'Em ê bi yekgirtina xwe bersivê bidin qutkirina avê' 2023-08-15 09:02:24   Mîdye Miqted   HELEB - Endama Komîteya Avê ya Şaredariya Şehbayê Emîne Reşîd û Cîgira Meclîsa Giştî ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan têkildarî siyaseta dewleta tirk a qutkirina avê ya li ser herêmên Firatê ev tişt anîn ziman:" Dewleta tirk bi vê siyasetê dixwaze jiyana gelê kurd tune bike, projeya neteweya demokratîk têk bibe lê belê em ê wekî jinên Rojava bi yekgirtina xwe bersivê bidin hemû cureyên êrişên dewleta tirk."   Dewleta tirk ji roja ku sala 2019'an Serêkaniyê kir binê kontrola xwe ava stasyona Elokê qut dike. Av li dijî gelan wekî çekekê tê bikaranîn. Siyaseta qutkirina avê ya dewleta tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana bi milyonan mirovan dixe nava metirsiyeke mezin. Di heman demê de jî di demê berê de ava çemê Xabûrê jî li ser herêmê qut kiriye loma jî ji ber çem veguheriye çiravê, gelek nexweşî belav bûne. Qutkirina avê bandoreke neyînî li ser tendirustiyê çêdike û rêya qeyraneke navxweyî jî vedike.    Têkildarî mijarê Endama Komîteya Avê ya Şaredariya Şehbayê Emîne Reşîd û Cîgira Meclîsa Giştî ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan nirxandin kirin. Jinan di nirxandinên xwe de peyama yekîtiyê ya li dijî hemû êrişên dewleta tirk dan.    'Dewleta tirk dixwaze civaka kurd qir bike' Cîgira Meclîsa Giştî ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan wiha derbarê siyaseta dewleta tirk de bertek nîşan da û got:"Dewleta tirk a dagirker bi hemî cureyan êrîşên xwe bi ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, dide meşandin. Armanca wan a van êrîşên domdar qirkirina civaka kurd e. Dewleta tirk dixwaze ji hemî aliyan ve civaka kurd tune bike û wan ji hevdu bide cudakirin. Dixwaze berxwedana welatiyên Rojava ya ku ewqas sal berdewam dike, vala derbixe."   'Ji bo kêmasiyên xwe veşêre êriş dike'   Di berdewamiya axaftina xwe de Arînê ev tişt anî ziman û got:"Ji ber dewleta tirk di van demên dawî de ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve zêde ketiye nava astengiyan êriş dike. Ji bo vana veşêre bi hemû awayî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Ji bo kêmasiyên xwe veşêre êriş dike. Hem bi riya rakirina balafirên keşfê hem bi riya qutkirina avê, bi ser welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve diçe. Di her demê de siyaseta xwe ya qirêj dide meşandin."   Dewletên navneteweyî bi erka xwe ranabin   Arînê bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî û wiha bêdengiya dewletên navnetewî nirxand:"Siyaseta çewt û qirêj a dewleta tirk berdewam e. Di heman demê de bêdengiya dewletên navneteweyî jî berdewam e. Tevî ku em bang li rêxistinên mafê mirovan jî dikin lê belê ji bo civaka kurd heta niha tu bertek nedane nîşandan. Ev yek jî berdewamiya siyaseta dewleta tirk a qirêj û çewet e."   Xweseriya demokratîk bi gelan re dibe alîkar   Derbarê Xweseriya Demokratîk û rabûna bi erka xwe ya li hember gelê kurd Arînê wiha got:" Xweseriya Demokratîk her carê li kêleka gelê kurd disekine û jê re dibe pişt. Xweseriya Demokratîk ne tenê gelê kurd alîkariya gelên din jî dike. Mînaka wê jî îro rojane xweseriya demokratîk sehrîcên avê ji bo welatiyên Hesekê rê dike."   'Divê em bibin yek'   Di dawiya axaftina xwe de Arînê banga tevahî gelê kurd kir ku bi hev re bibin yek û wiha axaftina xwe bi dawî kir:" Ji bo ku em daxwaza dijmin vala derbixin, pêwîst e em bibin yek. Her wiha em weke rêxistinên jinan her dem xwe bi têkoşînê re nûjen bikin da ku em li hember hemî siyasetên qirêj ên dewleta tirk bibin mertal. Dewleta tirk bi vî şerê xwe yê qirêj armanc dike ku projeya netewa demokratîk ji holê rake û gelê kurd ber bi qirkirinên çandî, civakî û siyasî ve bibe. Loma divê em bibin yek"   'Di vê hewa germ de avê qut dike'   Di heman demê de Endama Komîteya Avê ya Şaredariya Şehbayê Emîne Reşîd bertek nîşanî qutkirina avê da û wiha pê de çû: "Dewleta tirk bi hemî kiryarên xwe yên qirêj îro êrîşî welatiyên me dike. Di vê hewa germ de avê qut dike. Di  havînî de tu kes bê av nikare jiyana xwe bidomîne. Li ser welatiyên me yên Hesekê av daye qutkirin. Ev yek wê bi xwe re karesatek mirovî derxe holê."   'Qutkirina avê yek ji tundiya herî mezin e'   Emîneyê da zanîn qutkirina avê yek ji tundiya herî mezin e û wiha bi dawî kir:"Dewleta tirk îro avê bi ser welatiyên me yên Hesekê dide qutkirin. Sibehê wê li ser me jî bide qutkirin, lewma em bang li tevahî rêxistinên mirovî dikin da ku berteka xwe li hember van kiryarên hov bidin diyarkirin. Ji ber qutkirina avê yek ji tundiya herî mezin e û bi serê mirovan de îro tê kirin."