Tûlay Hatîmogullari muzakereyên li NATO'yê nirxand 2023-07-19 09:03:15     Dîlan Babat    ENQERE - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Tûlay Hatîmogullari, têkildarî civîna NATO'yê nirxandinan kir û got: "Erdogan feraseta 'Bila kurd dayika xwe nebînin' didomîne, ji bo ku kurd li Tirkiye, Sûriye û Rojava statuyekê bi dest nexin, tawîzên cuda dide NATO’yê. Ger Tirkiye dixwaze destê xwe di NATO'yê de xurt bike bila deriyên Îmraliyê veke."   Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATO'yê di navbera 11-12'ê Tîrmehê de li Vilnusa paytexta Lîtvanyayê hat lidarxistin. Serokomar Erdoganê ku beriya beşdarî civîna NATO'yê bibe daxuyanî da û got ku ji bo endamtiya Swêdê ya NATO'yê "Got, ewil di Yekitiya Ewropayê de rê li ber Tirkiyeyê vekin, wek Fînlandiyayê em jî rê li ber Swêdê vekin". Erdoganê ku beriya beşdarî Zîrveyê bibe daxuyaniyên tund da, roja ku beşdarî Lûtkeyê bû guh neda daxuyaniyên xwe yên tund ên der barê Swêdê de û qebûl kir ku piştgiriyê bide endamtiya Swêdê ya NATO'yê. Di hevdîtina Erdogan a bi Swêdê re, Gelê Kurd û destkeftiyên wan careke din li ser maseyê hatin nîqaşkirin û hat diyarkirin ku bazar biryara tayînkirina "Koordînatorê Taybet ê Têkoşîna li Dijî Terorê" di nava tifaqê de ye.   Parlamentera Edeneyê ya Partiya Çep a Kesk Tûlay Hatîmogullari daxuyaniyên Erdogan ên beriya lûtkeya NATO û civîna NATO'yê nirxand.   Malzemeyên şantajê   Tûlay, diyar kir ku di nêzîkatiya Tirkiyeyê ya NATO'yê de, bi taybetî vê dawiyê di serdema desthilatdariya AKP'ê de guhertinek xuya bû û got: "Lê ji ber ku ne rast bû, di eslê xwe de guhertinek çênebû. Tirkiye yek ji wan welatan e ku di NATO'yê de hêza herî girîng a leşkerî heye. Ji aliyê stratejîk ve ne hêsan e ku Tirkiye bi yekcarî dev ji NATO'yê berde. Lê ev jî rastiyek e ku bi taybetî tîma Erdogan di serdema desthilatdariya AKP'ê de berê xwe da xeta Avrasyayê. Têkiliyên bi Rûsyayê re çêbûn, têkiliyên bi welatên Rojhilat re, hewldana Tirkiyeyê ya ji bo ketina lîsteya Şengayê 5 nîşana vê yekê bûn. Têkiliyên pragmatîk ên ku Tirkiyeyê di dema desthilatdariya AKP'ê de hewl da bi Rûsyayê re deyne hene. S-400 kirî, heta niha bi kar neaniye, wê nikaribin bi kar bînin. Sîstema S-400 sîstemek e ku li dijî NATO’yê hatiye avakirin û ji bo welatekî endamê NATO’yê S-400 bikire bêaqil bû. Me dît ku Erdogan ji bo ku têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re baş bike û hin mafan ji Amerîkayê bistîne, S-400'an kir malzemeya şantajê.   Dosyayên gendelî yên malbata Erdogan   Tûlay, di axaftina xwe de bal kişand ser gotinên Erdogan: "Guhertina axaftinên Erdogan de sedemên pir bingehîn hene. Erdogan heta îro bi gef û şantajên siyaseta derve meşand. Sedemên siyasî û nesiyasî yên guhertina axaftina Erdogan jî hene. Yek ji sedemên siyasî; Di mijara bertîlê ya kurê Erdogan Bîlal Erdogan de ji aliyê DYA’yê ve doz hat vekirin. Piştre bi sansûra ku li ser çapemeniya tirk hat kirin, bi wê nûçeyê hat rakirin. Dosyayên gendelî û bertîlê yên gelek cidî yên ku Erdogan, malbata wî û piştgirên wî têde hene, li Amerîkayê hene. Weke tehdîd bi kar tînin, ya herî dawî li ser Bîlal Erdogan hat bikaranîn. Lê