Mêrdînî axivîn: Çareserî guhertina pergalê ye 2023-08-23 09:04:36     Oznûr Deger    MÊRDÎN - Jinên ku derbarê pirsgirêkên li welat de me mîqrefon dirêjî wan kir, bal kişandin ser pirsgirêka kurd, ewlehî, abor, perwerde, oldarî, polîtîkayên bêcezahiştinê û qirkirina jinan. Jinan anîn ziman  ku çareseriya van hemû pirsgirêkan guhertina pergalê ye.    Krîzên piralî yên desthilatdariya AKP-MHP'ê her roj kûrtir dibin û herî zêde jin ji vê pêvajoyê bi bandor dibin. Me ji jinên li Mêrdînê ku yek ji bajarên Kurdistanê ye ku bawerî û çandên cuda lê bi hev re dijîn pirsgirêka herî girîng a welat pirsî. Jinan ji mîkrofona me re axivîn, ji perwerdehiyê bigire heta tenduristiyê, ji siyasetê bigire heta dadgeriyê, bal kişandin ser gelek mijaran û  ser  azadiya fikir û ramanê û girtîgehan.   Jinên ji mîkrofona me re axivîn wiha gotin:   Li welat wekhevî tune ye   Yıldız Kaplan: Ji bo min pirsgirêka herî girîng a welat aborî ye. Nan gelek biha bûye. Bihakirina nan û xurekên bingehîn bi qasî zêdekirin  mûçeya herî kêm e. Divê di serî de ev bê çareserkirin. Sedema krîza aborî siyaset e. Di heman demê de li welat pirsgirêka demokrasiyê heye. Dibêjin li welat wekhevî heye lê tune ye.   Pirsgirêka herî mezin kêmbûna xwendinê ye   Welatiya ku nexwest navê xwe eşkere bike: Li gorî min pirsgirêka herî mezin li welêt kêmbûna xwendinê ye. Mirov nafikirin û li gorî tiştên tên guhê wan tevdigerin. Mirov nafikirin û nikarin şîrove bikin. Ji ber vê yekê perwerde pêwîst e. Ger ku mirov bixwînin û perwerde bibin dê bikaribin rewşê jî şîrove bikin.  Li gorî min polîtîkayên olperestiyê yên li welêt bi zanebûn tên pêşxistin.   Divê jin dengê xwe bilind bikin   Sîbel Sevînç: Em dixwazin jin civkî bibin û bixebitin. Em dixwazin ku ew derfetên kar peyda bikin. Em dixwazin tundiya li ser jinê bi dawî bibe. Divê jin dengê xwe bilind bikin. Divê jin weke kes bên qebûlkirin.   'Li vî welatî azadiya me nîne'   Yonca ya ku naxwest paşnavê xwe bide: Wek jin ez bi tena serê xwe nikarim biçim derekê û qet ne rehet im. Li vî welatî em nikarin bi rehetî bijîn û azadiya me jî nîne. Pirsgirêka me ev e, diyar e kî bûye sedema wê. Ez hêvî dikim ku divê guhertinek bê kirin. Qirkirina jinan tê paşguhkirin. Jiyana tu kesî ne di ewlehiyê de ye, bi taybetî jî ya jinan. Em niha wekî ereban dijîn. Zimanê zikmakî yê welatê me dê di demek nêzîk de bibe Erebî. Ev tê wê wateyê ku tişta tê xwestin ev e. Em tenê li her tiştê ku li welat tê kirin temaşe dikin. Mirov hînî bêdengiyê kirine. Dibêjin nanê min hebe bes e. Ji bo tenduristiya xwe ya derûnî jî em dev ji şîroveyan berdidin. Divê mirov nêrîna xwe biguherînin.   Ji ber ku azadiya me hatiye astengkirin em nikarin biaxivin   Kamuran Gulcegun: Pirsgirêka herî mezin a welat aborî ye. Rêjeya enflasyon û bihabûnê me perîşan kiriye. Aborî pir girîng e, lê serûbin bûye. Vexwarina qehweyek li qehwexaneyê êdî tiştekî luks e. Divê pêşî li gel bifikriin. Pêşî bi koçberên ji derve tên re mijûl dibin, lê aboriya me jî pir xerab e. Em nikarin biaxivin ji ber ku azadiya me tê astengkirin. Ger ku gel hişyar bibe em ê bigihîjin demokrasiyê, lê li gorî vê jî gel dengê xwe dide hikûmetê. Divê hûn haydar bin. Em dikarin bi awayekî bixebitin û debara xwe bikin. Lê kesên ku nikarin nan bibin malê hene. Dibêjin na, lê heye, em dibînin.   