‘AKP-MHP di sedsala Lozanê de rihê Lozanê didomîne’ 2023-07-31 09:04:31   Marta Somek   STENBOL - Parlametnera Partiya Çep a Kesk Çîçek Otlu diyar kir ku AKP-MHP di sedsala Lozanê de rihê Lozanê didomîne û got: “Redkirina Lozanê redkirina qeyda li Kurdan ketiye. Di heman demê de parastina têkoşîna azadî û wekheviyê ye.”   Di ser Peymana Lozanê ya di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de li Lozanê ya Swîsreyê di navbera Qraltiya Yekbûyî, Fransa, Îtalya, Japonya, Romanya, Tirkiye, Yugoslavya û Yewnanîstanê de hat îmzekirin 100 sal derbas bû. Li hember gelê Kurd û Xiristiyan di bin navê aştiyê de qirkirin û komkujî pêk anîn. Bi Lozanê re Kurdistan li çar parçeyan hat veqetandin.   Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Çîçek Otlu bi wesîleya 100’emîn sala Peymana Lozanê axivî.   Çîçekê da zanîn ku di Lozanê de bi dewletek tirk a bi mantika Osmanî tevdigere re hatine rû hev û got: “Beriya dewleta tirk bê avakirin komkujiyek mezin a Ermeniyan pêk hat. Bi vê peyam didan. Beriya wê Osmaniya komkujiyek mezin a Elewiyan pêk anîbû.  Îsmet Înonu di  hevdîtinên Lozanê de ji Îngîlîstan û Fransayê re got ‘ez wek nûnerê kurd û tirkan hatime’. Ev encam di hevdîtinê de derketibûn. Ya yekem wê Tirkiye bikirina mêtîngeriya aborî ya duyem jî wê li ser vê axê cih neda tu neteweyî. Di encamê de Kurdistan li çar parçeyan hat veqetandin.”   ‘Dewlet li ser îmhaya kurdan hat avakirin’   Çîçekê di berdewamiyê de bal kişand ser van polîtîkayan û got: “Serhildanên Şêx Saît û serhildana Dêrsîmê bi komkujî û xwînê hat çewisandin. Bi hezaran kes hatin qetikirin û surgunkirin. Bi Plana Şark Islahatê belkî jî asîmîlasyona herî mezin li hember Kurdan pêk hat. Dewlet li ser îmhakirina kurdan hat avakirin.”   Polîtîkayên li dijî tevgera azadiya kurd   Çîçekê daxuyand ku piştî vê gelek komkujî pêk hatine û wiha domand: " Têkoşîna azadiya neteweya Kurd mezin bû. Serhildan mezin bûn. Li ser vê  ji bo tevgera Elewî bi tevgera azadiya Kurd re neyê gel hev komkujiyên Mereş, Sêwas û Çorumê pêk hatin. Di salên 90’î de jî tevgera azadiya Kurd mezin bû. Li dijî vê dewleta tirk ket nava tevgerê. Planek din ava kir. Di vê planê de komkujiya Sêwasê pêk anî û nehişt tevgera azadiya Kurd bi tevgera Elewî re bê gel hev. Heta dîroka hatina desthilatdariya AKP’ê komkujî pêk hatin. Di 1980’ê de piştî darbeya 12’ê Îlonê şûnde li girtîgehan komkujiyên mezin pêk hatin. Li zindanên Amedê îşkenceyên mezin pêk hatin. Hewl dan gelê Kurd teslîm bgirin. Di salên 96’an de li Amedê girtî bi îşkenceyê hatin qetilkirin."   ‘Xwestin pêşî li yekîtiya neteweyî bigirin’     Çîçekê daxuyakirin ku di esasê Peymana Lozanê de zîhniyeta yekparêz li gelê Kurd hatiye ferzkirin û got: “Yek netew, yek ziman ferz kirin. Ji bilî tirkan hemû netew, ziman û bawerî tûne hesibandin. Ev polîtîka ji bo parçekirina kurdan û pêşîgirtina yekîtiya neteweya Kurd hat kirin. Bê guman polîtîkaya pêşîgirtina yekîtiya neteweyî hîna didome. Li Rojava hewldana tasfiyekirina Şoreşê didome. Li Bakur polîtîkayên taybet li hember kurdan tê meşandin. Lozanê ev nîşanê me da. Di vê sedsalê de li hember kurdan her tişt kirin. AKP’ê jî dest ji van polîtîkayan berneda. Piştî komujiya Pirsûsê û 7’ê Hezîrana 2015’an şûnde  AKP'ê bi têkçûna siyasî re plana têkbirina Tevgera Azadiya Kurd xist dewrê. Dest ji muzakereyê berdan, peymana Dolmabahçeyê red kir. Piştî 2015’an plana têkbirinê û konsepta êrîşê xistin dewrê. Bi sedan kes hatin qetilkirin. Di berxwedanên Rêveberiya Xweser de êrîşên hovane pêk anîn.”   Peyam zelal e: Em ê li berxwe bidin   Çîçekê di dawiya axaftina xwe de zanîn ku li dijî van polîtîkayan di sedsala Peymana Lozanê de peyama ‘Kurd hene’ hatiye dayîn û wiha vegot: “Peyama me zelal e. Em li her derê ne û em ê her tim li her derê bin. Em ê ji bo mafên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Redkirina Lozanê redkirina qeyda li kurdan ketiye. Di heman demê de parastina têkoşîna azadî û wekheviyê ye.”