Dayikên Aştiyê: Divê tecrîd bê bidawîkirin 2023-06-29 09:04:03   Oznur Deger   MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Perîhan Altug bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got divê tecrîd bi dawî bibe û got: “Divê em destê aştiyê dirêj bikin. Divê em tecrîdê bi dawî bikin.”    Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ev 4 sal in parêzer û 2 sal in jî malbat bi tu awayî nikarin agahiyê jê bigirin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Nisêbîn a Mêrdînê Perîhan Altun û Muzeyyen Alp der barê tecrîdê de axivîn.   ‘Cîhan Abdullah Ocalan wek serok qebûl dike’   Dayika Aştiyê Perîhan Altun di destpêka axaftina xwe de girtîgeh silav kirin û got: “Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan aştiyê dixwaze. Di ola îslamê de maf û edelet heye. Yên li dijî edeletê tecrîdê pêk tînin. Ne tenê Kurd, hemû Tirk jî di bin tecrîdê de ne. Krîzek cidî ya aboriyê heye. Tirk jî vê ji kurahî hîs dikin. Sedema krîza aborî tecrîd e. Li her derê cîhanê gel Abdullah Ocalan wek serok qebûl dike.”   ‘Divê em bi hev re tecrîdê bişkînin’   Perîhanê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku her kes di bin zextan de ye û ew  ji ber aştiyê dixwazin tên binçavkirin û zarokên wan tên girtin. Perîhanê wiha dirêjî dayê: “Heta tecrîda serokatiyê ranebe ya li ser gel jî ranabe. Divê em bi hev re vê tecrîdê bişkînin. Tecrîdê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Li girtiyan poşmaniyê ferz dikin. Divê ji bo herkesî wekhevî hebe. Divê edelet pêk bê. Divê em dest bidin hev vê tecrîdê bişkînin. Bila ev zilm bi dawî bibe. Daristan, çiya û darên me tên tunekirin. Mirov tên qetilkirin. Mafê tu kesî tune ku zirarê bide me. Dive ev zilm bi dawî bibe.”   ‘Tecrîdê bandor li ser hemû aliyan kiriye’   Dayika Aştiyê Muzeyyen Alp jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got tecrîdê bandor li ser hemû civak û girtîgehan kiriye. Muzeyyenê bal kişand ser rewşa birayê xwe Lokman Laçîn ê ku 31 sal in girtiye û bi mehane tahliyeya wî tê astengkirin û wiha bertek nîşan da: “Îro ji tirsan kes deng nake. Em tecrîdê qebûl nakin. Divê ji bo şikandina tecrîdê em bibin yek. Divê em li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”