‘Li dijî qedexeya Qada Galatasarayê dê xebatên xwe bidomînin' 2023-08-18 09:08:26     Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Derbarê astengkirin û êrişên li hemberî çalakiya Dayikên şemiyê de TÎHV, MLSA, Rêxistina Efûyê û Navenda Hefizayê xebata raporkirina îhlalkirina mafan da destpêkirin. Saziyên ku xebat dimeşînin da zanîn ku heta dorpeça li Qada Galatasarayê bê rakirin, dê îhlalan bikin rapor û xebatên xwe bidomînin.    Çalakiya Dayikên Şemiyê/Mirovan ku her hefte li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin tên cem hev, di hefteya 959'an de jî civiyan. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), derbarê astengkirinê de biryara "binpêkirina" dabû.  Ligel vê biryarê jî qeymeqamtiya navçeyê çalakiyê qedexe dike. Ligel qedexe û êrişan jî Dayikên Şemiyê 19 hefte li ber xwe didin.   Sazî û dezgehên sivîl bi piştevaniyê xwedî li çalakiyê derdikevin û her wiha qedexe û astengî bû mijara parlamentoyê jî. Ji hêla Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Navenda Hafizeyê, Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê (MLSA), Rêxistina Efû ye ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê derbarê astengiya çalakiyê ya 17 hefteyan de xebatek da destpêkirin û dê di encemê de raporek amade bikin.   'Têkoşîneke heqîqetê ye'   Koodînatora Ragihandinê ya Navenda Hafizeyê Ece Koçak, wiha bal kişand ser destpêka xebatê: “Têkoşîna Dayikên Şemiyê têkoşîna heqîqetê ye. Ji hefteya 944’an vir ve li qadê derbarê îhlalkirina mafan de em raporekî amade dikin. Serê ewilî bi Navenda Hafizeyê, MLSA û Rêxistina Efû ye ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê re xebatek hat kirin. Piştre jî TÎHV tevlî xebata me bû. Her rêxistinek xebatek wê heye. Xebata raporê ji hêla 4 rêxistinan ve tê kirin. Bi qadên cuda re em xebata xwe xûrt dikin. Niha Rêxistina Efûyê li ser îhlalkirina mafê meş û çalakiyan, TÎHV li ser muameleyên xirab û îşkenceyê radiweste. 16 hefte ye em rapor amade dikin û her ku diçe naveroka rapora me dirêj dibe.”    ‘Dawî li bêhiqûqiyê bînin’    Ece, desnîşan kir ku piştî biryara AYM’ê Dayikên Şemiyê daketin qadê, lê bi êrişa polîsan re rûbirû man û wiha got: “Hewl didin ku bi êrişan daxwazên dayikan pişt guh bikin. Di dema hilbijartinê de bi tund êriş nedikirin, lê piştî hilbijartinê êrişek bi tund pêk hat. Me dît ku polîs êdî xwebawer êriş dike. Carekî li nexweşxanê polîsan ji dayikan re got 'Hûn dijmin in'. Her ku diçe polîs bi dijminatî nêzî çalakiyê dide. Dibêjin heke em destûrê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê divê em destûrê bidin çalakiyên din jî. Ji bo emniyete ev xetek e û nahêlin Dayikên Şemiyê dakevin Qada Galatasarayê. Em dixwazin dawî li vê bêhiqûqiyê bînin û dorpêça li qadê demildest bê rakirin.”   ‘Li qadê mafê her kesî tê îhlalkirin’    Endama Bernameya Parastina Parêzvanên Mafên Mirovan a Navenda Hafizeyê Banû Tuna jî da zanîn ku her heftê qadê dişopînin û wiha bi lêv kir: “Me derbarê anîna hejmara polîsan, dorpêça qadê û anîn û neanîna ambulansê çend nîşe girt. Me dîmenê wê jî girt. Çalakî di saet 12.00’an de pêk tê lê em hêj 10.30’an de li qadê li cihên cuda radiwestin. Em dinêrin ku gelo polîsên ku hatine girêdayî kijan yekîneyê ne. Di destê wan de çekên giran û çekên ku gazê davêjin heye an na dinêrin. Bi giştî em du kes li qadê dimînin. Em dîmenê li her derê dikişinin. Li qadê mafê gel tê ihlalkirin û bi taybetî jî mafê Dayikên Şemiyê tê astengkirin. Her wiha mafê me û ya çapemeniyê jî tê îhlalkirin. Hincet ewlehî nîşan didin û çalakiyê asteng dikin û nêzîkatiyeke wisa derdixin pêş. Lê armanca îktîdarê diyar e û astengkirina denge Dayikên Şemiyê û her wiha îzolekirina çalakiyê ye.”    Astengkirina çalakiyê    Parêzera Navenda Hefizayê Esma Yaşar, da zanîn ku astengiya çalakiyê û binçavkirina Dayikên Şemiyê li dijî hiqûqê ye û wiha axivî: “Çalakiya Dayikên Şemiyê bi hincetên cuda tê astengkirin. Walîtiya Stenbolê bi hinceta ‘Fermaneke giştiye’ çalakiyê asteng dike. Çend li hemberî fermanê jî dadgehê biryara betalkirinê da jî hêj jî astengkirin didome. Beriya ku Dayikên Şemiyê/Mirovan bên, qad ji hêla polîsan ve tê dorpêçkirin. Hêj anonsa belavbûnê nayê kirin polîs êrişê çalakiyê dikin û dest bi binçavkirinan dikin. Bi kelepçeyan çalakvan tên binçavkirin. Her heftê heman rêbazê bikartînin û bi fermana dozgeriyê jî serbest tên berdan.  Gelek caran piştî îfadeyên wan tê girtin li nexweşxaneyan tê berdan. Ev tişt îhlalkirina maf ê.”    Em ê serî li NY’yê bidin    Esma, da zanîn ku çalakiya Dayikên Şemiyê çalakiyeke aştiyane ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Biryara ku ji hêla Qeymeqemtiya Beyogluyê ve hatî girin li dijî hiqûqê ye. Qedexeyên çalakiyên din di malpera walîtîyê de heye lê yên Dayikên Şemiyê nîne. Astengkirina çalakiyê tê wateya xespkirina mafan. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çalakiya 941’an de derbarê kesên ku hatî binçavkirin de biryara neşopandinê dabû. Çalakiya Dayikên Şemiyê çalakiyeke meşrûye û em ji bo raporê delîlan kom dikin. Heftiya borî me derbarê rakirina qedexeyan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Me hemû raporên xwe ji wan re şand. Di pêşeroja pêş de jî em ê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) bidin û rapora xwe ji wan re bişînin."