beriya wê dozek pir girîng hebû, doza Halkbankê. Doza Halkbankê bi rastî şerma Erdogan e, gelek bertîl û gendelî hene, sûcên şermê di nav de sextekarî jî hene. Doza Halkbankê jî dozek pir giran e, ev jî hinek kart û tehdîdên li dijî Erdogan in. Heger welatek ev dosyayên gendelî û bertîlxwarinê yên ku Serokomar bi xwe û malbata wî tê de ne, veguhere materyalek siyaseta derve ya ku dê çarenûsa 84 milyonan diyar bike, ev qonaxa gendeliya siyasetê û vê hêzê di vî warî de nîşan dide. "    Bazara li ser kurdan    Tûlay, diyar kir ku di rewşa Swêdê de jî berê jî heman tişt li Fînlandiyayê qewimîbû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Yek ji bazarên sereke yên dewleta Tirk jî pirsgirêka kurd bû. Du tişt hebûn; Yek jê vekişîna piştgiriya ji koalîsyona li Rojava ye, ya duyemîn jî vegera penaberên siyasî ji wir e. Fînlandiyayê di derbarê van vegeran de gavên biçûk avêtin, niha Swêd gavan diavêje. Di vî warî de Erdogan penaberan kir amûra bazarê. Kurd ji  bûn xalên sereke yên wê bazarê. Dixwaze rewşa Kurdên Rojava û rêxistina wan a li Ewropayê asteng bike. Ev yek ji xalên danûstandinê yên herî bingehîn û girîng e. Dema em li encamên lûtkeya NATO'yê ya ji bo Tirkiyeyê dinêrin, 'Koordînasyona dijî terorê' ya girêdayî NATO'yê derketiye holê. Ev hevrêzî ne tiştekî berê bû, tenê çêbû, û em nizanin dê çiqas di pratîkê de bixebite. Em ê vê bi demê re bibînin. Li Swêdê qanûnek li ser penaberên siyasî heye. Em ê bibînin ku ev qanûn dê di dema pêş de çawa bikeve jiyanê."   'Erdogan tawîzên cuda dide'   Tûlay, di axaftina xwe de wiha behsa rewşa kurdan kir: "Pirsgirêka kurd yek ji wan sedeman e ku Tirkiye di hemû danûstandinan de di têkiliyên derve û têkiliyên navneteweyî de destê lawaz e. Eger Tirkiye heta niha pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bikira, dê pir bi kêrtir bûya. Zihniyeteke rêvebirinê heye ku hemwelatiyên xwe tenê ji ber kurdbûna wan ji bo Swêd û Fînlandiyayê dike bazar. Qebûlkirina vê yekê ne mimkûn e, Gelê Kurd ku hûn bi endamên NATO'yê re li ser maseyê danûstandinan dikin hemwelatiyên we ne. Li vê dinyayê ev tawîz ji bo ku kurdan ji hevwelatîbûnê zêdetir wek dijmin bihesibînin û di vê mijarê de ji NATO' yê tawîzan bistînin, ev tawîz tên dayîn. Erdogan feraseta 'Bila kurd dayika xwe nebînin' didomîne, ji bo ku kurd li Tirkiye, Sûriye û Rojava statuyekê bi dest nexin, ji endamên NATO’yê tawîzên cuda dide."   'Israra AKP'ê ya şer'   Tulay, destnîşan kir ku Tirkiye bi her awayî winda dike û got: "Dema em siyaseta heyî jî dinirxînin, ev windahiyeke mezin e ku Tirkiye îro di NATO'yê de li ser kurdan bazarê dike û li vir tawîzan dide. Dema em di çarçoveya têkiliyên wê yên bi Rûsyayê re difikirin; Sedemeke din a avakirina têkiliyên nêzîk bi Rûsyayê re jî destwerdana rewşa Rojava ye. Tiştê ku gelên Tirkiyeyê ji gelên herêmê winda dikin ev e. Îsrara Tirkiyê di vê nakokiyê de bi serê xwe aramiya vî welatî têk dibe. Têgihiştineke 'Bila kurd ne cîranê min be, bila DAIŞ an jî El Nûsra bibin cîranên me' heye û ev jî me ji her derê winda dike. Îro vekirina sînoran bi vî rengî dibe sedema pirsgirêkên weke qetlîamên li Tirkiyeyê, aştiya têkçûyî û krîza aborî. Bûdçeya ku ji bo polîtîkayên ewlehiyê hat veqetandin, îro bûdçeya Tirkiyeyê xera kir. Bi pereyên ku ji bo tank, top, tivingan dihatin xerckirin, dikaribû gelek kargeh ava bikira lê nekirin. Nêzîkatiya neyînî ya hikûmeta AKP’ê û israra dewletê ya di şer de me hemûyan berdêl dide."   