'Ji bo şikandina tecrîdê yekîtî pêwîst e' 2023-08-04 09:07:05   ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê Sabuha Akdag tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û ev 29 meh in tu agahî jê nayê girtin, şîrove kir û wiha got: "Tecrîd ne bi tenê li ser rêbertî ye de bi sînor e. Ji bilî girtîgehan, li ser, ramyarî û civakê jî ev tecrîd belav dibe."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ev 29 meh in tu agahî jê nayê girtin. Tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, her ku diçe kûrtir dibe. Dema tecrîd berdewam dike di heman demê de jî êrîş li ser xwezaya Kurdistanê pêk tê. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sabuha Akdag şewitandinên dar û daristanên Çiyayê Cûdiyê girê da tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha got: “Di paradigmaya me de parastina jinê, çand, ziman û xwezayê heye. Ev paradîgma jî bi destê serokatiyê hat avakirin. Ji ber vê yekê jî tecrîda li ser serokatiyê tê meşandin li hemû aliyên civakê bandorê dike.”   ‘Dewleta tirk dixwaze gelê kurd bifetisîne’   Hevseroka Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Sabuha Akdag anî ziman ku ev tecrîda ku demek dirêj e li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan tê meşandin, li Kurdistan û Tirkîyeyê belav bûye. Sabuhayê destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze gelê kurd bifetisîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Dewleta tirk dixwaze gelê kurd ji rêberê xwe tu agahiyê negire. Ev domandina tecrîdê ya li ser gelê kurd bandorek mezin dike. Ev tecrîd li girtîgehan jî belav bûye. Niha hevalên me yên li girtîgehê jî di bin tecrîdê da ne. Li ser hevalên me yên di girtîgehê de, bi cezayên rêzkarî, bi lêdanan, bi şewitandinên înfazan ev tecrîd belav dibe. Ne bi tenê li ser rêbertiyê bi sînor e. Ji bilî zindanan li ser ramyarî û civakê de jî ev tecrîd belav dibe. Gelê kurd ji ser rêya xwe ya hêqîqetê vanagere, lê belê ev tecrîda kûr û belavê her alî bûye, li ser civakê bandorê dike û nahêle pêşveçûnek çê bibe.”    ‘Ji bo tecrîd bişkê yekîtî pêwîst e’   Sabuhayê da zanîn ku ev tecrîd bi polîtîkayên şerên taybet derketiye holê û pirsgirêkên jinê, civakê, çandê girêdayî tecrîdê ne. Sabuhayê destnîşan kir ku ev tecrîda bêhiqûqî ya ku bi dawî nabe binpêkirina qanûnê ye. Sabuhayê wiha bi lêv kir: “Ji ber ku mijar kurd û rêbertiya kurd e, naxwazin çareseriyêk bê dîtin û gelê kurd pêş bikeve. Peymana Lozanê jî girêdayî vî tiştî ye. Di komxebata Lozanê de li ser yekîtiya gelê kurd peyamek xurt hat dayîn. Ji bo şikandina tecrîda li ser rêbertiyê û  pêşketina gelê kurd, pêwist e ku em di çar perçeyê Kurdistanê de yekîtiya xwe bi hev re ava bikin.”   ‘Cudahiya bertekên Cûdî û Akbelenê encama tecrîdê ye’   Sabuhayê diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê divê bi piştevaniya gelên din re deng bê derxistin. Sabuhayê da nîşandan ku ev tecrîd li ser her aliyê kurdan bandorê dike û wiha pê de çû: “ Di paradigmaya me de parastina jinê, çand, ziman û xwezayê heye. Ev paradîgma jî bi destê serokatiyê hat avakirin. Ji ber vê yekê jî tecrîda li ser serokatiyê tê meşandin li ser  hemû aliyên civakê de bandorê dike. Heger cudahî bikeve nav şewata Cûdî û talankirina Akbelenê û mudaxaleyên ji bo şewata Cûdiyê bên astengkirin, tê wateyek kûrkirina tecrîdê. "   ‘Xwezaya Kurdistanê bi tenê tê hiştin’   Sabuhayê daxuyand ku xwezaya Kurdistanê bi tenê tê hiştin û ev jî giredayê tecrîdê ye. Sabuhayê gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ev bidengiya Akbelenê û bêdengiya Cûdiyê nîşan dide ku ev tecrîda li ser xwezayê ye. Pêwîst e ku em pêşiya vê bigirin û ji bo hemû deran heman bertêkê nîşan bidin.”