Amadekariya Kampa Havînê ya Jinan dikin 2023-08-24 09:03:49     Melike Aydin    ÎZMÎR - Bi pêşengiya Tevgera Jinên Sosyalîst û Komeleya Piştevaniya Jinan a Guzeltepeyê wê 2'yemîn Kampa Havînê ya Jinan bê lidarxistin û jin dê li vir li ser nexşerêya xwe û rewşa jinan a îro bisekin.    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Sosyalîst (SKH) û Komeleya Piştevaniya Jinan a Guzeltepeyê wê 2'yemîn Kampa Havînê ya Jinan bê lidarxistin û jin dê li vir li ser nexşerêya xwe û rewşa jinan a îro bisekin. Ew ê Kampa Havînê ya Jinan di 2-3'yê Îlonê de pêk were. Ev kampa sala borî li Karaburun çêbû wê îsal li Foçaya Îzmîrê bê lidarxistin. Ew ê dirûşma îsal "Em di azadiyê de bi israr in, em di serhildanê de bi israr in" be. Wê li vê kampê atolye, panel bên lidarxistin. Her wiha lîstik, fîlm bên pêşandan.    Ji organizatorên kampê Fatma Nur Guçlu, têkildarî kampa wê li dar bixin avixî.    'Îro çi tê jiyîn em ê çi bikin'   Fatma Nur da zanîn li kampê hemû kar bi awayekî kolektîf tên kirin û wiha got:"Wê derbarê xeta serhildanê ya jinan de belgefîlm bên pêşandan. Jin wekî metayekê tên rojevê. Em ê li ser vê bisekinin. Îro çi tê jiyîn em ê çi bikin ? Em ê li ser vana biaxivin."   Armanc ew e ku jin ji malê derkevin   Fatma Nur bi lêv kir ku ew ê bêtir jinên li Taxa Guzeltepe ya Navçeya Çigli rûdinên tevlî kampê bibin û ev yek wê ji ser Komeleya Jinan a Guzeltepeyê pêk were û wiha pê de çû:" Jinên li Taxa Guzeltepeyê bêtir ji malê dernakevin li zarok û yextiyaran dinêrin. Ji bo ew jî derkevin û ji bo em piştevaniya jinan nîşan bidin em ê vê kampê li dar bixin."   Hatina kampê girîng e   Fatma Nur diyar kir ku jin li kampê hêza piştevaniya jinan dibînin û got:"Jin dema tên vir helwesta wan a li hember hevjînê wan diguhere. Jin dibînin daxwazên wan hene û ew hêza wan a çareseriyê heye. Loma jî hatina kampê girîng e."   'Ew ê piştevaniya jinan bê honandin'   Fatma Nur da zanîn piştî panelan wê bi encameke baş ji kampan veqetin û got:"Em ê sedema avakirina komeleyê û Tevgera Jinan a Sosyalîst vebêjin. Em dixwazin ev beş zêde bibin. Em li komeleyê dixwazin perwerdeyê bidin zarokan ji bo jinan panelan çêbikin. Em dixwazin di warê aboriyê de jî jin pêş bikevin û hilberînin. Her tiştên ku jin bikaribin hene. Ew ê piştevaniya jinan bê honandin."   Fatma da zanîn jin dikarin azadiya xwe bi destên xwe bigirin û ji bo vê jî divê li berxwe bidin.    Wê li kampê çi bê kirin?    Wê ji bo mayina li kampê buhayekî pir kêm bê sitendin. Wê ev kamp ji jin û zarokan re vekiribe. Ew ê qeyd jî heta roja dawiyê dewam bike.    Panelên wê bên lidarxistin   Jin û Medya, Keda di hundirê malê de, Nêrîna çînî ya li têkoşîna jinê, Tiştê tê jiyîn şoreşa jinê ye, Peymana Stenbolê û mafên me yên hatine bidestxistin.    Serlêdan:   İnstagram:    @sosyalistkadinhareketi  @güzeltepekadindayanisma derneği   Twitter:    @skadinhareketi