Parêzer Yagmur Kavak: Tecrîd dijhiqûqî ye bêdengî jî polîtîk e 2023-06-27 09:08:25       Elfazî Toral   STENBOL - Parêzera ÇHD’ê Yagmur Kavak da zanîn ku tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û li  civakê belav dibe û wiha vegot: “Dema mijar dibe Abdullah Ocalan CTP û Tirkiye bêdeng dîmînin. Tecrîd dijhiqûqî ye û bêdengî jî polîtîk e. Li dijî vê divê hestiyarî û têkoşîn hebe.”   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ye zêdeyî 2 sal in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hincetên “ cezayê dîsîplînê” tên redkirin û tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye.   Der barê  rewşa Abdullah Ocalan de di serî de Komîteya Pêşîgirtina Tecrîdê ya Ewropayê (CTP) û hemû saziyên navneteweyî bêdengiya xwe parêzin.    Parêzera Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Parêzer Yagmur Kavak der barê tecrîda li ser Abdullah Ocalan nirxandin kir.    ‘Bi hincetên cuda mafên girtiyan ji dest tên girtin’   Yagmurê da zanîn ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn û di serî de tenduristî bi şewitandina înfazan re gelek binpêkirinên maf yên giran rû dane . Yagmurê daxuyakirin ku hevdîtinên malbat û parêzeran jî tên astengkirin û ligel vê tecrîd jî heye. Yagmurê wiha berdewam kir: “Tecrîd pirsgirêkek mezin e. Tenê ji tecrîdek fîzîkî pêk nayê. Hemû maf ji kes tên girtin û ragîhandin tê sînorkirin, ev dibe sedema binpêkirina mafan. Biryarên Destura Bingehîn (DDB) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî dibêjin ku kesek bi awayekî fîzîkî bi sifata ku sûc kiriye dibe ku hatibe girtin. Lê mafê azadiya fikr ramanê didome.  Girtiyek xwedî mafê hevdîtinên bi malbat û parêzeran bike ye. Lê em dibînin ku li Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirinên maf tên jiyîn. Mafê hevdîtinê ji dest tên girtin. Bi hincetên cuda maf tên redkirin.   ‘Dema mijar dibe Ocalan bêdeng in’   Yagmurê daxuyakirin ku Abdullah Ocalan yê li Îmraliyê di bin tecrîda giran de cih digire, der barê polîtîkayên li girtîgehan de jî gelek tiştî nîşan dide û wiha anî ziman: “Mijara tecrîdê binpêkirina mafan a girane. Tu bersivek ji bo serlêdana parêzeran nayê dayîn. Pêknehatina hevdîtinan binpêkirina maf a mezine.  Li dijî biryarên DDB’ê ye. Dema mijar dibe Ocalan CPT û Tirkiye bêdeng dimînin. Li dijî tecrîdê bêdeng mayîn polîtîk e.”   ‘Dewlet polîtîka çewisandinê dimeşîne’   Yagmurê wiha dawî lê anî: “Bi mehane tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Em nizanin tenduristiya wî di çi rewşê de ye. Tecrîda li Îmraliyê ji bo girtîgehên din jî gelek tiştî îfade dike. Peyama dixwaze bide ev e. Dewlet polîtîka çewisandinê didomîne. Divê li dijî binpêkirina mafan ya li girtîgehan her kes serî Hilde. Divê helwestek zelal bê nîşandan. Divê li dijî van binpêkirinên mafan têkoşîn bê mezinkirin.”