Tecrîda li Îmraliyê bandorê li hemû girtîgehan kir 2023-08-07 09:11:56   Dîlan Babat   ENQERE - Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen der barê binpêkirina mafan a li girtîgehan de axivî û da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li ser hemû girtîgehan kiriye û got: “Heta pergala tecrîdê neye rakirin wê girtî hêdî hêdî terkî mirinê bên kirin.”   Tecrîdan giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li ser hemû girtîgehan kiriye û binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj giran dibin. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Ceza; li Tirkiyeyê ji 1’ê hezîrana 2023’yan şûnde 282 saziyê înfaza ceza ya girtî, 93 saziyên înfaza ceza ya vekirî ya mustakîl, 4 malê perwerdê yên zarokan, 11 girtîgehên jinan yên girtî, 8 girtîgehên jinan yên vekirî, 9 saziyên înfaza ceza ya girtî ya zarokan bi giştî 407 saziyên înfaza ceza hene. di 2022’yan de 22 girtîgehên nû hatin vekirin.   Endama Komîsyona Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de nirxandin kir. ‘Rejîma hepskirinê bi fîlî li holê ye’   Nurayê destnîşan kir ku tiştên li girtîgehan tên jiyîn ji siyasete serbixwe nîne û wiha vegot: “Bi destê desthilatdariyê pêkanînên ‘ewlehiyê’ pêk tê û avakirina rejîma hepskirina ku mirovan ceza dike tê afirandin. Li girtîgehê 407 girtîgeh hene. Ev rewş divê hem di alî civakî hem di alî siyasî de bê dîtin. Lê qada siyasî vê nabîne. Li Tirkiyeyê gelek mirov tên girtin û berdan. Daneyek hejmarî ya wisa jî heye. Rejîma hepskirinê hatiye avakirin. Pêkanînên li girtîgehan ji qada siyasî serbixwe nîne. 2023’yan wê ji 2022’yan zêdetirî bîne. Her sal binpêkirin zêde dibin.”   ‘Girtîgehên Tirkiyeyê qutiyên girtîne’   Nurayê balkişand ser lêgerînên tazî û got dema navê lêgerîna tazî tê guhertin teşe naguhere û wiha vegot: “Serlêdan tên kirin em van binpêkirin dibînin. Girtiyên sewqî girtîgehên din dikin bi lêgerîna tazî re tên rû hev. Girtiyên li dijî vê derdikevin tên derbkirin. Der barê derbkirina girtiyan de pêvajoyek lêpirsînê nayê meşandin. Berovajî vê ceza didin girtiyan. Girtîgehên Tirkiyeyê wek qutiyên girtîne.”   ‘Tecrîda Îmraliyê neyê rakirin ya li ser civakê jî nayê rakirin’   Nurayê destnîşan kir ku dema binpêkirin destpê bikin û çareserî çênebe ev li hemû qadan belav dibe û wiha dirêjî daye: “Tecrîda li girtîgehan ji tecrîda li ser Abdullah Ocalan serbixwe nîne. Tecrîda giran ya li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. 19 girtîgehên ewlehiya bilind yên bi destê dewletê hatine avakirin Tîpên S û Y dest bi pêkanînê kirine. Van Tîpan tîpên F li pey xwe hiştine. Li girtîgha Îmraliyê demek dirêje heye. Pêkanînek taybet ya ku hemû matan tune dike li Îmraliyê pêk tê. Parêzer malbat nikarin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Tecrîdek giran heye. Heta tecrîda Îmraliyê neyê rakirin ya li ser civakê jî ranabe.”   ‘Qanûnên tên derxistin li ser newekheviyê tên avakirin’   Nurayê daxuyakirin ku der barê ku sererastkirina înfazê bi awayekî wekhev pêk bê di raporên xwe de bicih kirine û got: “Der barê sererastkirina înfazê hewldanên me ji bo wezareta dadê didomin. Em her tim di hewldanan de ne. Me bi wezîrê dadê yê berê re hevdîtin nekir. Li Tirkiyeyê der barê sererastkirina înfazê de gelek rewş dikare bibe mijara gotinê. Lê mijara esas eve;di înfazê de mixabin wekhevî tuneye. Di sererastkirina Covid-19 de tevî me got divê girtyên nexweş bên berdan, pêşniyarên me pêk nehatin. Her qanûna tê derxistin li gorî berjewendiyên xwe derdixin. Qanûnên tên derxistin li ser newekheviyê tê avakirin. Bi vî awayî jî girtiyan hêdî hêdî terkî mirinê dikin.”