Jinên Wanê bertek nîşanê hikûmetê dan: Em nikarin debara xwe bikin 2023-07-27 09:03:52     Rojda Aydin - Zelal Tunç   WAN - Jinên Wanê, bertek nîşanê qeyrana aborî dan û dan zanîn ku bi kevçî didin û bi çoçikê distinîn û gotin:  “Em nikarin debara xwe bikin. Em bang li hikûmetê dikin ku dawî li vî şerî bîne û li dijî qeyranê gavên çareseriyê bavêje.”    Ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP û MHP’ê ya ku bi salan e dimeşîne qeyraneke kur a aboriyê derket holê. Qeyrana aborî  piştî hilbijartina giştî ku careke din heman iqtîdar hat serî bandora xwe bêhtir li waelatiyan dike.  Welatî êdî nikarin pêdiviyên xwe yên rojane jî pêk bînin.    Jinên Wanê ku bal kişandin ser qeyrana aborî û polîtîkayên îkdîtarê, ji ajansa me JINNEWS’ê re axivîn.    ‘Bi kevçî didin bi çoçikê tistînin’   Ayşenûr Medîneoglu, anî ziman ku di demên dawîn de hertişt biha bûye û wiha axivî: “Di aliyê aboriyê de newekheviyeke mezin tê jiyîn. Lê sedema vê yekê ew e ku tu empatî nayê kirin.  Bi kevçî didin bi çoçikê distînin. Li metropolan şert û mercên xebatê gelek kêm in. Li herêma me jî mirovan berê debara xwe bi sewlkariyê dikir. Lê sewalkarî jî nema. Ji ber ku kar tuneye ciwan hemû betal mane. Ez li malê me û herî zêd bi karê mitbexê mijûl dibim. Kîloya firîngiyan herî kêm 20 TL ye. Ez ne kîlokö 23 kîloyan distînim. Dema ku diqede neçar dimînim ku carekedin bixwazim. Dema ku dixwazim dibêjin ‘çawa bû zû xilas bûye’. Ji bo ku carekedin tiştên dixwazim bistînim divê di ser re hinek dem derbas bibe. Zarokek min a 6 salî heye. Ji bo ku baş bê xwedîkirin nikarim her tiştî bistînim. Lê gelek zarokên ên di rewşa zaroka min de hene. Di heman demê de ji vê qeyranê herî zêde jin bi bandor dibin. Ji ber ku tiştên distînim zû diqedin û  nikarim şûna wan dagirmim. Ev jî zêde bandorê li min dike. Dema tiştek distînim, tiştek din kêm dibe. Nikarim hemûyan bi carekê re ne bixwazim û ne jî bistînim.”   ‘Divê şer bê bidawîkirin’   Ayşenûrê, da zanîn ku şerê heyî bandorê li aboriyê dike, di be sedema qeyranê û wiha got: “Divê rêvebirên welêt pêşiyê ji bo aramiya welat bixebitın. Heta ku li welatê xwe aramiyê ava nekin divê mudaxeleyî welatên din nekin û sedem çi dibe bila bibe divê şer nekin. Ger ku ez serokkomar bûma, min ê pêşî rewşa welatê xwe sererast bikira. Min ê mûxadeleyî rewşa navxweyî ya welatên din nekira. Ji ber vê yekê jî daxwaza me ji rayedaran ev e ku demildest ji bo vê qeyranê gavê biavêjin.”   'Her ku qeyran kûr dibe, tundî zêde dibe'   Fatma Seyît jî ku di mexazeyê de dixebite, destnîşan kir ku ev du heftene karê wan sekiniye û nikarin tu tiştekî bifroşin. Fatma ya ku dibêje “Kar tune ye”, bertek nîşanî rayedaran da û wiha axivî: “Rewşa hemû kesî gelek xirabe. Mirov derdikevin ji bo danûstandinê lê ji ber ku pere tune ye  nikarin tu tiştekî bistînin. Ji ber vê yekê jî hem kesên distînin û hem jî kesên dikirin dibin mexdûrên qeyranê.  