Xeyala Nagîhanê pêk anîn 2023-06-25 15:23:00   Fatma  Gokhan   SILÊMANÎ - Bernameya vekirina Navenda Lêkolîn û Bîrê ya Arşîva Pirtûkxaneya Jinên Kurd a li ser pêşniyara rojnamevan û akademîsyen Nagihan Akarsel ku endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê bû di roja duyemîn de bi vekirina pirtûkxaneyê bi dawî bû.   Bernameya du rojan a Navenda Lêkolîn û Bîrê ya Arşîva Pirtûkxaneya Jinên Kurd ku xewn û projeya Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel a ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmanî hat qetilkirin bû, bi vekirina pirtûkxaneyê bi dawî bû. Di vekirina pirtûkxaneyê de Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Merdînê Bêrîtan Guneş, ji Rojhilat Bêrîvan Şaxo, ji Başûrê Kurdistanê Sirweey Beyan û ji Rojava Botan Hoşî amade bûn. Herwiha li gel jinên kurd ji gelek welatên ewropa û Rojhilata Navîn jî jin tevli bernameyê bûn..   Bi gelek zimanan pirtûk hene   Di pirtûkxaneyê de jî odeyeke ku cil û bergên neteweyî yên Nagihan tê de ne heye û di pirtûkxaneyê nêzî 3000 pirtûk bi zimanên Îngilîzî, Tirkî, Almanî, Farisî, Erebî û gelek zimanên din bi taybetî Kurmancî û Soranî hene. Piraniya pirtûkan pirtûkên ku hatine bexşandinin.   Li gelek welatan xebatên arşîvkirinê dê bên kirin   Pirtûkxaneya ku di heman demê de navendeke arşîvê ye, ji desteyek ji 11 kesan pêk tê heye. Xebatkarên navendê yên ku dê li gelek welatan xebatên arşîvkirinê bimeşînin dê berhemên ku berhev dikin bibin vê navendê.   Li dîwaran wêneyên jinên têkoşer hatin daliqandin   Ji Leyla Qasim heta Zîlan, ji Sakîne Cansiz heta Jîna Emînî, dîwar bi wêneyên jinên têkoşer ên kurd hatibû xemilandin.     Divê bê parastin   Ji Nûserê Şîrîn Tahir û jinên enternasyonalîst ên ji Elmanyayê hatin axaftin kirin û bal kişandin ser girîngiya pirtûkxaneyê. Qisekeran diyar kirin ku divê pirtûkxane bê parastin û ev erk dikeve ser milê jinan.   'Jin jiyan azadî'   Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Merdinê Bêrîtan Guneş ku bi bîranîna jinên pêşeng ên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir, got, "Silav li kesên ku pêşengên wekî Viyan Soran û Leyla Qasim mezin kirine. Têkoşîna jinê heta roja îro anîn. Îro ji bo bîranîna Nagihan em hatin gel hev, beriya ku were qetilkirin em li kolanan bûn, bi dirûşmeyên 'Jin jiyan azadî'. Lê me bihîst ku Nagihan di pêvajoyeke wiha de li ber deriyê mala xwe hatiye qetilkirin. Li vir heval Huseyîn Arasan, Nagîhan Akarsel, ji Rojava Hevrîn, Yusra û Leyman, Sakîne, Rojbîn û Leyla li Parîsê hatin qetilkirin. Lê divê were zanîn ku bersiva me ya li hemberî van komkujiyan wê berxwedana me be.  Xeyalên Nagihan têk neçûn, em îro wek hevalên wê li vir in û em ê ji bo berfirehkirina têkoşîna wê bixebitin. Jin jiyan azadî." 'Vê vekirinê ji bo me hemûyan heyecanek çêkir'   'Min Silavên germ anîn'   Nivîskar Botan Hoşî ku yek ji beşdaran bû, bi gotina "Min silavên germ ji Rojava anîn" dest bi axaftina xwe kir û got, "Vekirina pirtûkxaneyê ji bo me hemûyan kelecanek çêkir, lê hevalên jin ji ber derfetan hemû nikaribûn bihata. Spas ji bo ku yên ku em li vir kom kirin."   'Li vir ked heye'   Fatma Rojhilat ku li ser navê KJAR'ê ji Rojhilat tevlî bû, bal kişand ser girîngiya keda Nagihan û destnîşan kir ku ew îro bi saya vê hewldanê hatine vir. Fatmayê got, “li vir ked heye û ev berhemeke kedê ye."   Piştî axaftinan beşdaran diyariyên wekî pirtûk û tabloyên ku bi xwe re anîn li pirtûkxaneyê dan pêşandan. pêşkêş kirin.   'Nagihan nemir e'   Bernameya vekirinê ya ku bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Nagihan namire" hat destpêkirin, bi hilgirtina wêneyên jinan bi dawî bû.