‘Bihabûn bandorê li gundan jî dike’ 2023-07-31 09:02:31   Şehrîban Aslan   AMED - Feryaz Akşahîn a li Licê dijî da zanîn ku bi salan e zehmetiyan dikşînin û got: “Her tişt biha bûye. Em diçin bazarê 200 TL didin kîsikekî. Bihabûnê ne tenê li ser bajaran bandor li ser gundan jî kiriye.”   Krîza aborî ku roj bi roj girantir dibe bandorek mezin li ser hemû aliyan dike. Jina bi navê Feryaz Akşahîn a li Licê ya Amedê li gundê Markê dijî diyar kir ku bi salan berê gundê wan hatiye valakirin û niha ji nû ve hatine gundên xwe.   Du salan di kon de man   Feryazê da zanîn ku di 1993’yan de mala wan hatiye şewitandin û ji ber vê bar kirine Amedê û got: “Ji ber aboriyê me nikaribû kirê bidin. Ji ber vê em dîsa hatin gundên xwe. Em hatin gund xanî tunebû. Me alavên xwe kirin mala şînê. Em du salan di kon de man. Niha me xaniyên xwe çêkiriye. Lê kêmasî hene. Me li ber mala xwe baxçe çêkir. Me sebze çand.”   ‘Em 200 TL didin kîsikekî’   Feryazê bal kişand ser krîza aborî û wiha dirêjî dayê: “Her tişt biha bûye. Em 200 TL didin kîsikekî. Yên li gund dijîn jî pir ji krîzê bi bandor dibin. Berê ava me bê saet bû. Hatin saet danîn. Êdî em pere didin avê jî. Ma ev jiyan e? Em nikarin debara xwe bikin. Ez bîdonê pelên mêwê bi 200 TL difroşim. Bi lingan diçim gundên wekî din û ji wir pelê mêwê kom dikim û dibim ber rê difroşim. Em nikarin heqê rê bidin ku biçin bajaran.”   Gelek kes vegeriyan gund   Feryazê diyar kir ku sedema hemû pirsgirêka heman e û got: “Em di 1993’yan de bi zorê hatin koçberkirin. Leşkeran bi ser gundê me de girtin. Em ji malê me derxistin û xaniyên me şewitandin. Li gundiyan îşkence kirin. Me her tişt dît. Zarokên me biçûk bûn. Em koçber bûn. Nan tunebû em bidin zarokên xwe. Lê niha em dîsa vegeriyane gundê xwe. Gelek kes ji bajaran vegeriyan gundê xwe.”