Gumanbar heye lê ceza tune ye 2023-08-14 09:02:23     Elfazî Toral    STENBOL - Li Kurdistan û Tirkiyeyê kuştin, destdirêjî û tundiya li hember zarokan zêde dibe û di encama polîtikayên bêcezahiştinê ya desthilatdariyê de gumanbar tên xelatkirin. Ji Komîsyona Jinan a OHD’ê Canan Kaya diyar kir ku dewlet ji bo gumanbaran ceza dadixîne û daraza mêr gumanbaran xwedî dike.   Li çeteleya ajasa me ya ji meha çileyê heta tîrmeha 2023'yan 10 zarok hatin kuştin. 22 zarokan bi guman jiyana xwe ji dest dan. Dîsa li gor daneyên ajansa me ji serê salê heta niha 166 jin hatin kuştin, 108 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan.    Ji Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Canan Kaya der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Daraz gumanbaran diparêze’   Canan, balkişand ser zêdbûna bûyerên tûndî, destdirêjiyê û got dewlet gumanbaran diparêze û wiha dirêjî dayê: “Ji ber daraz di nokteyeke ku gumanbaran xwedî dike de ye. Jin û zarokên dema tundiya mêr dibin darazê bi riyê mêr re tên rû hev. Dewlet gumanbaran diparêze. Jin û zarok hewce bi hawirên ku dikarin xwe îfade bikin dibînin.”   ‘Ji bo gumanbaran ceza tê daxistin’   Cananê balkişand ser mijara beratkirina gumanbaran û wiha bi lêv kir: “Gumanbar tenê wek beratkirinê hêzê nagire. Yanî cezayên gumbaran wisa tê daxistin, gumanbar dibêje ez çi bikim jî ez ê ceza negirim ez azad im. Jin û zarok ji aliyê gumanbaran ve tên tehdîdkirin. Daraz cezayên gumanbaran pir dadixînin. Li şûna pergaleke bi edalet pêk bê, cezayê gumanbaran tê daxistin an jî tê taloqkirin.”   ‘Hêzê didin gumanbaran’    Cananê balkişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê û Peymana Stenbolê bi bîr xist: “Ji Peymana Stenbolê di şevekê de vekişiyan. Gumanbarê Pinar Gultekîn gotibû baş e ku Peyman hatiye fehskirin. Feshkirina Peymanê ji bo gumanbaran dibe hêz. Divê pergala hiqûqê îfadeya jin û zarokan esas bigire. Divê di vê nokteyê de pêş bikeve. Li dijî van divê têkoşîna me ya rêxistinbûn û piştevaniyê hîn bêtir xurt bibe.”