Dayika Aştiyê Hanse Bulut: Ez serbilind im 2023-06-29 09:55:45   ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Hanse Bulut a ji ber negot ez poşman im û înfaza wê hat şewitandin wiha got:"Ez bi awayekî serbilind ketim girtîgehê û ez bi awayekî serbilind jî derketim."   Dayika Aştiyê Hanse Bulut (Xense) a 65 salî, li Îzmîrê di 10'ê Îlona 2021'ê de hat girtin û derbarê wê de 2 salan ceza hat dayin. Ji ber înfaza wê hat şewitandin jî 3 mehê dinê jî danê. Hanse di 27'ê Hezîranê de ji Girtîgeha Jinê ya Şakranê hat tehliyekirin. Hanse ji ber di 2015'an de di serdema qedexeya derketina derve de li Nisêbîna Mêrdînê ji mala xwe derneket loma jî bi îddiaya "alîkariya bi rêxistinê re" hat sûcdarkirin û doz lê hat vekirin. Ji ber cezayê wê yê 2 salan hat erêkirin hat girtin. Hanse ya bi nexweşiya hipertansiyon û diyabetê ye di 24'ê adarê de derket pêşberî Lijneya Çavdêrî ya Girtîgehê û ji ber poşmantî qebûl nekir înfaza wê 3 mehan hat şewitandin.     Hanseya ku di girtîgehê de bi polîtîkayên çewisandinê rû bi rû hat hiştin ji ajansa me re axivî.    'Ez serbilind im'   Hanse da zanîn ji ber ew di 2015'an de di serdeme qedexeya derketina derve de ji mala xwe derneket hat sûcdarkirin û wiha got:"Wê serdemê polîsan bi tanq û topan mal xera dikirin. Wê demê ji ber nexweşiya xwe ez li qereqolê geriyam û min got em ê derkevin. Wan em kirin bin çavan. Ji ber emrê min ne ji endamtiyê ji alîkariyê dosya li min vekirin. Dawiyê ez hatim Îzmîrê. Ez ji dosyaya Nisêbînê hatim girtin. Dema min îfade da gotin tu çima ji malê derneket. Min jî got li Nisêbînê ez ji malê derketima jî we yê bigota terorist û ez derneketima jî we yê bigota terorist. Loma min kirin bin çavan û ceza dan min. Ji ber ez Nisêbînî me û ji ber ez ji vê dosyayê hatime girtin jî ez serbilind im."   Ji psîkolog pirsa tu poşman î   Hanse bi lêv kir gelek carî rêveberiya girtîgehê poşmantî li ser ferz kiriye û wiha got:"Gotin em ê te bibin qawişa bêaliyan. Min jî got ez ji bo çi hatibime girtin ez ê herim wir. Min got ez girtiya siyasî me û ez ê herim qawişa siyasî. Wê demê pandemî hebû û ez 15 rojan di bin karantînayê de mam. Wê demê jî sê caran ji min pirsa tu poşman î kirin. Min poşmantî qebûl nekir. Piştî cezayê min qediya min birin lijneyê min birin psîkolog. Psîkolog pirsa tu poşman î ji min kir. "   'Bêedaletî hebû'   Hanse diyar kir ji ber wê poşmantî qebûl nekiriye ew sê mehan di girtîgehê de maye û wiha lê zêde kir:"Ji ber ez ji mala xwe derneketim ceza dan min. Ne ev hiqûqî bû ne jî tam ez ê derketima ceza dan min hiqûqî bû. Ev bêedaletî bû. Ji min re gotin ger tu herî qawişa siyasî tê hîn zêde razê min jî got ez ê bi kêfxweşî razêm."   'Li girtîgehan eziyet heye edalet tune ye'   Hanse bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehan û wiha got:"Her tim lêgerîn hebû û ji kêfî girtek digirtin. Ev eziyet e. Ne balîf dihiştin ne jî tiştekî dinê. Li dadgehê ceza didin te ji aliyekî jî li girtîgehê ceza didin. Ev ji ber tirsa wan e. Yanî dibêjin hûn di bin destên me de ne em çi bikin jî hûn nikarin li hember derkevin. Çi heqê wan li me heye?"   'Em aştiyeke bi rûmet dixwazin'   Hanse bi lêv kir ku ew aştiyeke bi rûmet dixwazin û wiha got:"Ev jî encax bi wekheviyê pêk were. Divê wekhevî hebe û kes ji kesî ne bilindtir be. Ew çawa bi awayekî azad zimanê xwe diaxivin divê em jî bi awayekî azad bi zimanê xwe bikaribin biaxivin. Ger zimanê min ê dayikê kurdî be tu heqê kesî tune ye bêje tu çima bi kurdî diaxive. Li wir min nikaribû xwe îfade bikira û dadgehê tercuman dianî. Heger ez bikarîbûma bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivim wê demê wê dadgerê li hember min jî bi kurdî bikariba biaxiviya. Ger dadgerê tirk hebe divê yê kurd jî hebe. Ger ez nikaribim bi zimanê xwe biaxivim wê demê ez ne azad im."   'Ger meseleya kurd tunebûya em ê neketina girtîgehê'   Hanse da zanîn tevî pirsgirêkên ew dibînin hîn jî tê gotin meseleya kurd tune ye û got:"Ger meseleya kurd tunebûya em ê neketina girtîgehê. Çawa dibêjin meseleya kurd tune ye? Kesên ne kurd bin jixwe ji bo wan meseleya kurd tune ye. Bi tanq û topan mala me xera kirin. Bi salan e li vir em di kirê de dimînin. Min ji mala xwe tiştek negirt û ez derketim. Dibêjin me ji bo kurdan qenala kurdî vekirin. Ez ji kurdeyatiya wiha re çi bikim? Zimanê min ne azad e. Li girtîgehê puan didan me digotin te têra xwe pirtûk nexwendiye min got ma ez bi tirkî nizanim ez ê çawa bixwînim. Ev ne nefret e?"   'Ez serbilind im'   Hanse da zanîn dema ew ji girtîgehê derketiye serbilind bûye û wiha got:"Serbilind im. Çimkî min poşmantî qebûl nekir. Ji ber em kurd in me digirin. Min êrişî kesî nekir min kesek nekuşt."   Hanse da zanîn dema ew derketiye pirs kêfxweş nebûye ji ber ku hevalên xwe li wir li dû xwe hiştiye û got em hêvî dikin ku ew jî bigihêjin azadiya xwe.