Ji bo Cûdiyê çalakî: Cûdî di bin tecride de ye 2023-07-31 19:58:10   ŞIRNEX - Girseya ku  ji bo şewitandina Çiyayên Cûdiyê bertekê nîşan bidin çalakiyek pêk anîn. Çalakvanan wiha got: “ Em nahêlin ku daristanên Cûdiyê bên tunekirin.”  Newroz Uysal jî wiha got: “ Ev tecrîd û izalasyon e. Tecrîda ku ji İmraliyê dest pê kir didome. Em polîtîkayên şerên li ser Kurdistanê tê meşandin qebûl nakin.”   Li navçeya Şirnexê ya Silopîyê  ji bo qirkirina xwezayê û şewatên ku li Çiyayên Cudiyê de pêk tên,  bertek bê nîşandan bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad, bi dirûşmeya “Ji Cûdî heta Akbelen em xweza û jiyana xwe diparêzin” li binê Dibistana Pêşiya li Taxa Cudiyê de meş û daxuyanî pêk hat.   Çalakiya ku li  bajarên Mêrdîn, Amed, Elîh û Sêrtê de gelek kes tevli bûn,  ji xeyni aktîvîstên TJA’yê endamên Înîsîyatîfa  Meclîsên Dayîkên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk ( DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Endam û rêveberên Partiya Pêşeroja Çep a Kesk, Hevserokên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya ji bo Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Jiyana Xwe ji dest dane (MEBYA-DER), Rêxistinên Ekolojiyê, Parlamenterên Partiya Çep a Kesk Newroz Ûysal, Zeynep Oduncu, Sabahat Erdogan, Zekî Îrmez û gelek sazîyên civata nefermî, rêxistinên girseyên demokratîk tevli bûn.   Parlamentere Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Newroz Uysal daxuyanî da.   ‘Meş hat astengkirin’   Meşa ku li li binê dibistana pêşiyê ya Cumhurîyetê ya li Taxa Cudiyê de pêk bihata bi sedemek “bê destûr” hat astengkirin û çalakvanan li ber deriyê buroya  HDPyê ya navçeya Silopiyê de çalakî pêk anî.   ‘Ev talankirin û qirkirin aqlê cumhurîyetê ye’   Newroz Uysal da zanîn ku ji bo talankirina xwezaya Kurdistanê û qirkirina daristanan dicivin. Newrozê da nîşandan ku her du aliyê welatiyên ku dixwazin meşê pêk bînin tê dorpêçkirin. Newrozê wiha domand: “Ev pergala ku hatiye avakirin, bikêfî û bêhiqûqî ye. Îro li ser bêmirovhiştina, bêxwedîhîştina  erdnigariya me polîtîkayên qirêj tê meşandin. Ev polîtîkaya ku bi salane tê meşandin, aqla cumhuriyetê ye. Di sala 1920’an de li ser qetla wî dîsa daristan hatibûn qetilkirin. Di sala 1938’an de çiya û daristanên Dêrsimê hatibûn qetilkirin. Ev hişmendiya tunekirinê, bi salan e bi destê bend, avakirina santralên nukleer, bi destê şewitandinên daristanên me ekolojiyê qir dike.”   ‘Ev tecrîd û îzalasyon e’   Newrozê da xuyand ku ev hişmendiya ku tê meşandin ji ber sedema tundiya jinê, bêçareserkirina pirsgirêk û tunekirina Kurd e. Newrozê da nîşandan ku ev qirkirina daristanên Akbelenê, şewitandina Çiyayên Cûdiyê  de armanç rant e. Newrozê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Dixwazin daristanên me bê mirov bihêlin. Bê mirovhiştin tecrid û izalasyon e.  Bê mirovhiştin pergala sedsalan ya vê dewletê ye. “   ‘Heta sekinandina polîtîkaya talankirinê têbikoşin’   Newrozê destnîşan kir ku ew piştevaniyê didin li Akbelen, Cudî û da nîşandan ku daristan û xweza ne bi tenê ne. Newrozê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Em li vê derê bangawazî dikin heta ku ev polîtîkayan bên sekinandin, têkoşîna me wê berdewam bibe. Li ser nêzikatiya dewletê ku nahêlin em meşa xwe lidar bixin, em şermezar dikin."   Piştî daxuyaniyê 10 deqîqe çalakiya rûniştinê hat li darxistin. Çalakî bi dirûşmeya “ Bijî berxwedana Cûdîyê” û bi tilîlîyan bi dawî bû.