Çavkaniya serhildana 'Jin jiyan azadî' Şoreşa Rojava ye 2023-07-18 09:03:23   Sema Çaglak   RIHA - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Rihayê Senem Erîş di salvegera Şoreşa Rojava de axivî û diyar kir ku dîroka jinan li Rojava hatiye nivîsandin û çavkaniya serhildana "Jin jiyan azadî" ya îro li Rojhilat û Îranê Şoreşa Rojava ye.   Di ser 19’ê Tirmeha 2012’an Şoreşa Rojava ya ku pêk hat re 11 sal derbas bûn. Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Gelê Kurd, di heman demê de ji bo gelên ereb, turkmen, ermenî û suryanî yên ku li Suriyeyê dijîn jî  bû hêvî. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di warê çareseriyê de israr dikirin bi êrişên DAÎŞ û dijmên şoreşê re rû bi rû ne. Di serî de jin hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Kobanê dest pê kirin û bi serhildanek dîrokî DAÎŞ têk birin. Bi vê şoreşê re perspektîfa netewa demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket meriyetê.    Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Rihayê Senem Êrîş derbarê Şoreşa Rojava de nirxandin kir.   ‘Li Rojava dîroka jinê hat nivisîn’   Senemê, diyar kir ku Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo hemû jinên cîhanê bûye îlham û wiha axivî: “Li Rojava dîroka jinê hate nivisîn. Jin ne tenê li Rojava li her aliyê cîhanê ji bo azadiyê têkoşînê didin. Lewra jixwe jin di nav şoreşekê de ne. Jin ji destpêka dîrokê ve heta niha ji gelek mafên xwe bêpar hatine hiştin. Li her aliyê cîhanê jî ji bo vê têkoşînê dide. Jin bi poîtîkayên qetîlkirin, îmha, destdirêjî û asîmîlasyonê re rûbirû dimînin. Lê têkoşîna jinê û felsefeya jin jiyan azadî ji bo jinan bû hêvî.”   ‘Li hemû qadên civakê cih girtin’   Senem, daxuyand ku piştî şoreşa Rojava rola jinê ya di nav sîyasetê de zêdeitr bû û got: “Me bi vê şoreşê dît ku rola jinê ya di guhertin û veguhertinê  de çiqas girîng e. Hem di aliyê civakî, hem di aliyê sîyasî û leşkerî de jinan bi vê şoreşê gelek deskeftiyên mezin bidest xistin. Bi taybetî jî di qada sîyasetê de rola jinê zelatir deng û rengê xwe diyar kir. Di gelek sazî û rêxistinan de nûnertiya jinê zêde bû. Jinên ku rêxistinên xwe yên xweser xurttir kirin, di xweseriya demokratîk de jî cihê xwe mayînde kirin.”   ‘Ji hêza jinê ditirsin’   Senemê, bal kişand ser êrîşên li dijî Rojava û wiha axivî: “Jinên ku hewil didin hebûna xwe nîşan bidin tim bûna ehedefa desthilatdaran. Pergala kapîtalîst ji jinên ku nikare kontrol bike ditirse. Ji ber wê ye ku êrîşî hemû destkeftiyên jinê dikin. Em tim dibêjin zanîst di destê jinê de bû, ya ku çand pêş dixist jin bû,  ya ku civakê birêve dibe dîsa jin e. Ev rola jinê ya di civakê de evqas girîng ne mimkue kur nebe hedefa desthiladaran. Jinên ku li gorî wan tevnagerin dikin hedefa xwe. Li Kurdîstanê jî hemû polîtîka girêdayî hevdû ne û hemû êrîşên li dijî jinê polîtîk in. Êrîşên li dijî jinên kurd di şexê jinê de li dijî kurdan e.”   ‘Felsefeya Jin Jiyan Azadî çavkaniya îlhamê ye ’   Senemê, diyar kir ku Şoreşa Rojava bingeha xwe ji paradîgama û fikriyata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan digire û got: “Heke îro li Rojhîlat û Îranê bi pêşengtiya jinê serhildanek pêk hatibe çavkaniya xwe ji vê digire. Dîsa wê serhildanê jî îlham ji şoreşa Rojava girtiye.  Têkoşîna van jinan li dijî pergala mêrperest e”   ‘Divê têkoşîna xwe bikin yek’   Senemê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “jin ber bi azadiyê ve gav bi gav diçin. Di vî aliyî de divê jin hêz û têkoşîna xwe li tevahiya cîhanê bikin yek. Rêxistinbûyîna jinê divê berfirehtir bibe û jinên ku ji Şoreşa Rojava îlham girtine divê têkoşîna xwe mezintir bikin.”