'Ji bo çareseriyê pêvajoya diyalogê hewce dike'   Tûlay, wiha behsa çareseriya pirsgirêka kurd kir: "Nêzîkatiya me ya herî bingehîn ew e ku li her cihê ku pirsgirêk tê jiyîn, em bi mijaran re rûnin û biaxivin, diyalog ava bikin û di van mijaran de li çareseriyê bigere. Ger deriyê Îmraliyê were vekirin û bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin, tu sedem tine ku pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser nebe. Şerekî ku 40 sal in didome heye, bedelên giran tên dayîn. Li vî welatî berdêlek madî û manewî ya mezin hatiye dayîn. Ev şer û pevçûn di zûtirîn dem de bidawî bibe, wê destê Tirkiyê di hemû mijaran de xurt bike. Ev şer û pevçûn di zûtirîn dem de bidawî bibe, wê destê Tirkiyê di hemû mijaran de xurt bike. 40 sal in me ev yek dît û me dît ku bi şer û pevçûnan ev pirsgirêk çareser nabe. Her ku şer û pevçûn kûr bûn, Gelê Kurd paşve gav neavêt, Gelê Kurd bi rêxistin bû û bi hêztir derket holê. Îro hebûna Gelê Kurd li Rojava hebûneke rewa ye ku hemû cîhan nas dike. Daxwazên wan ên siyasî rewa tên dîtin, tişta ku Tirkiye wê bike ew e ku li Amed û Enqereyê hevdîtinan bike, deriyên xwe ji Îmraliyê re veke û pêvajoya diyalogê bi lez dest pê bike. Divê ev aştî li ser zemîneke bi rûmet û demokratîk bê avakirin."   'Modela Konfederal modelên bingehîn e'   Parlamenter Tûlay, da zanîn ku kurd di Peymana Lozanê de bi awayekî eşkere tên paşguhkirin û wiha bi lêv kir. "Dema ku Tirkiye ji şerê cîhanê yê yekemîn derdiket, bi Gelê Kurd re şerê rizgariyê kirin. Di Destûra Bingehîn a sala 1921’an de behsa hebûna kurdan hatiye kirin. Di qonaxa ku em gihîştine de, têgihîştina Komîteya Îttîhad û Terakkî bi eşkereyî daxwaz dikir ku bi peymanên veşartî yên bi Îngilîzan re pêşî li naskirina mafên kurdan bê girtin. Destkeftiyên Gelê Kurd ên wê demê hatin astengkirin, di vê demê de pêvajoyeke şer û pevçûnê ya ku 40 sal in didome heye. Îradeya siyasî ya Gelê Kurd ne cudabûna Tirkiyeyê, ji bo çar parçeyên Kurdistanê avakirina konfederal pêşniyar dike. Modela konfederal yek ji modelên bingehîn e ku wê rê li ber demokratîkbûnê veke. Modela pêkhatina konfederal a li erdnîgariya Rojhilata Navîn reçeteya bingehîn a rizgariya gelan û vê herêmê ye. Daxwaza kurdan ew e ku di vî warî de mafên wan bên naskirin, hebûna wan a li Tirkiyeyê, zimanê wan bê naskirin. Ev ne daxwazên mezin in. Welatekî ku bi kêmanî demokratîk be divê jixwe van pirsgirêkan çareser bikira."   'Divê mafê kurdan bê naskirin'   Tûlay Hatimogullari, daxuyand ku li vî welatî nêzîkî 30 milyon kurd hene, dema em li wêneyê rêjeya nifûsê binêrin, 10 sal şûnde kurd dê bibin nîvê vî welatî, niha hûn çawa dikarin nîvê vî welatî paşguh bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hûn çawa dikarin zimanê wî, hebûna wî paşguh bikin? Ev ne mimkûn e. Tişta ku divê li vir biqewime, naskirina mafên kurdan e."