Dayika Denîz Firat: Ew bi ruhê hevalan mezin bû 2023-08-07 09:10:39       NAVENDA NÛÇEYAN - Rêwitiya azadiyê ya Rojnameger Denîz Firat ji Bakur destpê dike heta Rojhilat û Başûr berdewam kir, dayika wê Sultan Yildiztan, diyar kir ku Denîz ne wekî zarokên din mezin bû, ne bi zarokatiya xwe şabû û ne jî lîst û got: "Çend biçûkbû jî dilê wê her mezin bû. Ew bi rihê hevalan mezin bû. Her li pêy heqîqetê bû."    Rojnameger Denîz Firat ku têkoşîna wê ji zaroktiyê ve ji bakurê Kurdistanê dest pê dike, heta Rojhilat û li Başûr berdewam dike. Ji bo heqîqetê, bi pênûs û kamereya xwe rêwîtiya azadiyê heta dawiyê berdewam kir.    Leyla Yildiztan bi nasnav Denîz Firat, di sala 1984'an de li gundê Xecê Xatûn ê navçeya Ebexa Wanê ji dayik bû. Ji ber ku gund di navbera sînorên Rojhilatê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê de bû malbat gelek caran bi êriş û zilma dewletan re rûbirû diman. Ji ber zextên zêde di sala 1990'an de Denîz bi malbata xwe re berê xwe da bajarê Maku yê rojhilatê Kurdistanê. Piştî demek kurt ji Makuyê jî derbasî Urmiyê dibin. Dûrê mayîna wan a li bajarê Urmiyê jî dikeve xeteriyê û vê carê jî berê xwe didin çiyayê Xakurkê.    Denîz di sala 2007'an de derbasî xebatên çapemeniya jinê dibe. Denîz demek dirêj xebatên kovara Tanriça Zîlan a ku li Qadên Parastina Medya tên çapkirin û ji bo radyoya Dengê Welat bernameya Rojeva Jinê çêdike. Di sala 2011'an de jî derbasî xebatên ragihandina YRD’ê dibe û li wir ciyê xwe di xebatên nivîskî û dîtbarî de digire. Di sala 2013'yan de di konferansa rojnemevanan de Denîz weke endama koordînasyonê tê hilbijartin û li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) rojnamevanî dike.    Li wargehê rojnameya Rojeva Welat a heftane çap dike, li gel wê ji kanala Stêrk Tv re bernamên taybet çêdike. Ji Kovara Tanriça Zîlan re nivîsan dinivîse, di heman demê de ji ajansa JINHA'yê re nûçegîhaniyê dike.     Di 8'ê Tebaxa 2014'an de di dema şopandina êrişên DAIŞ'ê ya li hemberî wargehê de, Denîz bi giranî birîndar dibe û li nexweşxaneya li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê rojnamevan Denîz bi girseyî ber bi Wanê ve tê birêkirin. Denîz li gundê Xecê Xatûnê li ser milê rojnemegerên jin dispêrin axê.    Dayika Denîz Firat Sultan Yildiztan derbarê sêrpêhatiya malbat û Denîzê de ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî.   'Zarokek jîr bû' Sultan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zarokatiya Denîzê û serpêhatiya malbatê û got: “Denîz di nav malbatê de zarokek jîr bû. Di zarokatiya xwe de jî bi mezinan re mezin û bi biçûkan re biçûk bû. Zarok bû lê belê dema gotinek dikir bandorê li her kesî dikir. Deniz hêj biçûk bû dayika wê jiyana xwe ji dest da. Dema ez hatim tevlî malê jî bûm Denîz hêj biçûk bû. Di nav malbatê de gelek dihat hêzkirin. Ji xwe bavê Denîzê vê demê milîstî dikir û diçû Rojhilat."   Destpêka koçberiyê...   