Di têkoşîna li dijî tecrîdê de bi biryar in 2023-07-07 09:08:21   Elfazî Toral   STENBOL - Parêzvanên maf û xizmên girtiyan diyar kirin ku tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû civak û girtîgehan belav bûye û gotin bi şikandina tecrîdê wê civak bîhna xwe bigire û balkişandin ser tecrîdê.   Binpêkirina mafan a li girtîgehan her diçe giran dibe û polîtîka herî esas a li girtîgehan tecrîd e. Polîtîka tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû girtîgehan bi bandor bûye. 28 meh in jî tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.   Li dijî tecrîda giran li her çar alî cîhanê çalakî pêk tên û ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê re serlêdan tên kirin. Gel, malbat û parêzerê Rêberê PKK’ê di têkoşîna li dijî tecrîdê de bi biryar in.   Parêzvanên mafê mirovan ji JINNEW’ê re axivîn û diyar kirin ku mifteya çareseriyê Îmraliye.   ‘Propaganda Abdullah Ocalan hebûna gelê Kurd e’   Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAY-DER) Dîlek Sonmez Demîr da zanîn ku tecrîd hemû Tirkiye û cîhanê eleqeder dike û got: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Yekane armanca tecrîdê  paradîgma Abdullah Ocalan bê îzolekirinê. Feraseta aştiyê ya Birêz Abdullah Ocalan paradîgma demokrasî û hebûna Gelê Kurd e. Ji bo bê îzolekirin jî vê tecrîdê pêk tîne.”   Li dijî şerê taybet di têkoşînê de israr heye   Dîlekê daxuyakirin ku di rewş tecrîd bidawî be wê civak bigihêje rehetiyê û wiha domand: “Em dizanin ku tecrîda li ser Ocalan bê şikandin wê tecrîda li hemû girtîgehan jî hilweşe. Dewlet vê bi zanebûn dike. Ev şerekî taybet. Ev şerekî psîkolojîk e. Em vî şerî baş dizanin. Em têkoşîna wê didin û em ê bidin. Em bawer dikin ku Abdullah Ocalan wê aştiyê bîne Tirkiye, Rojhilata Navîn û Gelê Kurd. Ez bang li hemû gelan dikin ku ji bo bidawîbûna tecrîdê têbikoşin. Abdullah Ocalan 24 sale tê tecrîdkirin. Armanca wan ev e ku paradîgma Abdullah Ocalan esas neyê girtin. Li dijî vê divê em hemû têbikoşin.”   ‘Em ji bo Birêz Ocalan têbikoşin’   Dîlekê daxuyand ku Tirkiye aştî û azadiyê qebûl nake û  wiha dawî lê anî: “Pergaleke ku jiyanek azad qebûl nake heye. Tecrîda li girtîgehan bandor li her derê kiriye. Lê ji bo pêşerojên azad em ê têbikoşin. Wêrekiya me wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê. Divê em ji bo Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Yekane çareserî hevdîtina bi Ocalan re ye’   Endama Komeleya Piştevaniya Alîkariya Malbatên Xizmên xwe Winda kirine yên Anadolu (ANYAKAY-DER) Turkan Acar jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Dewleta Tirk dijhiqûqiyê dike. Divê ev pêkanîn demildest bidawî be. Divê ev tecrîd demildest rabe. Desthilatdarî hemû çavkaniyan ji şer re vediqedîtinin. Gel berbi xizaniyê ve dibin. Sedema krîza aborî şer e. Polîtîkayên şer gel her diçe berbi xizaniyê ve dibe. Her kes vê dizane. Cîhan vê dizane. Yekane çareseriya pirsgirêkan hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ne. Divê demildest hevîtin bên destpêkirin.   ‘Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin’   Kumrî Akgul ya ku salekê Nobeta Edeletê girt û xwişka girtiyê nexweşê giran Erdal Ozel yê li girtîgeha Tîfa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê dimîne ye, da zanîn ku girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin tu mafî û got: “Bila zarokên me demildest berdin. Em naxwazin ji girtîgehan cenazeyên zarokên me derkevin. Bila  deriyê Îmraliyê û hemû girtîgehan vebe. Bila ev tecrîd bê şikandin. Li Tirkiyeyê edelet tune. Em ê bibin hêviya girtiyan. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê heta dawî berxwe bidin.”