Li dijî avahiya HDP'ê hewldana êrîşê 2023-08-20 16:34:10     EDENE - Jineke nasnameya wê nehat zanîn 3 şûşeyên pet ên di hundirê wan de teqemenî û madeyên şewitandinê hebûn danî pêşiya avahiya hevpar a HDP û Partiya Çep a Kesk.    Jineke nasnameya wê nehat zanîn 3 şûşeyên pet ên ku teqemenî û madeyên şewitandinê tê de hebûn danî ber deriyê avahiya hevpar a rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk a li ser Kolana Cemal Gursel a navçeya Seyhan a Edeneyê. Kesa behsa xeberê di saetên serê sibehê de hate ber deriyê avahiyê û petên şûşe danî wê derê. Jineke ku ev rewş ferq kir agahî da polîsan. Li ser vê yekê komên polîsan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Di encama lêkolîna cihê bûyerê de hat tespîtkirin ku di hundirê şûşeyên pet de teqemenî û madeyên şewitandinê hene.    Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş têkildarî bûyerê agahî da û got ku ewê gilî bikin.     Tiştên li avahiya partiyê qewimîn ji hêla kamerayên ewlekariyê ve jî hatin kişandin. Hat zanîn ku jina hewl da êîrş bik nehatiye girtin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku DAIŞ’ê jî di 18’ê gulana 2015’an de li dijî heman avahiyê êrişeke bombeyî li dar xistibû. Di êrişê de 7 kes birîndar bûbûn.