Gel di fikra komara demokratîk de tên gel hev 2023-08-03 09:06:21   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Jinan li dijî Peymana Lozanê  banga avakirina jiyaneke nû ya di zemîna têkoşîna hevpar a gelan de kir û destnîşan kirin ku  çareserî bi pêkhatina komareke demokratîk wê pêk bê.    Di 100’emîn salvegera Peymana Lozanê ya di bin navê ‘aştiyê’ de hat rewakirin û polîtîkayên înkar û asmîlîasyonê li gelan ferz kir, ji bo avakirina jiyana nû li her çar alî cîhanê xebatên cuda pêk hatin. Bi taybet gelê tune hatine hesibandin bi daxwaz û bangan hatin gel hev. Yek ji bernameyan panela bi sernavê ‘Di sedsalê de Lozan: Muhasebe û derfet’  ya di 30’ê Tîrmehê de li Şîşlî ya Stenbolê ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve pêk hatibû. Ji her alî kes tevli panelê bûn û bi panelê fikriyata komara demokratîk hat dubarekirin. Rojnameger Saîme Oguzhan û Fusun Çelîker a di encma mubadeleya Yewnanîstanê de malbata wê hatibû koçberkirin der barê bandora Lozanê de nirxandin kirin.   Çareserî komara demokratîk e   Rojnameger Saîme Oguzhan da zanîn ku Lozan ji aliyê serdestan ve wek peymana aştiyê hatiye binavkirin lê ev rastiyê nîşan nade û wiha got: “Lozanê parçebûn û kaos aniye. Dema Lozan tê nîqaşkirin divê mirov xwe bigihînin dîroka rast a gelan û netewan. Xwezî Lozanê aştî bianiya. Çerkez, Ermenî û Suryaniyan mafên xwe girt. Ev ji bo gelên din ne derbasdar e. Kurdan bi zimanê xwe perwerde negirtin. Ez Lozanê wek aştî nabînim. Yên dibînin jî ez lêpirsîn dikim. Hewcedarî bi pergaleke baş a jiyana hevpar heye. Ev jî bi komara demokratîk bi radestkirina mafê gelan pêkan e.”   Ji bo mutabakatek nû banga têkoşîna hevpar   Saîmeyê di berdewamiyê de anî ziman ku divê gel xwedî maf bin ku qedera xwe bixwe tayîn bikin û wiha domand: “Piştî 100 salî divê gel jiyana xwe ava bikin. Civak, rewşenbîr, siyasî divê her kes bên gel hev û mutabakatek nû bê avakirin. Divê ev ne ji DYA ne ji Fransa ne jî ji Îngîlîstanê re bê hiştin. Divê gelên vî welatî bên gel hev û vê bikin. Ez banga têkoşîna hevpar dikim.”   Polîtîkayên qirkirina Lozanê    Fusun Çelîker jî daxuyakirin ku bi Peymana Lozanê re dayika wê bi zor ji Yewnanîstanê koçberî Tirkiyeyê bûye û bavê wê yê Çerkez jî bi polîtîkayên asîmîlasyonê re hatiye rû hev. Fusunê wiha dirêjî daye: “Di pergala perwerdeya li Tiriyeyê de Lozan wek çîroka serkeftinê tê binavkirin. Lê ji bo min û malbata min çîrokên bi êş dihewîne. Aliyê malbata min ji ber êşên kişandine ji bo xwe biparêzin bi zimanê xwe diaxivîn. Zarokatiye me rastî dema ‘welatî Tirkî biaxive’ hat. Ji ber vê em zimanê dayikê fêr nebûn. Zimanê her du aliyan tune bûn. Em di zarotiyê de rastî newekheviyê hatin û digoti ‘tovên yewnan’.”   ‘Peymana Lozanê dijminê hemû nasnameyan e’   Fusun ku ji axa xwe hat kirin, bi Lozanê re zimanê xwe fêr nebû ket pey paşeroja xwe û ji bo lêkolînkirina mubadeleyê weqf ava kirine. Fusunê wiha got: “Hevalek me ji bo em paşeroja xwe fêr bibin em 5 kes anîn gel hev û me Weqfa Mubadiyên Lozanê ava kir. Me li wir Mubadele lêkolîn kir. Me bi mirovên çûne Yewnanîstanê re hevdîtin kirin. Wan ji me zêdetir kişandine. Me di mijara mubadeleya Lozanê de gelek agahî girtin. Peymana Lozanê dijminê hemû nasnameyan e. Ji bo Laz, Çerkez, Suryanî bûye zext. Li ser wan zext kirine. Polîtîkayên înkar û îmhayê xistiye meriyetê. Ez banga  têkoşînê li hemû gelên bindest dikim. Ji bo komarek demokratîk divê têkoşîneke yekbûyî ya gelên bindest pêk bê.”