Qeyûm dibêje 'ava bîrê' vexwin 2023-08-24 09:06:29     AMED - Li Licê ya ku qeyûm tayînî şaredariya wê hat kirin welatiyan gilî gazinan ji qeyûm dikin. Ji ber av dibire loma jî welatî mecbûrî ava bîrê tê hiştin. Welatî ji ber kanalîzasyonên vekirî tên hiştin, birîna avê, rêyên xirabe bertekê nîşan didin.    Li bajarên Kurdistanê bi fermana Wezareta Hundur qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê hatin kirin. Ji roja qeyûm hatine tayinkirin tenê polîtîkayên rant û talanê dane meşandin. Her roj nelirêtiyên nû yên qeyûman derdikevin holê. Li Licêya Amedê jî qeyûm tu kar û xebatê nake û tenê polîtîkayên rantê û talanê dide meşandin.    'Şaredarî bi pirsgirêkan eleqedar nabe'   Welatiya bi navê Xanim anî ziman şaredarî tiştekî ji bo wan nake û wiha got:"Bi pirsgirêkên taxê eleqedar nabe. Em dixwazin li taxa me pirsgirêk nemînin. Lê belê dema em vê yekê dibêjin em bêhêvî ne. Ji ber şaredarî bi pirsgirêkan eleqedar nabe. Em dixwazin li pirsgirêkên destav û ava me binêrin. Ez û keça xwe em bi tenê dijîn. Lê hêza me bi tena serê xwe têra tiştekî nake. Ava me tune ye em ji bîrê avê dikşînin. Em ava bîrê vedixwin."   Qeyûm dibêje 'ava bîrê' vexwin    Xanimê da zanîn ji bo çareseriya pirsgirêkan ew çûne gel rayedaran û wan jî gotine em ê hal bilkin lê belê pirsgirêk dewam dikin. Xanimê diyar kir ku wan bi caran giliyê xwe kirine lê belê bersiva ava bîrê vexwin girtine. Xanimê got:"Axa li ser rê her dem me nerehet dike. Li mala min paqijî nema. Li mala min 15 rojan av nedihat. Min 15 rojî ava bîrê vexwar. Şaredariyê ji min re got ava bîrê vexwe. Rêya me ya vekirî hat girtin."   Licêya me xera kirin   Jina li Licê ji dayik bûye û nexwest navê xwe bide diyar kir ku axa wan her roj tê talankirin û got li vir av bi rê û pêk nayê li hinek gundan qet av tune ye.    'Deriyên kanalîzasyonan bi zaneyî vekirî dihêlin'   Ferda Ozka bi lêv kir ku şaredarî li taxa wan xebatê nake û got:"Me giliyên xwe kir. Ava me dibirin û bi saetan av nayê. Ava me nayê parzûnkirin, derbas nabe û ne paqij e. Ji mecbûrî em li malê germ dikin û vedixwin. Ji ber em kurd in paşguh dikin. Ew bi vir eleqedar nabin. Em nikarin zarokên xwe derxin derve. Ji me pereyan digirin lê belê nadin me. Ev du sal in kuçe û rêyên me di nava rewşeke ne baş de ye. Deriyên kanalîzasyonan bi zaneyî vekirî dihêlin. Ev jî ji bo cegera me ne baş e. Dibe sedema nexweşiyan û zarokên biçûk dikarin têkevin vir jî. Rê jî xerabe ne û çênakin."   'Ev 2-3 sal in em di rewşeke perîşan de ne'   Xezal Polat a ev nêzî 40 salî ye li Licê dimîne da zanîn tenê di dema hilbijartinê de ew tên bîra qeyûm û rayedaran û wiha pê de çû:"Ji ber tozê em nikarin camê xwe vekin. Em nikarin li taxên xwe bimeşin. Ev 2-3 sal in em di rewşeke perîşan de ne."   'Rayedar bi pirsgirêkan re eleqedar nabin'    Lorinda Polat a ji bo zanîngehê amadekariyê dike da zanîn rayedar bi pirsgirêkan re eleqedar nabin û wiha got:"Ez li lokantayê dixebitim. Ji ber av tê birîn em li cihê kar û li malê tengasiyên mezin dibînin. Av nayê û ji aliyê paqijiyê jî pirsgirêk dertên. Em nikarin kincên xwe jî bişon. Ji ber av hat birîn jinek ket ava depoyê û li vir ji ber ceyranê jiyana xwe ji dest da. "