Jinên Şêxmeqsûdê bêdengiya li hemberî destdirêjiyê şermezar kirin 2023-07-04 09:33:06   Mîdye Miqted   HELEB - Endamên Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd, kiryarên Dewleta Tirk şermezarkirin û banga rêxistinên mafên mirovan kirin ku bi erka xwe li hemberî van sûcan rabin.   Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên "Hemzat" en girêdayî Dewlat Tirk li gundê Ciwêq ê Efrînê destdirêjî li zarokeke 13 salî kiriye. Her wiha di 6'ê gulana 2023'yan de jî çeteyên "Emşat" li navçeya Şiyê êrişeke zaynedî li zarokeke 10 salî kiribûn. Li hemberî bûyerên ku pêk hatî sazî û dezgehên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî êrişan da û bang li saziyên mafên mirovan ên Ewropayê kirin ku li hemberî kiryaran helwestê nîşan bidin.    Endama Komîna Pakrewan Şîlan a Kongra Star Zeyneb Osman, bertek nîşanî bûyera destdirêjiyê da û got: 'Kiryarên hov a Dewleta Tirk di hindir Efrînê de derheqê jin û zarokan de ev bû 5 sal rojane dubare dibe. Lê herî dawiyê destdirêjiya li hemberî zarokeke 13 salî ya li Efrînê êdî li dij exlaqiye. Di encamê de zarokên me ji Efrînê koçber dibin. Çima li ber hemberî vê yekê rêxistinên mafê mirovan bê deng û bê erk mane?"   'Rêxistinên mafên mirovan bêdeng in'   Zeyneb, destnîşan kir ku welatiyên Efrînê di bin şert û mercên herî giran de li ser axa xwe li ber xwe didin û tevî vê yekê her roj tên kuştin, bi destdirêjî û kiryarên hov re rûbirû dimînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêxistinên mafê mirovan her dem bang li mafê mirovan dike lê çima ji bo Efrînê bêdeng ma ne? Dewleta Tirk bi rêya van kiryaran dixwaze vîna Gelê Kurd biçewsîne. Lê Gelê Kurd ev ewqas sal in ji bo azadiya xwe têkoşîneke bê hempa didin meşandin. Pêwîste rêxistinên mafê mirovan jî li hember van sûc û kiryaran bêdeng nemînin."   'Dixwazin kurdan qir bikin'   Endama Komîngeha Pakrewan Gulê Selmo, Mizgîn Reşîd jî bertekên xwe ya li hemberî kiryaran wiha anî ziman: "Di demên dawiyê de li Efrînê kiryarên hov yên weke qetilkirin û destdirêjiya li hemberî zarokan zêde bûye. Lê mixabin li hember van kiryaran rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên zarokan bêdeng û erk man e. Em bang li hemû rêxistinan dikin ku li hember van kiryaran êdî bi erka xwe rabin di heman demê de Dewleta Tirk bi vê sûc û kiryaran dixwazin civaka kurd qir bikin."   Mîzgîn, di dawiya axaftina xwe de banga têkoşînê kir û got: "Em tucar dest ji tekoşîna xwe bernadin lê bila rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe divê rabin. Destdirêjiya li zarokan tê kirin kiryara herî bê since û pêwîste hesabê wê were dayîn."   'Bêdengî dibe sedema kiryaran'    Endama Komîteya Perwerdê ya Komîngeha Gulê Selmo Sozdar Îbrahîm jî derbar destdirêjiya li zarok hatî kirin wiha nêrîn û bertekên xwe anî ziman: "Destdirêjiya li zarokan zihniyeta faşîzim a Dewleta Tirk e û derdikeve meydanê. Lê di heman demê de bêdengiya rêxistinên mafê mirovan jî wêrekiya Dewleta Tirk zêde dike li ser pêkanîna kiryarên bê sincî."