‘Em ê mafê penaber û koçberan biparêzin' 2023-07-03 09:04:20   Elfazî Toral   STENBOL - Hevseroka GOÇÎZDER'ê Kamile Kandal, diyar kir ku di dema hilbijartinê de penaber hedef hatin nîşadan û got: "Ji bo parastina mafê jiyana penaber û koçberan divê têkoşînek bê dayîn. Divê em şert û mercên jiyana bi hev re ava bikin."   Her çendî hat parvekirin ku di 6'ê Sibatê de li Mereşê di erdhejên 7,7 û 7,6' an de li 11 bajarên 7,7 û 7,6 zêdeyî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan jî, derket holê ku li Semsûrê tenê 30 hezar kes bê kefen hatin definkirin. Her wiha li gorî rapora Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) a ku di  8’ê adara 2023’yan ve hat weşandin, herî kêm 55 hezar kes jiyana xwe ji dest da û ji wan 7 hezar û 259 li Sûriyeyê, 47 hezar û 932 jî welatiyên Tirkiyeyê ne. Her wiha hat diyar kirin ku bi hezaran kes jî hêj winda ne. Her wiha dîsa li gorî heman raporê nêzî 2 mîlyon 200 hezar kes jî koçberê bajarên din bûne.    Hevseroka GOÇÎZDER'ê Kamile Kandal, ji ajansa me re axivî û bal kişand ser penaberan ên di erdhejê de mexdûr bûne.    Penaber hedef hatin girtin   Kamîle, diyar kir ku bi erdhejê re bêtir penaber bi şîdetê re rûbirû man û got: "Di hilbijartina 14'ê gulanê de penaber hedef hatin girtin. Li herêmên erdhejê me cudakariya di navbera penaber û welatiyên herêmê de baş dît. Welatiyên Sûriyeyê hedef hatin nîşandan. Di bingeha wê yekê de netewperestî, nîjadperestî û cudakarî heye. Di dema erdhejê de xebatkarên rizgarkirinê ji bo sûriyeyan pêk nehat û bêxwedî man."   Penaber bûn amûra siyasetê   Kamîle, wiha bal kişand ser polîtîkayên ku li hemberî penaberan tê meşandin: "Polîtîkayên li dijî penaberan tê meşandin. Di hilbijartinê de ev tişt bêtir derket holê. Mijara penabertiyê kirin amûra siyasetê. Ev tişt mirovan gelekî aciz dike. Li ver vê mijarê ketin pêşbirkê. Zimanê dijminatiyê pêş xistin. Koçberî û penabertî, beyî daxwaza wan pêk tê. Ji ber şer û xizaniyê neçar dimînin ku welatê xwe terk bikin. Xizanî sedema koçberiyê ye. Divê mirov baş fêm bike û wisa nêz bibe."    Rewşa jin û zarokan   Kamîle, destnîşan kir ku di koçberiyê de bêtir jin û zarok mexdûr dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di penabertiyê de jin û zarok bêtir dezavantaj in. Jiyan ji wan bêtir zehmet e. Me vê tiştî di herêma erdhejê de dît. Jin di rêya koçberiyê de bi şîdet, taciz û destdirêjiyê re rûbirû dimînin. Bi taybetî jî dema ji sînor derbas dibin."   Têkoşîn dê her bidome   Kamîle, daxuyand ku divê pirsgirêkên ku penaber dijîn di nava civakê de bê dîtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê xebatên taybet bên kirin, bi taybetî jî ji bo jinan. Divê mafê penaberên jin bê parastin. Her wiha pêwiste ziman û hewldanên nîjadperestî û cudakariyê ya di nava civakê bên teşhîrkirin. Em ê ji bo penaberên jin her tim di nava têkoşînê de bin. Hem di hêla gerdûnî û û hem jî di hêla mafê mirovan de divê em parastina mafê penaber û koçberan bikin."