'Çapemeniya Azad a Kurd nayê bêdengkirin' 2023-07-14 09:06:43   Sema Çaglak   AMED - Rojnamegerên jin ên ku hatin tehliye kirin destnîşan kirin ku desthîlatdar ji derketina rastiyan aciz e û gotin di edliyeyê de yê ku hatin darizandin ew bûn.   Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê navenda wê Amed li gelek bajaran di 8'ê Hezîrana 2022'yan de bi ser mal û sazî û degehên çapemeniyê de hat girtin, 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin. Ji kesên ku hatin girtin Mudura Karên nivîsê ya ajansa me Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Mudurê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş,  rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Aktdenîz û Mehmet Şahîn di 16'ê Hezrîanê de piştî ku derxistin dadgehê bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Rûniştina doza yekemîn di 11’ê mehê hate dîtin û piştî 2 rojên ku li edliyeyê derbas bû 15 rojnamegerên girtî hatin tehliye kirin.   Rojnamegerên jin têkildarî êrişên li dijî çapemeniya azad û li ser girtina xwe axivîn.   ‘Desthîlatdar naxwaze gel rastiyê bibîne’   Rojnameger Remziye Temel, daxuyand ku êrişek dijwar li ser çapemeniyê heye û wiha axivî: “Ev bi salan in êrişên li dijî çapemeniya azad didome. Ez û nêzî 20 hevalên xwe hatin binçavkirin û 16 hevalên xwe ve hatin girtin. Ev jî nîşan dide ku çiqas êrişek dijwar li ser çapemeniyê heye. Li Tirkiyê nayê xwestin çapemenî pêş bikeve û tim bi qûtkirina dengê wan hewil didin ku çapemenî nekaribe xwe bighîne civakê. Ev jî wê dide diyar kirin ku desthîlatdar naxwaze gel rastiyê bibîne. Naxwaze polîtîkayên ku dimeşîne bibîne. Lewra êrişên xwe jî berdewam dike. Lê hertim wekî me gotiye bi her awayî jî em ê rastiyê bigihêjînin gel. Me duh jî kir wê îro jî berdewamiya karê xwe bikin.”   ‘Yê ku hatin darizandin ew bûn’   Remziye, di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand li ser îddîanameya ku derheqê wan de hatiye amadekirin û got: “Dema me îddianameyê dît matmayî man. Tiştên ku em pê hatin sûcdar kirin tiştên ne li dijî qanûnê bûn. Hevalê me bi nûçe û dîmenên xwe hatin darizandin. Tiştek veşartî nekirin. Me zanî ku hundirê îddianameyê vala bû. Hat xuya kirin dozgerî li ser vê dozê bi taybet nêz bûye. Baş xuya dikir ku emnîyet çawa talimat girtiye. Tiştekê ku em pê werin darizandin nedîtibûn. Tenê karên xwe yên çapemeniyê kir. Ev jî ne sûc bû û jixwe sûcdariyên wan vala derketin. Çapemeniya alîgirê wan gotibûn di çenteyê xwe de kelêşan werdigirin. Lê dihat zanîn ku çenteyê me de makîne, kamera û amûrên me yên rojnamegeriyê hebûn. Di fîrmaya çapemeniyê de sigortaya min wek sûc derxistine pêşiya min. Ewqas îddianeameyekê vala ye. Dozger li ser gelek xebitî û lêkolîn kiriye. Lê ji bo ku tiştek nedîtiye şahîdekê veşartî xist pêş. Ji van îfadeyên bi nakok jî hate zanîn ku tenê hedefgirtina çapemeniyê bû. Li edliyeyê yê ku hatin darizandin em nebûn, me ew wan darizand.”   ‘Divê piştgiriya ji bo çapemenî zêdetir bibe’   Remziye, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê piştgiriyên ji bo çapemeniya azad zêdetir bibe û got: “Ji roja ku em hatin binçavkirin heya îro me dişopand piştgiriyek mezin li ser me çêbibû. Gelek sazî û rêxistinên cuda jî piştgiriya me kirin. Em gelek spasiya wan dikin. Piştgirî ji bo çapemenî gelek girîng e. Eger çapemeniya azad neyê parastin mixabin bi ser nakeve. Piştgirî divê tim hebe û mezintir bibe. Hê jî hevalên me yên girtî hene. Divê ji bo wan jî piştgiriyek mezin were dayîn û ew hevalên me di demekê nêz de bigihêjin azadiya xwe.”   ‘Rojnamegerî gerdûnî ye’   Rojnameger Elîf Ungur, diyar kir ku rixmî hemû êrişan çapemeniya azad têkoşîna xwe mezintir dike û got: “Êrişên li dijî çapemeniyê ne cara yekemîn e û ne yê dawî ye. Êrişên li dijî rojnamegeran bi heman rengî ye. Gelek hevalên me yên ku bi salan in li vê qadê ked didin bi heman sûcan hatin darizandin. Rixmî hemû zext û zordestiyan çapemenî tim têkoşîna xwe mezintir kiriye. Ev êriş di esasa xwe de li ser çapemeniya kurd bû. Li gorî nêzîkatiya wan divê çapemenî yekperest be. Lê ji aliyê me rojnamegerî divê hîtabê hemû kes, nijad û netewan bike. Ji ber ku rojnamegerî gerdûnî ye. Lewra em dixwazin ji hemû gelan ve rastiyan bigihênin. Hê jî hevalên me yên rojnameger di girtîgehê de nin û bi salan in bi van êrîşan ve rûbirû nin. Biryara tehliyekirina me ne lûtuf e. Ev jixwe mafê me ya asayî ye. Ji salekê zêdetir wextê me dizîn. Ev êriş jî hinek girêdayî hilbijartinê bû. Ji ber ku dixwestin dengê kesekê tenê were bihistîn. Nûçeyên ku dixwestin tenê ji aliyên wan were weşandin û propagandaya xwe bikin. Her wiha li dijî kurdan jî antî propagandayê bikin. Fikirîn ku bi zext kirina çapemeniyê bigihêjin armanca xwe. Lê di qada çapemeniyê de tu carî ew pênûs nakeve erdê, şûna her hevalekê dê hevalek din cihê xwe bigire. Ango çapemeniya azad wê tu carî neyê bêdeng kirin.”   ‘Ji derxistina rastiyan aciz in’   Elîf, diyar kir ku ji naveroka nûçeyan û ji rastiyan aciz in û got: “Îddîanameya ku ji 750 rûpel amade kirin vala derket. Kesekê ji gotin û çalakîyên xwe berpirsyar in. Lê heke tişên li dijî van bixin dosyayê ew sûc e. Di dawiyê de tiştên ku şexsekê pê were sûcdar kirin divê girêdanek wê pê re heye. Dihat xuya kirin ku ew ji naveroka nûçeyan aciz in an jî ji derxistina rastiyan. Piştgiriyek ji aliyê gel jî hebû ew jî divê hebe. Ji ber ku heke piştgiriyekê nebe wê ew hewildana bêdengkirinê dora hemû kesê dorpêç bike. Piştgiriya ji bo me jî baş bû. Ji bo biryarên li ser çapemeniyê parastinên me xwedî rolekê girîng bû. Girtinên hêjmara rojnamegeran dişibe wekî salên 90’î.  Ev jî tiştekê bi xeter e. Tê wateya ku binpêkirina mafên çapemeniyê çiqas zêde ye.”   ‘Rojnamegerî berpirsyarî ye’   Elîf, di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Piştgiriya kedkarên çapemeniyê gelek em kêfxweş kirin. Di vê pêvajoyê de min zêdetir berpirsyariya xwe ferq kir. Kedkarên çapemeniyê ne tenê şexsê xwe temsîl dike, di heman demê de gelê xwe temsîl dike. Gava em ji girtîgehê derketin jinekê hat gel min û got piştî we ez xwestim bibim rojnameger. Gotina wê jinê ez gelek hestiyar kirim. Gava mirovekê bi sekn û helwesta xwe ji gel re dibin mînak ew meriv kêfxweştir dike. Ango 13 mehên me vala derbas nebûn, kedekê me hebû.”