Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir li girtîgehan veguherî îşkenceyê 2023-06-26 09:08:42     Dîlan Babat   ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê û endama Desteya Rêveber a Navendî (MYK) Nuray Çevîrmen, diyar kir ku tecrîda girankir ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye. Nûrayê bêdengiya raya giştî li hemberî binpêkirin û tecrîda li girtîgehan jî rexne kir.   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ye zêdeyî 2 sal in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hincetên “ cezayê dîsîplînê” tên redkirin û tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye.   Hevseroka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Nuray Çevîrmen tecrîd û bandora wê li ser girtîgehan nirxand.     'Tirkiye li dijî pîvanên xwe yên hiqûqî tevdigere'   Nuray, anî ziman ku bi salan e bi girtîgeha îmraliyê re têkilî nikare bê danîn û li Girtîgeha Îmraliyê mafên hevdîtina bi malbat, parêzer û hevdîtina telefonê tên paştguhkriin. Nurayê wiha dirêjî da axaftina xwe, “Ev hemû maf di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de hatine misogerkirin û di çarçoveya peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê îmze kirine de hene. Kîjan girtî dibe bila bibe, divê bi her awayî hevdîtin bê kirin. Lê mixabin dewleta Tirk li dijî pîvanên xwe yên hiqûqî tevdigere. Hemû serlêdan tên redkirin. Ev demek dirêj e tecrîd didomêe. Em weke parêzvanên mafên mirovan li dijî tecrîda girankirî ne. Divê Tirkiye li gorî destûra bingehîn û pîvanên xwe yên hiqûqî tevbigere û vê pergala tecrîdê bidawî bike.”   'Girtîgehên bi ewlehiya bilind û tîpa S yên tîpên F derbas kirine'   Nûrayê, anî ziman ku li girtîgehan xebatên demokratîk nayên meşandin û got ku zextên di qada civakî de li girtîgehan jî dewam dikin. Nûrayê got, “Me dît ku nêzî 3 sal in mekanîzmayên tecrîdê yên tund zêde bûne. Bi taybetî li girtîgehên ewlekariya bilind û girtîgehên Tîpa S tecrîdek pir giran tê meşandin. Di salên 2000’î de girtîgehên  F dihatin şermezarkirin û li dijî wan têkoşîn dihat dayîn. Lê niha  girtîgehên bi ewlekariya bilind û Tîpa S ev gîrtîgeh derbas kirin. Girtîgehên bi ewlekariya bilind bûne cihê binpêkirina mafan û ji girtîgehên Tîpa F derbas bûne. Girtiyên ku rojê saetekê derdixistin hewadariyê."   Binpêkirin zêde dibin   Nurayê, anî ziman ku girtî li girtîgehan ji malbatên xwe dûr tên girtin û destnîşan kir ku ev yek jî tecrîd e. Nûrayê binpêkirinên li girtîgehan wiha nirxand: “Mirov hebûneke civakî ye, pêwîstiya wan bi guhertinê heye, pêdiviya wan bi civakîbûnê heye. Li girtîgehan daxwaza guhertina qawîşê nayê qebûlkirin. Daxwaza çûna girtîgehên nêzî malbatan nayên qebûlkirin. Qedexeya pirtûkan heye, li hin girtîgehan sê pirtûk, li hin girtîgehan pênc pirtûk dikarin bên girtin. Name û pirtûkên bi kurdî nayên dayîn. Weşanên muxalîf nayên qebûlkirin. Rojnameyên nêzî hikûmetê tên dayîn, rojname û kovarên ku qedexeya weşanê nîne û li Tirkiyeyê tên weşandin, dema mijar dibe girtîgeh nayê dayîn."   