‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê xebatên xwe bidomînin’ 2023-08-22 09:05:00     Qeder Kar   MEXMÛR - Mamoste Nûjîn Kara têkildarî rêzeçalakî û xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li Wargeha Mexmûrê diyar kir ku Abdullah Ocalan îradeya gelê kurd e û wiha got:”Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin.”   Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) rêzeçalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin. Jin pêşengiya van çalakiyana dikin û bi awayekî çalak tevlî dibin. Mamoste Nûjîn Kara ya ku bi awayekî çalak tevlî çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibe têkildarî mijarê nirxandin kir. Nûjînê banga têkoşîna hevpar a ji bo azadiya Abdullah Ocalan kir û got:” Li dijî vê yekê bi çalakiyên xwe yên wekî meş, semîner, nobed û her wekî din em hewl didin Rêber Apo bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Em bi vî rengî hewl didin dengekî derxin û xwe bigihînin Rêberê xwe.”   ‘Gelê kurd Rêber Apo wekî îradeya xwe dibîne’   Nûjînê da zanîn gelê kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wekî îradeya xwe dibîne û wiha got:” “Sedema rêzeçalakiyên me tecrîda li ser Rêber Apo ye. Em dixwazin Rêber Apo bi awayekî fîzîkî bigihêje azadiya xwe. Loma jî em çalakiyan li dar dixin. Ji ber ev ji du salan zêdetir re bi tu awayî agahî ji Rêberê me nayê girtin. Hevdîtinên bi wî re hem li gel malbatê hem jî li gel parêzeran tê qedexekirin û astengkirin. Ev jî bê guman di navbera kurdan de rewşeke bi fikar derdixe holê. Di nava gelê kurd de ev sedemeke gelekî mezin e. Çimkî gelê kurd Rêber Apo wekî îradeya xwe dibîne.”    ‘Xwedîderketinek li fikrê Rêber Apo heye’   Nûjînê diyar kir ku Abdullah Ocalan dikare ji pêvajoyê re bibe bersiv û wiha pê de çû:”Dewleta tirk a faşîst jî vêya baş dizane. Dixwaze gelê kurd ji îradeya xwe qut bike. Her wiha bê îrade bihêle. Çimkî fikrê Rêberê gelê kurd bi kurdan sînordar namîne. Li Rojhilata Navîn û li cîhanê deng vedide. Xwedîderketinek li fikrê Rêber Apo heye. Dewleta tirk jî vê yekê dibîne. Dizane muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd jî Rêber Apo ye. Dizanin ê ku dikare ji vê pêvajoyê re bibe bersiv Rêber Apo ye. Li ser van esasana dewleta tirk êrişên xwe yên herî tund hem li gelê kurd hem jî li Rêber Apo dike.”    ‘Divê jin di nava berxwedaneke domdar de bin’   Nûjînê bal kişand ser têkoşîneke domdar û wiha dewam kir:”Gelê kurd girîngî û taybetmendiya Rêber Apo dizane loma jî her tim di nava têkoşînekê de ye. Çimkî dema gelek bê îrade bimîne ev dibe sedema tunebûna wî gelî. Wê demê ew gel wê ber bi parçebûnê ve biçe. Ji ber rol û mîsyona Rêber Apo li jinê bar dike loma jî bi taybet divê jin li berxwe bidin. Li vê mîsyona xwe xwedî derkeve. Divê jin di nava berxwedaneke domdar de bin. Dewleta tirk bi vê bêhiqûqiyê zagonên navdewletî jî binpê dike. Jib bo em pêşî li vê tundîtûjiyê bigirin divê têkoşîneke hevpar hebe.”   Zagonên navdewletî tên binpêkirin   Nûjînê bal kişand ser zagonên navdewletî û wiha lê zêde kir:”Raya Giştî ya navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên bi dewleta tirk re bêdeng dimîne. Dewleta tirk ji ber vê helwesta wan zirarê dide wan jî. Çimkî zagonên navdewletî binpê dike. Li dijî vê yekê bi çalakiyên xwe yên wekî meş, semîner, nobed û her wekî din em hewl didin Rêber Apo bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Em bi vî rengî hewl didin dengekî derxin û xwe bigihînin Rêberê xwe.”   ‘Di hemû çalakiyan de jin li pêş in’   Nûjînê bi lêv kir ku jin bi awayekî çalak rola xwe dilîzin û wiha got:”Nêzî du mehan e ev çalakiyên nobedê dewam dikin û beşdarbûna jinan a ji bo çalakiya nobedê baş e. Di hemû çalakiyan de jin li pêş in. Jin dizanin dema li berxwe nedin dîsa ya herî zêde bi tundîtûjiyê rû bi rû bimînin  û bên çewisandin jin in. Ji ber vê yekê herî zêde jin li hemberî van êrişana li berxwe didin. Dengê xwe derdixînin.”   Banga têkoşîna hevpar    Nûjînê banga têkoşîna hevpar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Em bang li hemû kurdan dikin, kurdên li derveyî welêt û li çar aliyan ku bi awayekî çalak tevlî vê pêvajoyê bibin. Ji bo em bikaribin hîn zêde dengê xwe bigihînin cîhanê da ku ev tecrîda giran a li ser Rêber Apo di demeke nêz de bê bidawîkirin û Rêberê me azad bibe.”