ku zimanê wan tirkî ye, zimanê me jî kurdî ye. Xwedê zimanê me daye. Em çawa dikarin înkar bikin.  Zextê li me dikin ku em înkar bikin. Em dixwazin zarokên me ji girtîgehê derkevin. Ew ne sûcdar in,"    'Kurd bi kuştinê naqedin'   Hefsad bal kişand ser polîtîkayên çewisandinê yên li girtîgehan û got, “30 sal in mirov di girtîgehê de dimînin. Dema ku ew di girtîgehê de ne dayik, bav û xizmên wan jiyana xwe ji dest didin. Ciwan dikevin hundir û kal derdikevin. Çi kirine ku vê zilmê li wan dikin? Em dixwazin şer bi dawî bibe. Bes e. Gel bi kuştinê naqedin û kuştin ne çareserî ye. Hewl didin me tune bikin, zimanê me biqedînin, lê zimanê me wê bijî. Hezar sal jî kurdan bikujin dawî li wan nayê. "   'Astma rîşên wî xera kir'   Hefsadê, anî ziman ku tu dewletê ev qas êrîşî gel nekiriye û bal kişand ser nexweşiyên neviya xwe Medya. Hefsadê got, “Medya nexweş e. Gelek nexweşiyên wê hene. Ji ber ku astima wî pêş ketibû, kezeba wê ya spî zerar dîtiye. Hertim tup  bi kar dianî. Em daxwaza berdana hemû girtiyên nexweş dikin. Divê ew bi xwe hemû pêdiviyên xwe bi cih bînin.  Neviya min di girtîgehê de nikare bê dermankirin. Her wiha di serdegirtinên qawîşan de dest danîn ser hemû tiştên wan ên li hundir. Ew baş nayên xwedîkirin. Girtiyên nexweş nayên berdan, girtiyên ku cezayê xwe temam kirine jî ji ber ku poşmaniyê qebûl nakin nayên berdan."   'ji mirinê filitî'   Hefsad,ê binçavkirina Medyayê ya bi îşkenceyê bi bîr xist û got, “Di dema serdegirtina malê de li Medyayê îşkence kirine. Porê wê kaş kirine, di odê de kilît kirine û li wir îşkence lê kirine. Dema çentê wî vala dikin, tenê dermanên astimê û tûpekî nefesê ji çenteyê wê derdikeve. Me jî nizanibû ku ew hatiye binçavkirin. Hat gotin ku li Wanê jinek bi îşkenceyê hatiye binçavkirin, bi rojan îşkence lê hatiye kirin û ji mirinê filitiye. Me nizanibû ku ew jin Medya ye. Dema ku me zanî, me got dibe ku miribe. Îşkenceyek giran lê kirine." Hafsadê  ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê kir.   'Em nayên sewq kirin'   Li aliyê din medyayê di pêwendiya telefonê ya heftane de behsa binpêkirinên mafan jî kiriye. Medyayê di hevdîtinê de ev tişt parve kiriye: “Sewîlên me yên nexweşxaneyê nayên kirin. Dîsa ji bo cihên wekî Mêrdîn û Amedê yên ku nêzî malbatên me ne, em sewqê dixwazin, lê sewq nakin. Sedem jî ji ber ku em cihên nêzî malbatên xwe dixwazin. Hevalên me li revîra diranan î pirsgirêkan dijîn. Dema hevalên me diçin revîrê ji bo diranan diranê wan zêdetir diêşin. Em girtiyên siyasî hê jî nikarin ji qanûnên ku ji bo darazê hatine derxistin sûdê werbigirin. Kesên tecawiz dikin û kujer bi qanûnên ku tên derxistin tên berdan, lê em nayên berdan, sewkên me jî nayên kirin.”