Çîgdem Kiliçgun Uçar: Me dest bi pêvajoya ji nû de avakirinê kir 2023-07-11 15:21:19     ENQERE - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di Civîna Koma xwe ya Meclîsê de axivî û got, “Em ewqas berxwedêr in ku em siyaseta xwe ya demokratîk û têkoşîna xwe di nava faşîzma AKP û MHP’ê de nefetisînin. Bi vê berxwedanê me pêvajoya ji nû ve avakirinê da destpêkirin” û her kes vexwend têkoşîna hevpar.   Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna Koma xwe ya Meclîsê de nirxandin kirin.   'ATK di pozîsyona îmzekirina mirina girtiyên nexweş de ye'   Çîgdemê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û diyar kir ku girtiyê nexweş Bişar Yazıci bi îfadeya şahidê veşartî 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Çîgdem ê da zanîn ku Yazici ji ber nexweşiya kezebê ku lê peyda bûye jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Saziya Tiba Edlî (ATK) der barê wî de rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye. Çi li girtîgehê çi li derve, berpirsyariya mafê jiyanê ya gel-welatiyan dewlet e. Lê belê dewlet û ATK di şexsê Yazici de mirina hemû girtiyên nexweş îmze dikin. Bi sedan girtiyên nexweş li girtîgehan li dijî polîtîkaya mirinê, vê bêhiqûqiya mirinê têdikoşin. Ez dixwazim diyar bikim ku ev têkoşîn têkoşîna me ye jî. Em ê dengê xwe bilind bikin û li cem wan bin.”   Li dijî êrîşan bertek    Çîgdemê bal kişand ser biryara beraetê ya doza bersûcên ku li Enqereyê êrişî saziyên elewiyan kiribûn û nerazîbûn nîşanî biryara beratê da û got bersûc bi polîtîkaya bêcezahiştinê re tên berdan.    Hin sernavên axaftina Çîgdem wiha ne:   “Îro dîsa rûniştina doza 15 xebatkarên çapemeniya azad ên ku 13 meh in li Amedê girtî ne, tê dîtin. Em ji kedkarên çapemeniya azad ên ku ne alîgir in, naxwazin bibin alîgir, ji rastiyan tawîz nedin, dixwazin di zûtirîn dem de azadî bin û pîşeya xwe bikin.  Pêdiviya vê civakê bi çapemeniyeke azad û bi rastin heye. Hevalên me yên xebatkarên çapemeniyê jî ji ber nivîsandina van rastiyan 13 meh in di girtîgehê de ne. Em îro di dadgehê de baş dizanin ku ew ê sansurê bi berfirehî rave bikin.   Ya ku hikûmeta AKP MHP jê re dibêje sedsala nû me dest pê kiriye. Hem welat bi xwe hem jî civak bi xwe bi hilweşîneke giran re rû bi rû ne. Hikûmeteke ku dixwaze vî welatî bike yek deng û yek reng xebatên xwe didomîne. Bi her cure bêhiqûqî, her cure bêhiqûqî, sansur, zext, gef, desteserkirina maf, xizanî, fesadî, talan û polîtîkayên şer re hewl dide vê civakê bi tenê bihêle.   Têkoşîna me wê bidome   Êrîşên ku îro li ser hemû beşên civakî û qadên têkoşînê pê re rû bi rû ne, ji aliyê vê hikûmetê ve tên meşandin. Em hemû bi heman êrîşan re rû bi rû ne. Dayîkên Şemiyê/Kesên ku di hefteya 954'an de li Qada Galatasarayê ji bo edaletê têkoşiyan û Qada Galatasarayê kirin qada edaletê, beriya ku dest bi daxuyaniya çapemeniyê bikin hatin binçavkirin û ji piştve hatin kelepçekirin. Bi rastî îro û duh jî kesên dixwazin li Eskîşehîr û Edeneyê dakevin qadan, LGBTI+, kedkar, ciwan, jin bêyî ku mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin ji ali hikûmetê ve bi awayekî sûcdar tên binçavkirin. Parlamentera  me ya Mêrsînê Perîhan Koca jî bi heman êrîşê re rû bi rû ma. Hevgirtin û têkoşîna me ya li dijî tundiya  wê îro jî weke duh bidome.   Banga tevlibûna pêvajoya ji nû de avakirinê   Em têra xwe xurt in ku em siberoja xwe mehkûmî van encamên hilbijartinan ên ku tercîhên civakê di nav xwe de nahewîne. Em têra xwe berxwedêr in ku siyaset û têkoşîna xwe ya demokratîk li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bidomînin. Ji bo ku nasname, bawerî, zimanên xwe îro jî wek duh zindî bihêlin. Bi vê berxwedanê, bi vê hêzê,  me dest bi pêvajoya ji nû ve avakirinê kir. Ev pêvajo pêvajoya me hemûyan e û ev bang ji bo we ye. Ji ber vê yekê ez bang li hemû hevalên ku heta niha di civînên gel ên ku me dest pê kirin de û di hemû xebatên ku em ê pê re bikin de, dikim ku bibin hevpar û li dijî komplo û faşîzma ku li dijî me hatiye pêşxistin têbikoşin.”