Girtiya nexweş Şukran Afşar dest ji têkoşîna xwe bernade 2023-08-04 09:04:47   Elfazî Toral   STENBOL - Şukran Afşar ya li girtîgeha Bakirkoyê tê girtin û di 15 sal girtina xwe de teşîsa şîzofrenê lê hat dayîn, tevî ku nexweşiya wê her diçe giran dibe ne tê dermankirin ne tê tahliyekirin.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal e li grava Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye û 29 mehe agahî jê nayê girtin. Polîtîka tecrîda li ser Abdullah Ocalan pêk tê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê  li ser girtiyên nexweş polîtîkayên tecrîdê pêk tê û bi hincetên kêfî tahliyeya girtiyan tên astengkirin. Gelek girtiyên nexweş yên li ber mirinê tên tahliyekirin û piştî tên berdan jiyana xwe ji dest didin.  Her wih agelek girtiyên nexweşên giran bi raporê ku ATK yên wekê ‘dikare girtî bimîne’ didin terkî mirinê tên kirin.   Di sê mehan de 968 binpêkirinên maf hatin jiyîn   Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan(ÎHD) a Stenbolê di rojên borî de derbarê serlêdanên ji girtîgehên herêma Marmara û girtîgehên herêmên din hatin ekirin raporeke sê mehan a bi navê ‘Rapora binpêkirina mafan ya girtîgehên herêma Marmarayê’ aşker akir. Li gorî raporê ji di meha nîsan, Gulan û Hezîrana 2023’yan de bi giştî ji 11 girtîgehan 30 serlêdan hatine kirin. Di raporê de hat gotin ku meha nîsanê de 12. Meha Gulanê de 9 meha hezîranê de 9 serlêdanên der barê binpêkirina maf de hatine kirin. Ji 30 serlêdanê 24 mêr û 6 jî jin bûne. 27 jî girtiyê siyasî bûne. Di meha nîsanê de 298, meha Gulanê de 186 di meha hezîranê de jî 242 bi giştî 726 binpêkirinên maf hatine jiyîn. Li aliyê din jî 242 heb jî bi riya çapemeniyê hatine qeydkirin. Bi giştî di sê mehan de 968 binpêkirinên mafan hatine jiyîn.   Şukran û pêvajoya girtina wêyek ji girtiyên di lîsteya nexweşên giran a Herêma Marmarayê ya ÎHD’ê de cih digire Şukran Afşar e. Şukran di 1977’an de li gundê Heviya Kurdî ya Bismil a Amedê hat dinê. 10 xwişk û bira ne. Şukran ji 2008’an de li Mersînê tê girtin. 36 sal ceza lê tê birîn. Dişînin girtîgeha Sîlîfkeyê. Gelek zext û tecrîdê dibîne. Ji wir surgunê girtîgeha Karataş a Edenê dikin. Piştre surgunê girtîgeha Tarsus, Sêrt, Îzmîrê dikin. 5 sale jî surgunê girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat kirin. Li wir teşisa şîzofrenê lê tê kirin. Şukran ku nexweşiyên wê yên giran yên psikolojik hene, divê bi rêk û pêk bê dermankirin. Lê mixabin xwe nikar bigihîne mafê tenduristiyê. Rewşa wê jî her diçe giran dibe. Xwişka wê Rukiye Afşar der barê nexweşî û têkoşîna Şukranê de ji JINNES’ê re axivî.   Ji xweza û têkoşînê hez dike   Rukiyeyê da zanîn ku Şukranê tu carê neheqî qebûl nedikir û jinek pir rast û dirûst bûye û got: “Ji zarokan, jinan û jiyana gund pir hez dikir. Şukran her tim têkoşer bû. Şukranê pir ji xwezayê hez dikir. Ji ax û gîha hez dikir. Gelek ji dayik û hevalên xwe hez dikir. Ez diçim serdana wê tenê ji min wêneyên xwezayê dixwaze. Hevalên wê yên girtîgehê pir jê hez dikin. Berpirsyariyê digire ser xwe û ji têkoşînê hez dike.”   Bila hemû girtiyên nexweş bên berdan   Rukiyeyê destnîşan kir ku nexweşiya xwişka wê her diçe giran dibe û nayê dermankirin û wiha domand: “Şukran heman demê de ji mîdeya xwe nerehete. Her tim ceza didin xwişka min Şukranê. Gelek caran cezayê hücreye danê. Divê em xwedî li girtiyên nexweş derketin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Xwişka min nexweş û divê bê berdan. Divê dawî li vê tecrîdê bê. Divê hemû girtiyên nexweş bên dermankirin û tahliyekirin.”   Rukiyeyê bi lêv kir ku dayika wan Raîfe nexweşe û li erdê ye û got yekane daxwaza dayika wê dîtina Şukranê ye û got ew naxwaze çavên dayika wê vekirî biçe.