'Têkoşîna me ya li dijî tecrîdê wê dewam bike' 2023-08-02 09:04:46   Mîdye Miqted   HELEB - Jinên Helebê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kirin ku wê tekoşîna wan a li dijî tecrîdê dewam bike û wiha gotin:"Di tu zagonên dewletên dinyayê de dewamkirina tecrîdeke giran a li ser rêber Apo tune ye. Rêberê banga aştî û azadiyê dike ev 25 sal in di nava çar dîwaran de tê hiştin. Pêwîst e dewlet û rêxistinên hiquqî li hember vê bêmafiya ku tê kirin, bê bersiv nemînin."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ji 2 salan zêdetir e tu agahî jê nayên girtin. Tevî serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbat û parêzeran jî hevdîtin tê astengkirin. Nerazîbûn û çalakiyên li dijî tecrîdê jî hem li Kurdistan hem jî li derveyî welat didomin. Jinên Helebê jî nerazîbûnên xwe yên li dijî tecrîdê anîn ziman û gotin:"Em tu carî dev ji fikir û ramanên rêbertî bernadin. Tekoşîna me heta azadkirina rêbertî wê her berdewam be." 'Tecrîd bi rengekî nû zêde dibe'   Endama Rêveberiya Kongra Star a navçeya Ehdasê Emîne Suleyman da zanîn tê xwestin jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bikin û wiha got:"Tecrîda li ser rêberê me Abdullah Ocalan her berdewam dike. Her wiha her ku diçe bi rengekî nû tecrîd li ser Rêbertî zêde dibe. Bi vê yekê jî dijmin armanc dike ku jiyana rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin."    'Mayîna rêbertî ya di zindanê de ne li gor zagonan e'   Emîneyê bal kişand ser zagonên pêk nayên û wiha pê de çû:" Mayîna rêbertî ya di zindanê de ne li gor zagonan e. Pêwîst e mayîna rêbertî ya di zindanê de berdewam neke. Lê belê hemû rêxistinên zagonî derbarê vê mijarê de bi erka xwe ranebûn. Bê wijdan nêzî mijara rêbertî bûne. Dadgehên ku ji bo mafên mirovan bang dikin ma li ku mane? Wê kengî bi erka xwe rabin? Em baş dizanin ku ev bêdengî bi piştgiriya dewletên navnetewî ye. Ev bi armanca tunekirina vîna gelê kurd tê kirin. Her wiha dixwazin fikir û ramanên rêber Abdullah Ocalan belav nebin."   'Bila rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan bi erka xwe rabin'   Emîneyê bal kişand ser girêdana xurt a gel a derbarê fikir û ramanên Abdullah Ocalan de û wiha got:" Girêdana gelê kurd a bi rêber Abdullah Ocalan mîna goşt û neynûkê bi hev ve ye. Lewma dijmin bi hemû cureyan êrîşa xwe bi ser gelê kurd de dike. Dixwaze me ji doza rêbertî bi dûr bixe her wiha vîn û îradeya me têk bibe. Lê em weke hemî netewan li herêmên Rojhilata Navîn dengê xwe bilind dikin û dibêjin ji vê tecrîdê re, bes e. Bila rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan bi erka xwe rabin."   'Têkoşîna me ya li dijî tecrîdê wê dewam bike'   Emîneyê da zanîn ew ê çalakî û têkoşîna wan dewam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan hebûna me bi me da naskirin. Em jî dest ji hebûna xwe bernadin û soza bilindkirina têkoşîna li dijî tecrîdê didin. Heta rêberê me azad nebe em rehet najîn û çalakiyên me wê her berdewan bikin."   'Em dev ji fikir û ramanên rêbertî bernadin'   Endama Mala Jinê ya navçeya Ehdasê, Roqeya Bekir wiha berteka xwe ya li dijî tecrîdê nîşan da: "Ma ka wijdanê mirovahiyê, çima bêdeng mane? Ma çi sûcê kurdan heye? Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan banga azadî, aştî û demokrasiyê dike. Projeya Netewa Demokratîk li dijî zihneyeta dewletên desthilatdar in. Ev jî ji bo dewletên hegemon metirsiyek e. Loma her diçe tecrîd girantir dibe. Em tu carî dev ji fikir û ramanên rêbertî bernadin. Tekoşîna me heta azadkirina rêbertî wê her berdewam be."