Em dixwazin azad bin   Welatiya ku naxwaze navê xwe eşkere bike: Li gorî min pirsgirêka herî girîng a welat aborî ye. Li welatê me divê pêşî li welatiyan bifikirin, lê bi taybetî jî mafê jin û zarokan tê binpêkirin. Em li welatekî dijîn ku pêşî li hemwelatiyên welatekî din tê fikirîn û li hemberî  hemwelatiyên xwe cihêkariyê dike. Em nikarin dan û standinê bikin. Em dema tiştek distînin li gorî berê 4 qatên wê didin. Ji bo kesên ku di kirê de ne û bi mûçeya herî kêm debara xwe dikin şert û merc pir dijwar in. Pirsgirêka jinan pirsgirêka herî mezin e. Em nikarin bi rihetî di rê de bimeşin, em nikarin bi rihetî kincan li xwe bikin. Divê em azad bin, mafên ku ji mêran re tên dayîn ji jinan re nayê dayîn. Ez li vî welatî ne azad im.  Em dixwazin azad bin. Berê em bi rehetî li taxê digeriyan, niha em nikarin zarokên xwe derxin ber derî. Ji ber ku welatê me biyanî ye.   Kesên ku HUDA PARê nas nakin hene   Şeyma Maden: Ji bo min pirsgirêka herî mezin a welat ew e ku qimet nadin jinan. Mêr her tim serdest têne dîtin û jin jî bindest in. Dîsa sûcên li dijî jinan tên nixumandin. Bêcezabûn pirsgirêkek cidî ye. Li vî welatî edalet û aborî nîne. Digel ku bi 100 lîre li derveyê welêt gelek tişt têne kirîn, lê mirov li vir bi 100 lîre  nikarin biçin bazarê. Pêdiviyên bingehîn ên weke berhemên paqijiyê ku jin bi kar tînin gelekî biha ne. Weke jin êdî em nikarin debara wan bikin. Kesên ku hêj HUDA PAR'ê nas nakin hene. Yên ku bi israr wan diparêzin hene, lê kes nizane ku dê çi were serê wan. Welat her ku diçe xerabtir dibe. Ez nafikirim ku ez wek ciwanek li vî welatî bijîm. Ez dixwazim vî welatî terk bikim. Yekane armanca min ji bo pêşeroja xwe derketina ji welêt e.   Ger ku bi dest min bê ez ê rasterast ji welêt herim   Welatiya ku nexwest navê xwe eşkere bike: Di dema êrîşên li ser jinan de polîtîkayên bê cezahiştinê di dewrê de ne Dema tiştekî din dibe demildest mirov tên girtin, lê dema sûcek li ser jinê hebe ev yek pêk nayê. Em ber bi şerîetê ve diçin. Bi ketina Meclîsê ya HUDA PARê re, her tim zêdekirina qedexeyan, hejmara zêde ya koçberan, erebkirina mirovan, qebûlkirina çanda ereban ji ya xwe zêdetir em ber bi şerîetê ve diçin. Ez bawer nakim ku welat baş bibe. Ger derfet hebe ez ê rasterast ji welêt herim. Ez naxwazim li vir jiyana xwe bidomînim. Ez pereyên baş qezenc dikim û dikarim xerc bikim. Lê kesên ku nikarin debara xwe bikin hene. Tiştekî ku li vî welatî bê parastin nemaye.   'Divê serokê me bê berdan'   Sevîm Çeker: Beriya her tiştî divê azadiya Kurdan bê misogerkirin. Divê serokê me bê berdan. Ger serokê me derkeve dê her tişt baş bibe. Bi hezaran mirov bê guneh di zindanan de ne. Kesên tecawiz dikin serbest tên berdan, lê girtiyên siyasî nayên berdan.