Li dijî tecrîdê li Helebê meş 2023-07-06 09:23:37   HELEB - Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji hêla PYD'ê ve meşek hat lidarxistin. Di meşê de hat diyar kirin ku divê li dijî tecrîdê berxwedan bê mezinkirin.   Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Meş li taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û heta li taxa Eşrefiyê berdewam kir. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" hat vekirin û di heman demê de alên PYD û ya wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan. Di dawiya meşê de Endama PYD'ê Eyşe Hiso axaftinek kir.    Axaftina Eyşe Hiso wiha ye:   "Ji ber bîranîna pakrewana her dem esasa têkoşîna me ne, lewma em îro berî her tiştî bejna xwe li ber hember pakrewanên xwe ditewînin. Şerê dewletên hegemon her dem li dijî fikira rêbertî ye. Tevgera Azadiya Kurdistan PKK a ku bi tevgera mirovahiyê û bi fikir û ramana Rêber Abdullah Ocalan tê naskirin.    Di dîroka kurdan de ewqas şer û serhildan qewimîn e, herdem Gelê Kurd ji xewa giran şiyar nebibûn. Ev serhildan jî ji bo avakirina jiyaneke bi exlaq û demokrasî hat avakirin ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan bû. Di heman demê de jî bi saya Tevgera Azadiya Kurdistanê jî îro carek din Gelê Kurd ketine nava zindîbûneke bê mirin.   Bi qasî ku berxwedana me mezin û bilind dibe ewqas em ê bikaribin tecrîdê bişkînin. Li hember siyasetên desthiladar têkoşîn û şerê xwe bidin meşandin."