'li girtiyên ji herêma erdhejê hatin sek kirin îşkenceyê dikin'   Nuray bi bîr xist ku girtiyên ku piştî erdheja 6'ê Sibatê navenda wê Mereş bû pêk hat sewqî Girtîgeha Kirikkaleyê hatin kirin, dest bi greva birçîbûnê kirin û diyar kir ku sedema vê jî binpêkirina mafên wan bû. Nuray di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Muameleya xerab û îşkence li wan hat kirin. Girtiyên ji Îskenderûnê hatin şandin JÎ îşkence li wan hat kirin, girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T ya Hatayê hatin şandin, bi taybetî 22 kesên ku ji Efrînê jî di nav de ku şandin Samsûnê îşkenceya giran li wan hat kirin. Dîsa rewşa girtiyên ku ji Turkoglu şandin Samsûnê jî bi heman rengî ye. Li 3 girtiyan dan. Mixabin girtiyên li van girtîgehan ji ber lêgerîna dev nikarin xwe bigihînin dermankirinê. Girtiyek rewşa wî pir giran ji Turkoglu şandin Samsunê. Piştî emeliyatê ew sewk kirin. Ji ber rewşa wî giran, piştî lêgerîna dev sewkî nexweşxaneyê nehat kirin. Di vê çarçoveyê de girtiyên ji Turkoglû hatine sewk kirin bi gelek pirsgirêkên weke nedana cil û berg, nedayîna pirtûkan re rûbirû ne û çareserî nayê dîtin. Malbatan ji br ku xizmên wan dest bi greva birçîbûnê kirin serî li saziya me dan. Girtiyan bi xwe jî serlêdan kirin û xwestin binpêkirinên mafan bên bidawîkirin. Nêzî 9 roj derbas bûn. Niha jî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dike.”   'Civak bi giştî li hemberî pirsgirêkên girtîgehê bêdeng e'   Nurayê, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek girtîgeh hatine çêkirin û got ku li van girtîgehan girtî tên bicihkirin. Nûrayê, anî ziman ku ji 400’î zêdetir girtîgeh, vekirî û girtî hene û got, “Li cihê ku ev qas girtîgeh û girtî hene, binpêkirinên mafan jî wê zêde bin. Girtiyên nexweş di rewşeke pir xerab de ne. Em her tim ji girtîgehan agahiyên mirinê digirin. Ji bilî mirina girtiyên nexweş, gelek mirinên bi guman hene. Xwekuştin û îşkence hene. Derbarê van de pêvajoyeke lêpirsînê ya zelal nîne. Derbarê kesên ku muameleya xerab dikin û mafan binpê dikin de tu ceza nayê dayîn. Personelê girtîgehê ku îşkence û muameleya xerab li girtiyan dikin jî dibêjin,'hûn li ku gilî dikin bikin. Em çi bikin li vir dimîne'. Mixabin ev rewş di civakê de asayî bûye.  Lê raya giştî li hemberî van pirsgirêkan bêdeng e."   'Divê Tirkiye li gorî peyman û pîvanên hiqûqî tevbigere'   Nûrayê, anî ziman ku divê rejîma girtîgehê bê terikandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta ku dest ji rejîma girtinê bernedin, bi pêşketinên herêmî tu encam nayê bidestxistin. Her wiha em daxwaza peydakirina derfetên dermankirinê ji bo girtiyên nexweş û berdana girtiyên nexweş ên giran dikin. Serokatiya sererkaniyê di çarçoveya hin armancan de ji bo birêkûpêkkirina rayeya efûyê giştînameyek derxist. Di pêvajoya pandemiyê de jî me ev yek dît. Hat gotin ku girtiyên nexweşên giran ên ji 65 salî mezintir wê bên berdan, lê hemû girtî di bin navê TMK'ê de man di girtîgehê de. Wê salê 4 girtiyên 80 salî mirin. Divê Tirkiye hem li gorî peymanên ku îmze kiriye û hem jî li gorî pîvanên xwe yên qanûnî tevbigere. Jiyanek layiqî rûmeta mirovahiyê mafê her kesî ye û mafê girtiyane jî ye.”