Tevî zextan bû hosteya hesin 2023-07-08 09:03:23     Nazlican Yildiz   ÎZMÎR - Gulcan Felekoglu ya 17 sale hesinkariyê dike li dijî hemû gotinên "Ew der ayîdê mêrane" têkoşîn meşand û karê xwe veguhert hunerê.   Gulcan Felekoglu li Xinûs a Erziromê hat dinê û hosteya hesin e. Gulcan 42 saliye û piştî dizewice bi hevjînê xwe re dest bi hesinkariyê dike. Tevî bûn gotinan wê karê xwe veguhertiye hunerê. Gulcan diyar dike ku divê jin li her derê bin û divê jin mafên xwe ji kesî nexwazin û têbikoşin.   Gulcanê di axaftina xwe de diyar kir ku hem hesinkariyê dike hem jî hunerê dike û wiha got: “Tişta esas ev e ku ez jin im. Ez li Tirkiyeyê dijîm. Gelek jin li Tirkiyeyê îşkencê dibînin, hebûna jinan jî tê lêpirsînkirin. Dema ku nû min dest bi vî karî kir gotin ‘Tu nikarî bikî’, ‘ev karê mêrane’. Lê li gorî min jin xwedî hêzek mezin in. Lê min biryara xwe dabû.”   Ji bo herêma erdhêjê diyariya Sîmurg   Gulcanê got ew evîndarê hesin e û hesin li ser agir germ dike û behsa xebata xwe ya bi navê Sîmurg kir: “Xebatên me yên peyker hene. Sîmurg ji bo min pir watedar e.  Ji nûve vejînê nîşan dide. Ji ber erdhêja dema nêz li Tirkiyeyê pêk hat me hewl da em Sîmurg ku vejîna nû îfade dike diyariyê Antakyayê bikin. Hewldanên me didomin. Armanca vejîna nû Sîmurg diyariyê Antakyayê dikim.”   ‘Projeyên min hene’   Gulcanê, da zanîn ku heta jin xwe heyî nekin û xwe neafirînin wê mahkumê mirinê bin û  wihsa dirêjî dayê: “Her ar hewceyê rehmê ye. Her dema vejîna zindî dema Sîmurg e. Ez hîna di destpêkê de me. Divê em jin di her qadê û sektorê de bin. Ez wek jinekê li virim. Pêvajoya dawî de projeyek me heye. Projeya çêkirina Abîdeya Gazî ya Malacemê ya taxa Gazî heye. Me mînyaturek dît. Xebateke ku jinên koçgirî vedibêje heye. Hevalên me mînyatur pir ecivandin. Hêviya min ev e ku encamek baş bê girtin. Dixwazim bi destê jinekê ev bê çêkirin.”   ‘Divê em têbikoşin’   Gulcanê, daxuyan du divê têbikoşin bê dayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger min xwe bida alî ez îro nedibûm hosteya hesin. Min belgeya hostetiya hesin girtiye. Divê em jin têbikoşin. Ya ku azad bikin jin in. Tu kes mafê mirovan nade. Divê em bixwe mafên xwe bigirin. Em ê bi têkoşînê mafên xwe bigirin. Ez di vê cîhanê de çiqas xurt bisekinim wê dengê min jî xurt derkeve.”