Li aliyekî din jî ji ber qeyranê tundî jî zêde bûye. Kesên ku kar nabînin û nikarin debara xwe bikin derûniya wan xira dibe. Bi vê yekê re tundî zêde dibe û herî zêde jî li jinan tundî tê kirin. Rewşa aborî gelek xirabe. Ger ku hemû kes li dijî vê qeyranê bibe yek dê ev pirsgirêk çareser bibe. Herkes gazincan dike, lê yekîtî tune ye. Ger ku em bi hev re tevbigerin em ê pirsgirêkan çareser bikin. Li aliyekî din wek jinên xebatkar divê em  bikairn pêdiviyên xwe bi cih bînin. Lê ev têrê nake û hertim aliyek kêm dimîne. Bi vê yekê re pirsgirêkên malê jî derdikevin. Dema ku em niha lê dinêrin qeyran du qat zêde bûye.”   ‘Em nikarin debara xwe bikin’   Fîlîz Çeleng jî da zanîn ku ji ber qeyranê jiyan gelek zahmet bûye û ev tişt anî ziman: “Em nikarin debara xwe bikin. Em niha di xaniyên kirê de dimînin. Em hatine wê rewşê ku êdî nikarin nan jî bistînin. Kirê gelek zêde bûne û hîn jî zêde dibin. Kirêya xaniyê min 2 hezar e. Ligel vê yekê danûstandina mitbexê û fatûreyên ceyran, av û gazê jî hene. Em hemûyan nikarin çareser bikın. Ji ber ku kar tune ye. Em hemû li destê hevjînê min dinêrin. Ji ber ku tenê hevjînê min dixebite û mûçeyê wî ji bo debarê kêm dimîne. Hin rojan dolaba me vala dimîne. Goştê sor em di cejnê de dibînin. Sedema vê qeyranê hikûmet e. Hikûmetê her tişt biha kiriye. Em digot wê piştî hilbijartinê rewş baş bibe lê xirabtir bû. Dolar biha bû, zêr biha bû. Tundiya  li ser jinê zêde bû. Em vê tundiyê şermezar dikin. Mêr ji ber nikarin nan bîn malê tundiyê zêde li jinan dikin. Em di vê pêvajoyê de sed mîlyar bigirin encax ji bo debarê têr bike. Pere têr nake. Hejmara malbata me zêde ye. 5 keç û 2 jî kurên min hene. Em bi zehmetî debara xwe dikin. Em dixwazin rewş baş bibe. Aboriyê baş bikin. Bila me jî bibînin. Erebeyên wan hene û aramiya wan di cih de ye. Lê ka bila li rewşa me jî binêrin. Kanî û destavên wan bi zêr hatine çêkirin.  Li Mirovan nafikirin. Mirov kedê didin lê ew dixwin.”   ‘Em bi zorê debara xwe ya rojane dikin’   Kumri Yaray jî destnîşan kir ku ji deh rojan carekê derdikevin danûstandinê dikin û wiha axivî:“Ger ku pereyê me hebûya em ê ji çend rojan carekê bikaribûna derkevin. Em bi zorê debara xwe ya rojane dikin. Kar tune ye zarokên min bexebitin jî û 50 hezar TL jî hebe têra mehekê nake. Ne ji me biçin ji kesên rayedar bipirsin. Kesên mexazeyên wan hene nikarin firotinê jî bikin. Hemû kes hemû tiştî ferq dike.”   Fikriye Çagirci jî da zanîn ku ew nikarin kirê û fatûreyên ceyran, av û gazÊ bidin û got: “Çixwas mûçe bigirî jî têr nake. Em di nav tunebûnê de ne û j ineçarî van fatureyan didin.”   Ev bang li dewletê hat kirin   Zeynep a ku paşnavê xwe neda jî anî ziman ku ji ber qeyranê nexweşiyên derûnî û fîzîkî lê zêde bûne û ji ber vê yekê tedawiyê dibîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nan bûye bi heft û nîv TL. Em hatine wê rewşê ku êdî nikarin nan jî bistînin. Tişta ku herî zêde me dixwar nan bû, ew jî em nikarin êdî zêde bistînin. Sê zarokên min ji zanîngehê mezûn bûne, lê kar tuneye ku bixebitin. Hevjînê min jî mûçeyê teqawîtê digire û em 6 nifûs in. Em êdî nizanin ku ji hikûmetê re bêjin çi. Em di kirê de dimînin. Du mîlyyar û nîv didim kirê. Dê rojên pêşiya me kirê ji zêde bikin. Ez bang li dewletê dikim ku demildest çareseriyekê bimînin.”