Gulcan Kaçmaz Sayyigit: Civînên bi gel re bûn eynik 2023-08-08 09:10:28     Marta Somek   STENBOL - Ji parlamenterên Partiya Çep a Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyigit da zanîn piştî civînên bi gel re yên sê mehan dewam kirin kampa sê rojan dest pê kir û ev bi vê yekê re ewl hewl didin ji pêvajoyê re bibin bersiv. Gulcanê bi lêv kir civînên bi gel re ji bo me bûn eynik û got ew ê li ser bingeha rêya sêyem xebatên xwe bidomînin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk bi çarçoveya avakirina nû di hefteya yekemîn a tîrmehê de starta civînên gel da. Her alî tevlî civînên gel ên li Kurdistan û Tirkiyeyê bûn. Bi hevdîtina bi jinan re û bi civînên gel, bi pêşniyarên gel û nirxandinên bi hev re nexşerêya wê pêvajo çawa bê xurtkirin, hat diyarkirin. Piştî civîn di 30'yê Tîrmehê de qediya şûnde parlamenteran di 4'ê tebaxê de dest bi kampa çar rojan kirin. Li vir pêvajoya nirxandinê dest pê kir. Di sê rojan de gotin, nirxandin, rexne û pêşniyarên gel hat destgirtin. Bi vê re pêvajoya wê konferans û kongre pêk werin hat honandin.    Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit pêvajoya ber bi kongreyê ve, civînên gel, nîqaşên partiya wan pêş dixe nirxand.    'Gelê kurd berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih anî'   Gulcanê da zanîn wan di 14 û 28'ê Gulanê de wekî Partiya Çep a Kesk ji aliyê herêmî ve xebatên girîng li dar xistine û wiha lê zêde kir:"Xebatên demdirêj ên bi pêşengiya jinan ketiye meriyetê hene. Piştre bi xebatên hilbijartinê me ev dewam kir. Di 14'ê Gulanê de di bin hêviyê me re me encamek bi dest xist. Di 28'ê Gulanê de di pêvajoya 10-15 rojan de em hîn bêtir xebitîn. Hedefeke me ya sereke hilweşandina rejîma 100 salî bû. Me xwest em tiştekî nû ava bikin. Mixabin me encameke ne bi dilê xwe bi dest xist. Di 28'ê Gulanê de gelê kurd îradeya xwe derxist holê. Gelê kurd berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih anî. Divê em li ser vê esasê binirxînin."   Wê xeta 'rêya sêyem' bê dewamkirin   Gulcanê da zanîn ji bo ew derbarê encamên bi dest xistine lêpirsînekê bikin jî wan dest bi xebatan kirine û wiha pê de çû:"Me di destpêkê de ji ser navendê civînên xwe li dar xist. Piştre jî derbarê herêmên me de. Me bi rêxistinênên xwe yên navçe û navendê bi lijneyên xwe ev civîn xistin meriyetê. Civînên me yên gel piştre dest pê kir. Me ji 15'ê Tîrmehê dest pê kir û lme heta 30'yê Tîrmehê dewam kir. Civînên bi gel re ji bo me bûn eynik û em ê li ser bingeha rêya sêyem xebatên xwe bidomînin. Ev bû wekî eynika ji bo çi me ji gel qut pêvajoyeke bi rê bir. "   'Em ê bi gavên bi hêz rêya xwe bidomînin'   Gulcanê bi lêv kir ku wan kampa sê rojan wekî parlementer dane destpêkirin û wiha got:"Me dest bi xebata xwe ya xweser kir. Em ê van xebatên xwe yên bi hev re bidomînin. Em di vê baweriyê de ne. Belê aliyên me yên kêm pir in. Lê belê bi civînên me kir em dizanin ku em ê pêşiya xwe hîn baştir bibînin. Li cihê me lê winda kir em ê dest bi avakirineke nû bikin. Di pêvajoya li pêş me em ê dîsa pêşniyar, rexne, nirxandinên gel bigirin ber çavan û xebatên xwe bidomînin."