Ji bo Esrayê bang: Tacîz û destdirêjî polîtîkaya şerê taybet e 2023-07-27 09:04:46   Melike Aydin    ÎZMÎR - Mînaka dawî ya destdirêjî û tacîzê ya bi polîtîka şerê taybet li Kurdistanê tê meşandin, li Şemzînanê hat jiyîn. Gumanbarên ku tecawizê Esra Y. ya 11 salî kirin hatin berdan. Jinan diyar kirin ku berdana gumanbaran parçeyek qirkirina jinê ye û got divê her kes li dijî gumanbar û sûcê hatiye kirin bertek nîşan bidin.   Di 27’ê Gulana 2016’an de li gundekî navçeya Şemzînan a Colemêrgê 3 kesên bi navê Veysî, Zahir û Nîhat Yilmaz destdirêjî li Esra Y. a 11 salî kiribûn. Di çarçoveya pêvajoya hiqûqî ya ku zarokê ji xizmên xwe re qala bûyeran kir de 3 gumanbar hatin girtin, doz li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Ji bo 3 gumanbaran ji ber sûcên “îstismara zayendî” û “bêparhiştina ji azadiyê” ji her yekî re 42 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.    Piştî îtîraza êrişkaran a li Dadgeha Îstînafê ya Herêmê, ceza  hat betalkirin û ji bo êrişkaran biryara ji nû ve darizandinê hat dayîn. Lê 8 meh şûnde kesên ku ji ber “nebûna delîlan” hatin berdan. 11 roj şûnde gumanbar hatin berdan. Berdana wan kesan bû sedema xwekuştina Esrayê.   9'emîn danişîna dozê di 17'ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Di danişînê de şandeya dadgehê bi hinceta beşdarbûna êrişkaran a danişînan daxwazên girtinê red kiribû.   Piştî vê jinan bertek nîşanê berdana gumanbaran dan û diyar kirin ku ev parçeyek polîtîka şerê taybet a li Kurdistanê ye.   ‘Parçeyek polîtîka şer e’   Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Balçovayê Sema Mîran da zanîn ku li Tirkiye û Kurdistanê destdirêjiya li hember jin û zarokan zêde bûye û li Kurdistanê ev di çarçoveya şerê taybet de tê meşandin û wiha vegot: “AKP ku dibêje ‘ewil li jinan bixin’, hewl dide bi tacîz û destdirêjiyê jinan bixînin. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê gumanbaran diparêzin. Gumanbar jî dibêjin ‘dewlet ji xwe li pişta me ye’. Wek di mînaka Esrayê de jî tê dîtin, tevî gumanbar tên zanîn jî tên berdan, dîsa tên darizandin û carek din cenaze tê derxistin û li tespîtan digerin. Hewl didin ku pêvajoyê bidin dirêjirin, jibîrkirin û bê ceza bên hiştin. Dibe ku Esrayê jiyana xwe winda kiribe. Lê em hene. Ji bo Esrayên din nemirin divê em xwedî li vê dozê derkevin.”   ‘Feraseta ku dibêje daxwaza zarok heye di dewrê de ye’   Ji Tora Parastina Jinan Emîne Akbaba jî destnîşan kir ku ji roja AKP bûye desthilatdar heta niha qanûnên dijminê jin û zarokan ji meclîsê derketine û wiha anî ziman: “Di 2016’an de jî qanûna ku sûcên li hember zarokan vedişart, bi berxwedana jinê bê vekişandin jî li edliyeya kirin meriyetê. Bi rakirina Peymana Stenbolê jî pêşî li tundiya li dijî jin û zarokan vekirin. Di dozên îstîsmarkirina zarokan de li daxwaza zarok digirin. Em bi zîhniyeteke ku mêr diparêze re rû bi rû ne. Mexdur sûcdar tê nîşandan.”   ‘Dewlet dibêje em li pişta we ne’   Emîneyê, da zanîn ku polîs, cenderme û cerdevanên ku vî sûcî dikin, darizandina wan tê astengkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Musa Orhan jî ji Îpek Er re got ‘Tu li ku gilî dikî bike’ û Îpek Er bi dawîkirina jiyana xwe bedel da. Niha jî heman tişt tê jiyîn. Bi gotin ‘hûn bikin em li pişta we ne’ piştgiriyê didin gumanbaran. Em ê  li dijî polîtîkayên li dijî jin û zarokan de têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Em neçarin edeletê pêk bînin’   Ji Kovara Kaldiraç Fatma Nur Guçlu jî daxuyakirin ku ew wek jinên şoreşger hemû banga têkoşînê li  her kesî dikin ku li dijî sûcên li hember zarokan bêdeng nemînin û wiha vegot: “Her ku gumanbar bêceza dimînin sûc tên kirin. Yên ku me xilas bikin em min. Em ji wan edeletê napên. Em neçarin edeleta xwe pêk bînin. Divê em ji bo hemû zarokan têbikoşin. Li Kurdistanê hilweşînek mezin heye. Ev şer li her derê belav dibe. Yek ji sedema ku gumanbar nayên darizandin jî ev e. Ez bang li hemû kesî dikim ku bibin dengê zarokan.”   ‘Divê gumanbar demildest bên girtin’   Tugçe Kizildemîr jî bertek nîşandan û bi lêv kir ku tundiya mêr a li dijî jin û zarokan di 20 salên dawî de zêdetir bûye û gumanbar bi bêcezahiştinê tên xelaskirin û li ser vê zarok întîxar dikin. Tugçeyê destnîşan kir ku gumanbar jî sûcên xwe berdewam dikin û wiha dawî lê anî: “Divê demildest gumanbar bên girtin. Baweriya civakê bi hiqûqê nemaye. Gumanbar bi bêcezahiştinê tên xelatkirin.”