Şêniyên Şexmeqsûdê: Ji bo azadiya rêberê xwe em ê têbikoşin 2023-07-07 09:38:49     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li taxa Şexmeqsûdê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Em dev ji tekoşîna xwe bernadin heya ku em rêberê xwe azad bikin."    Derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind de tê ragirtin û 28 meh in tu agahî nayên girtin. Parêzeran Buroya Asrinê hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanan dikin lê belê bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nayê dayîn. Tecrîda ku li hemberî Abdullah Ocalan tê meşandin bandorê li tevahiya civakê dike. Li dijî tecrîdê bertek û nerazîbûna gel didome. Jinên li taxa Şêxmeqsûda Helebê dijîn bertekên xwe anîn ziman.   Emîne Beyrem, diyar kir ku bi salane tecrîd didome û got: "Rêberê bi salan e di bin tecrîda giran kirî li ber xwe dide. Di heman demê de jî tu agahî jê nayê girtin. Li hember vê yekê jî rojane çalakiya me berdewam dibin da ku dengê me bighêje raya giştî."   'Çareseriya pirsgirêkan heye'   Emîne di berdewamiya axaftina xwe wiha bal kişand ser çareseriya pirsgirêkan: "Îro rêberê me ji bo tevahî çareseriya alozî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareserî daniye holê. Hemû dewlet îro alîgiriya Dewleta Tirk dikin. Destê wan dewletan di berdewamî û girankirina tecrîdê de heye. Ji ber ku ji projeya Netewa Demokratîk a ku rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan daniye, ji bo hemû dewletên sermeyedar xetereye."   Bang li CPT'ê kir   Emîne, bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir û dawî li axafina xwe anî: "Em banga li hemû rêxistinên mafê mirovan, CPT'ê û parêzeran dikin ku ji bo azadiya rêbertiyê dengê xwe bilind bikin û bikevin nava liv û tevgerê. Di heman demê de hemû civakên aştîxwaz û civaka kurd jî ji bo rêbertî çalakiyên xwe bidomînin ku azadiya fîzîkî ya rêberê xwe pêk bînin."    'Em azadiya fizîkî dixwazin'   Kurê Sedîqe Memud Reşo jî 30 sal in li Tirkiyeyê girtî ye û wiha bal kişand ser tecrîdê: "Rêberê me û bi hezaran kurd îro di zindana Dewleta Tirk a faşist e hatine girtin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî kiryarên hov bê deng neminin û zarokên me û di heman demê de jî rêberê aştiyê Abdullah Ocalan ji zindanan rizgar bikin."    Sedîqe, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê kurd daxwaza azadiya rêbertiyê dikin. Lê em weke dayik em ê xwîna bidin da ku em azadiya fîzîkî ya rêberê xwe pêk bînin. Bi hezaran gel xwedî bi serok in û em jî serokê xwe dixwazin."