Heval û xizmên Halîde Dundar têkoşîna wê vegotin 2023-07-09 09:04:20     AMED - Yek ji rêveberên DDKAD'ê  Halîde Dündar rojên borî di 3’yê Tirmehê de jiyana xwe ji dest da.  Hevala Halîdeyê Pinar Kayişoglu û keçxaltiya wê Xanê Ateşsonmez  li ser jiyan û têkoşîna wê axivîn.     Yek ji Rêveberên Komelya Jinên Şoreşger û Demokrat (DDKAD) Halîde Dundar jiyana xwe ji dest da. Halîde di sala 1962’yan de li Navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye. Halîde di 3'yê Tîrmeha 2023'yan de li Stenbolê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin ji ber nexweşiya xwe jiyana xwe ji dest da.   Halîde ya ku li Zanîgeha Dîcleyê perwereya mamostatiya matematîkê dîtiye, demek dirêj li Stenbolê mamostetiya matematîkê dikir. Halîde bi Fatma Kayhan re  di sala 1996’an de Kovara Rosa’yê derxist û piştre jî bi hevalên xwe re Kovara Jûjinê ya jinên kurd ên feminîst derxistiye. Halîde di dema derbeya sîyasî ya 12’ê Îlona 1980'yî de di Girtîgeha Amedê de maye û li dijî  zextên dewletê li ber xwe da.    Heval û xizmên Halîdeyê têkoşîna wê ji ajansa me re vegotin.    'Tu carî baweriya xwe ji şoreşê qut nekir’   Hevala Halîdeyê Sekretera Şaxa Egitîmsenê ya Hejmar 1'ê ya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Stenbolê Pinar Kayişoglu bahsa Halîdeyê kir û got ku Halîde jinek rengîn û ji jiyanê gelek hez dikir.  Pinar wiha pê de çû: " Em bawer nakin ku miriye. Wê gelek ji jiyanê hez dikir. Ez dibêm wê niha ji cîhekî de derbikeve û bê. Dema ku me cenazeyê wê ber bi goristanê ve dibir me li çepikan dide û min digot qey Halîde li pêş me ye û dimeşe. Halîde mirovek gotina xwe venedişart û li rûyê mirov digot.  Ya herî zêde li ser min bandor dikir ev rasbêjiya wê bû. Her wiha tu carî baweriya xwe ji şoreşê qut nedikir."   'Jineke têkoşer bû'   Pinara ku 9 sal e bi Halîdeyê re hevrêtî kiriye, destnîşan kir ku hevnasîna wan li Dibistana Hokarî ya ku Halîde sirgûnî wê hatiye kirin bûye. Pinarê da xuyakirin ku Halîdê mamosteyek bi rêxitin bû û ji ber vê jî hevaltiya wan gelek hêsan bûye. Pinarê wiha dirêji da axaftina xwe: " Ez li dibistana ku  Halîde lê bû mamosteya rêber bûm. Li ser navê wê gelek doz dihatin vekirin û ez her tim li cem wê bûm. Dibistana ku me hevdû naskir dibistana Halîde ya dawî bû. Digot ez ê ji vir teqawît bibim. Ji bo ku Halîde li dibijstanê bi zarokan re bi rêk û pêk eleqedar dibû gelek zext lê dihatin kirin. Halîde tu carî bê hiqûqî qebûl nedikir. Tim li hemberî bêheqîyê bû û herî dawî jî mamosteyekî ku xwendekar  taciz kiriribû aşkere kiribû. Piştî vê aşkerekirinê Halîde hat sirgûnkirin."   'Bi rihê rêxistinî bi jinan re hevaltî dikir'   Pinarê da nîşandan ku Halîde bi rihê rêxistinî ew tevlî Kedkarên Perwerde û Zanistê(Egitim-Sen)' kirîye û jineke di kar û xebatan de gelekî aktîf bûye. Pinarê diyar kir ku hemû xebatên Halîdeyê ji bo jinan bûne û got: " Halîde di cihê xwe de nedisekinî. Her tim di nav çalakiyên jinan de bû û pir qîmet dida jinan. Di kar û barên sendîkayî de jî gelek çalak bû, tevli hemû civîn û çalakiyan dibû."   