Koçberiya rojnameger Denîz hêj di temenê biçûk de dest pê kir û dayika wê Sultan destnîşan kir ku ji ber zilma dewletê bavê Denîzê her karê xwe ji malbatê vedişart û wiha bi lêv kir: "Ji ber karbarê bavê Denîzê leşkeran bi ser mala me de girt û bavê Denîzê êdi neçar ma ku biçe Rojhilat, em jî bi wî re derketin. Em li Îranê hatin binçavkirin û piştre hatin berdan, lê zext û zordariya dewleta Îranê ya li hemberî me berdewam kir û me ji neçariyê berê xwe da Zagrosê û piştre jî derbasî Xakûrkê bûn. Belê dema mirov wisa devkî dibêje rihetî tê xuyakirin lê rastî pir zehmet bû."   15 rojan di nav şer de man   Malbata Denîzê vê carê jî berê xwe da Xakûrkê, Sultan wiha behsa rêwîtiyê kir: "Me xwe gihand Xakûrkê. Dema êrişê li Xakûrkê kirin jî zarokên min biçûk bûn, hevalên li vir dihatin her yek zarokek min digirtin û ji êrişan diparastin. Birçibûn û tîbûn hebû. Bêderfetî hebû. Lê min û zarokên min jî tu carî li hemberî wan bêderfetiyan xwe aciz nekir, berowajî vê yeke bêtir girêdanbûna me bi hevalan re çêdibû. Em 14 rojan di nav şerê sala 1991’an de man. Em derbasî Sîdekanê bûn. Di nava malbatan de ji me re jî konek vedan em 15 rojan li vir man heta şerê xiyanetê."   Binefş, Sarya û Denîz...   Sultan di axaftina xwe de wiha bal kişand ser taybetmendiya Sarya û Denîzê: "Binefş hêj em li Rojhilat bûn tevlî partiyê bû. Bavê Denîz rojek hat got 'Ez ê zarokan bigirim biçim serdana Binefşê'. Min jî cilên Sarya û Denîzê lê kir û erebê siwar kir, şand. Sarya û Denîz ne wekî zarokan bû. Bi rihê hevalan mezin bibûn. Wekî zarokên gundiyan û milet mezin nebûn. Ne bi zarokatiya xwe şabûn û ne jî lîstîn. Ger biçûkbûn lê dilê wan mezin bû. Sarya û Denîz çûn serdana Binefşê. 15 roj qediya û dûrê şerê îxanetê dest pê kir. Denîz 11 salî û Sarya jî 10 salî bûn, dibin top û bombebaranê de mabûn. Em li ser ban radiwestiyan û her çavê me li çiyê bû. Ne şev şev bû ne roj roj bû. Demek şûnde em derbasî Ranyayê û piştre jî Zelê bûn. Piştî demekî Sarya û Denîz ji ber ku biçûk bûn carek din şandin malê. Lê nedixwestin ku bên malê. Ji min re gotin 'Ev hevalên ku li ber çavê me şehîd ketin ez ji wan ji bîrnakim û me soz da û em tu carî venagerin li malê."   'Denîz û Sarya li Zelê li cem hevalan man'   Sultan di axaftina xwe de wiha bal kişand ser tevlîbûna Sarya û Denîzê: “Sarya û Denîz êdî li Zelê li cem hevalan man. Em li Ranyayê bûn heta sala 1993’yan, Bavê Denîz ji ber ku hat girtin em carek din hatin Zelê. Her şev yek dihat li cem min û radizan. Carek Denîz û carek jî Sarya. 13 malbatên ku ji Bakur hatî li Zelê bûn. Li vir jî Denîz her tim dihat serdana me û ya malbatan. Piştî demekî Binefş jî hat. Piştî êrişa sala 1994’an a li hemberî Zelê gelek welatiyên ji Bakur û Başûr hatî şehîd ketin. Piştre yên saxmayî berê xwe dan Ranyayê. Dem demî em diçûn serdana Denîz û Saryayê.”   Denîz di saziya ciwanan a wargehê de cih girt    Dayika Denîzê Sultan di axaftina xwe de wiha behsa hatina Denîz Firat a li Wargeha Mexmûrê kir: “Piştî ewqas cih me guhert em hatin Mexmûrê. Di sala 2004’an de gotin dê Denîz bê wargehê. Em pir bi heyecan bûn. Em her li ber derî bûn. Serê sibê deriyê me lê ket û Denîz hat malê. Li wargehê di saziya ciwanan de cih girt. Carek min hers pirsa wê kir ka tu çima nayê malê lê ev jî bersiva ‘Dayê ez êdî heval im, ez li cem te naminîm’. Dem demî diçû nava hevalan û dihat. Herî dawiyê jî heta 2006’an li çiyê ma."   