Polîtîkaya nû ya AKP'ê ya derbarê penaberan de 2023-06-26 09:06:25     ENQERE- Hevberdevka berpirsa Polîtîkayên Koçberiyê Elîf Bulut der barê pirsgisrêka penaberan a ku Tirkiye wek koz bi kar tîne de axivî û diyar kir ku îdiayên ku dema nû de Tirkiye penaberan dîsa dike mijara bazarê hene û polîtîka nû ya AKP’ê kêmkirina penaberan e û li penaberên navenda şandinê kaxiza ‘em dildarî şûnde vedigerin’ îmze dikin.   Hevberdevka Berpisa Polîtîkayên Koçberiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Elîf Bulut, diyar kir ku desthiladarî penaberan wek koza siyasî bi kar tîne. Elîfê der barê mijarê de diyar kir ku penaberî ji derketina mirovahiyê şûnde pêk hatiye û ji ber şer, hilweşîn, polîtîkayên şaş, pirsgirêkên navneteweyî û avakirina dewletan pêk tê.   Elîfê daxyakirin ku piştî şerê Sûriyeyê û derketina DAIŞ’ê hawirek bi xof heye û mirov neçar mane welatên xwe terk bikin. Elîfê wiha domand: “Di 2011-2012’an de polîtîkaya derbarê sînor de dest pê kir. Bi vê re koçberiyê dest pê kir. Tirkiyeyê bi Ewropayê re hevîtin dikir. Tirkiye di 2016’an de bi Yekitiya Ewropayê re peyman kir û beramberê vê pere girt. Ewropayê got ‘me sînorê xwe danîne, penaber wê ligel we bin û em ê jî deng nekin.”   ‘Penaber  li holê hiştin’   Elîfê destnîşan kir ku Ewropayê beriya 2016’an de li dijî pêkanînên li hember Penaberan deng derdixist lê piştre tiştek nedigotin û wiha vegot: “Mijara penaberiyê pirsgsirêkek navneteweyî ye. Tiriye, Ewropa, Rûsya û Amerîka aliyên van pirsgirêkan e. AKP aliyekî vê pirsgirêkê ye. Ew jî li gorî berjwendiyên xwe tevdigere. Bi mîlyonan kes li Tirkiyeyê dîl tên girtin. Penaber dema li Tirkiyeyê tengezar dibin bi tehîda şandinê wan tehdîd dikin. Di 2020’an de bi hezaran kes çûn sînorên Yewnanîstanê.  Ewropayê polîsên sînor ava kirin. Di vir de jî mafê şûnde şandinê dan. Bimîlyonan kes li holê man. NY’ê deng nekir. Komîseriya Bilind a penaberan ofîsa xwe di cih de hişt û çû.”   ‘Jin bê parastinin’   Elîfê daxuyakirin ku mexdurên herî mezin ên şer jin û zarok in û wiha  got: “Di riya koçberiyê de destdirêjî li jin û zarokan tê kirin. Dema penaber hatin Tirkiyeyê di kampan de diman. Li van kampan jin wek hevjîna duyem sêyem bi pere dihatin dayîn.  Zarokên 14 salî bi zor dihatin zewicandin an jî revandin. Malbatan digotin tiştekî bi zarokên me nekin û ji ber vê navê zewacê li vê têkiliyê dikirin.  Jin bê parastin dimînin.”   ‘Mekanîzma parastinê tune’   Elîfê destnîşan kir ku wek jinên penaber zarok jî gelek ji van polîtîkayan bi bandor dibin û zarok li welatên bi cih dibin bi prisgirêkên ziman û perwerdê re tên rû hev. Elîfê di vê mijarê de jî wiha got: “Zarokan dibistanên xwe ji ber neçareseriyê berdan. Perwerde nîvco hiştin. Mafê perwerdê ji dest wan hat girtin.”   AKP polîtîka kêmkirinê dimeşîne   Elîfê di berdewamiyê de wiha vegot: “Tirkiye ev saleke ji ser penaberan polîtîka kêmkirinê dimeşîne. Heta pêkan be hewl dide penaberan bişîne. Îdiayên ku di dema nû de Tirkiye penaberan dîsa dike mijara bazarê hene û polîtîkaya nû ya AKP’ê kêmkirina penaberan e û li penaberên navenda şandinê kaxiza ‘em bi dildarî şûnde vedigerin’ îmze dikin. Ji bo pirsgirêka penaberan tevgereke hevpar şert e. Divê di araneya navneteweyî de polîtîkayek aştiyê pêk bê ku ev mirov vegerin malên xwe.”