'Li dijî zext û zilma dewletê piştevanî û hevaltiya jinan’   Pinarê bi lêv kir ku Halîdeya di Girtîgeha Hejma 5 a Amêdê de bi zext û îşkenceyên dewletê re rûbirû maye tekoşîna xwe bi ruhê piştevaniyê  domandiye û ev tişt got: " Halîde dema ku qala dema girtina xwe ya li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê dikir her tim bal dikişand ser piştevanîyê. Digot ' Di nav 2 salan de tişta ku tu carî ez ê ji bîr nakim li wê girtîgehê ew ruhê têkoşer û piştevaniyê yê jinan bû û bi wî ruhî li ber xwe didan.' Halîde digot tişta ku li wê derê ew li ser piyan hiştiye hevaltî û piştevanî bûye."   'Derxistina Kovara Jinên Kurd a Rosa yê'   Pinarê diyar kir ku Halîde xwestiye ji her alî ve piştgiriyê bide tekoşîna jinan û ji ber vê yekê jî bi hevalên xwe re Kovara Jinên Kurd a Rosayê derxistine û piştre jî Jûjin derxistiye. Pinarê wiha bi lêv kir: " Halîde hem mamostetî dikir hem jî bi mahlasa Hande di Kovara Rosa û Jûjinê de nivîs nivîsî ne. Heta jiyana xwe ji dest da jî nivîsîna xwe dewam kir. Bi taybetî çîrokên jinan dinivîsîn.  Dixwest ku wan nivîsên xwe bike pirtûk. "   'Ev tekoşîn dê heta dawî bidome'   Pinarê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê pir bêrîya Halîdeyê bikin û li tekoşîna wê xwedî derbikevin. Pinarê bibîr xist ku tekoşîna jinan naqede û ew ê jî heta dawî vê tekoşînê bidomînin.   ‘Hevaltiya wê ji dil bû’   Xanê Ateşsonmez a qîzxaltîya Halîde û rêhevala wê jî dîyar kir ku di zaroktiya wan  li Amedê bi hevre derbas bûye û di heman dibistanê de xwendine.  Xanê destnîşan kir ku Halîde di zaroktiya xwe de jî zanedar bûye û wiha axivî: “ Dema ku ez bi fîzîki li Halîde diqetiyam  dîsa jî xwe ji wê dûr hîs nedikirim. Hevaltiya wê ewqasî  jidil ve bû. Pir  bandor li ser min çê dikir. Bi rastî ne bi tenê li ser min ,bandor  li ser hemû jinên ku di jiyana wê de cih girtine dikir. Halîde jinek pir bicesaret bû. “   ‘Min perçe perçe bikin jî ez jineke kurd im’   Xanê anî ziman ku Halîde di dema derbeya sîyasî ya 12’ê Îlonê ya 1980'yî  li Girtîgeha Amedê li dijî zext û zilma dewletê li ber xwe da û Têkiliya wê bi hevalên wê yên jin re gelek germ bû. Xanê diyar kir ku Halîde digot,"Li wêderê em li heberî hev dernediketin. Ji ber ku li hember me dewleta dijmin hebû. Ji ber wê divê em li hemberî dijmin serbilind û bi rihê piştevaniyê li ber xwe bida." Xanê di berdewamiyê de got,  "Li girtîgehê nexweş dikeve û wê dibin nexweşxaneyê. Lê dema ku dibin hêkdanka wê derdixin û hayê wê jê çênabe.  Piştî ku ji girtîgehê derdikeve bi salan diçe nexweşxanyê bi awayê rasthatinî hayê wê çêdibe. Lê Halîde li dijî vê hovitîye digot’ laşê min bikin perçe perçe jî ez dîsa jinekê kurd im’. Tu carî neditirsiya. Ya herî zêde bandor li ser min kir cesareta Xalîdeyê bû.“   ‘Her tim mafê jinan diparêzî’   Xanê daxuyand ku Halîde di dema mamostetiya xwe de jî xwestiye xwendevanên zana bigihîne, heta dawiya jiyana xwe têkoşîna xwe dewam kir û wiha dirêjî da axaftia xw: “ Halîde li her derê li hemberî desthilatdariyê têkoşîn da.  Xalîde hem li hemberî dewletê û hem jî li hemberî desthilatdariya mêr têkoîn. Ew parastvana mafên jinan bû."   Daxwaza we ya herî taybet   Xanê di dawiya gotina xwe de balkişand ser daxwaza Halîdeyê û wiha got: “ Daxwaza wê ya herî mezin yekitiya Kurda, azadiya jinan, axeke serfiraz û Kurdistaneke azad bû.”