Destpêka karê rojnamegeriyê ya Denîz Firat   Destpêkirina karê çapemeniyê ya Denîzê jî Sultan bi wan hevokan anî ziman: "Piştî demekî Denîz ji bo xebatên çapemeniyê hat wargehê. Li Wargehê êdî bibû xebatkarê çapemeniyê. Heta êrişên DAIŞ’ê Denîz li wargehê ma. Xebateke serkeftî di çapemeniyê de pêk anî. Hevaltiya Denîzê pir cuda bû û zûtir têkilî datînî. Tenê silav dayîn ji bo wê têr dikir.  Piştî demekî bû berdevka çapemeniyê ya wargehê. Di her qadê de jîr bû. Hezkirina wê pir zêde bû her wiha bi hewldana xwe jî di dilê her kesî de cih girtî bû.”   'Denîz kameraya xwe girtibû û dîmen dikişand'   Sultan, daxuyand ku Denîz heta êrişên DAIŞ’ê jî di nav xebatên çapemeniyê de bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dibe ku Denîz haya wê dê êriş pêk bê hebû. Tu carî karê xwe nîvco nedihişt û nediçû. Ji bo kar amadekarî dikir. Di 6’ê tebaxê de êrişê wargehê kirin. Lê şerê ku DAIŞ da meşandin şerekî derûnî bû, ne bi hêz bû. Hewldanên wan di nava gel de bibû sedema tirsê. Lê rastiyeke DAIŞ’ê ya hov û wehş hebû. Gel hedî hedî ji wargehê derdiketin. Dema em li ber şaredariya wargehê derketin min Denîz li vir dît. Denîz bi kamereyan bazdida û hewl dida dîmenan bikişîne. Hewl dida ku rewşa heyî bikişîne. Me xwe gihand Hewlêrê lê şêniyên li Hewlêrê jî ji ber tirsa DAIŞ’ê direwiyan. Em herî dawiyê çûn navçeya Heci Ava ya Ranyayê û li mizgeftê de bi cih bûn."   'Heval Denîz gihaştiye şahadetê...'   Sultan, diyar kir ku li mizgeftê ji bo birêvebirina kar baran civînek di 7'ê tebaxê de pêk anîn û got: "Di civînê de komîteyek avakirin. Piştî demekî bang li min û bavê Denîzê kirin. Dema bang li me kirin min jî got ji bo kar û bar e. Lê min dît ku heval di navbera xwe de diaxifin, lê nedikarin bînin ziman û dûre gotin ‘Me demek dirêj e agahî ji hevalên çapemeniyê negirtiye. Her wiha heval Denîz jî bi giranî birîndarbûye û rakirine nexweşxaneya Hewlêrê’. Hinek dem derbas bû û gotin 'Heval Denîz gihaştiye şahadetê...'  Her sê zarokên min dema şehîd ketin em penaberbûn, min şîna wan nekir. Binefş, Sarya û Denîz… Min şîna wan daneynî."   Denîz li gundê ji dayik bûyî hat definkirin'   Daxwaza rojnameger Denîz Firat pêk hat û ew şandin bakurê Kurdistanê û dayika wê wiha behsa daxwaza wê kir: "Me li Sengeserî cenaze pêşwazî kir û me cenazeyê xwe girt em çûn Qendîlê. Piştre heval Leyla Agirî got ‘Denîz gotibû heke ez şehîd ketim û derfetek hebe min rêkin bakurê Kurdistanê’. Heval jî gotin em ê daxwaza Denîzê pêk bînin û em ê wê rêbikin bakurê Kurdistanê. Malbata me yên li Bakur re em ketin têkiliyê. Me cenazeyê Denîz ji deriyê sînor re derbas kir û şand Bakur. Me li Ranyayê şîna xwe danî."   Bêrîtan bû şopdara Denîzê   Sultan herî dawiyê wiha hest û ramanê xwe anî ziman: "Bi rastî êşek gelek giran e. Di her salvegerê de her kêliyên ku em bi hev re jiyabin carek din zîndî dibe. Ev êş û jana ku em bi hev re jiyan tu kes nejiya. Me çawa çavê xwe vekir em di nav şer de bûn û heta îro. Lê em her di nav berxwedan û têkoşînê de bûn. Gelek caran taştê hebû, şîv tunebû, şîv hevbû firavîn tunebû, me zarokên xwe wisa mezin kir. Me vê jiyanê qebûl kir. Me jî dikarî jiyanek baş bijî lê em jiyaneke bêrûmet qebûl nakin. Mirov tenê carekî tê dinê lê divê mirov bi rûmet bijî û bimre. Ev rêya me bijartî reyeke azadî ye em dev jî azadiyê bernadin. Piştî şahadeta Denîzê xwîşka wê ya biçûk Bêrîtan kameraya Denîzê girt û li pêy şopa wê çû."