Jinên siyasetmedar: Divê ev tecrîd bê rakirin 2023-06-25 09:07:19   Elfazi Toral   STENBOL - Jinên siyasetmedar diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û bi pergala hiqûqa dijminatiyê ya AKP-MHP’ê re CPT jî bê bandor maye. Jinan diyar kir ku divê tecrîd bidawî be û wiha vegot: “Rojeva me ya sereke tecrîda li Îmraliyê ye. Divê tecrîd rabe û em ê ji bo rakirina tecrîdê bi hev re têbikoşin.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sale li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an de ye hevdîtinên parêzeran bi hincetên dîsîplînê tên qedexekirin û dîsa bi heman awayî yên malbatê jî bi heman hincetan tên qedexekirin.    Serlêdanên parêzeran yên ji bo hevdîtinê her tim tên kirin. Lê mixabin tu bersiveke erênî an jî neyînî nayê dayîn. Jinên siyasetmedar der barê tecrîda giran a li Îmraliyê de ji JINNEWS’ê re axivîn û diyar kirin ku divê tecrîd demildest bidawî be.   ‘Daxwaza me bidawîbûna tecrîdê ye’   Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Dîlber Demîr da zanîn ku li hemû girtîgehan tecrîd li ser girtiyên siyasî pêk tê û got AKP-MHP pergala hiqûqa dijmin pêk tîne. Dîlberê wiha vegot: “Bêguman em tecrîdê ji Îmraliyê serbixwe nikarin bigirin dest. 25 sale li îmraliyê tecrîdek giran heye. Ji ber vê jî ev tecrîd êdî li zindanan û hemû civakê belav bûye. Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe ya li ser civakê û girtîgehan jî ranabe. Ji bo me ya esas rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Divê ji bo rakirina tecrîdê têkoşîn û berxwedanek mezin bê dayîn.”   ‘CPT bê bandor maye’   Dîlberê bertek nîşanê tecrîda giran da û wiha dawî lê anî: “Divê têkoşîna gel hebe. Divê ev têkoşîn li kolanan bê meşandin. Ji ber vê jî heta ku em têkoşînê mezin bikin wê  tecrîd jî bi vî awayî bê rakirin. CPT em dibînin ku Îşkenceyê rewa dike. CPT divê zextan li Tirkiyeyê bike û divê demildest rola xwe bilîze. Paradîgma netewa demokratîk a Ocalan gelek girîng e. Ev paradîgma îro bûye tehdîd. Ev hêzên navneteweyî xwe li ser şer heyî dikin. Ji ber vê jî ji bo aştî bê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê divê ev tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Banga me eve ku ev tecrîd demildest bidawî be.”   ‘Bi mîlyonan kes fikra Ocalan esas digire’   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê Gulşen Karasu jî daxuyakirin ku 27 mehe agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha dirêjî dayê: “Tecrîd  li ser hemû jin, civak û qada siyasî kiriye. Ev pergal makulbûnê li ser hemû civakê jinan û Kurdan ferz dike. Em li her qadê tecrîdê dijÎn. Bi mîlyonan kes fikra Birêz Ocalan esas digire. Bi vê perspektîfê têdikoşin. Ji ber vê jî tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser hemû têkoşîna azadiya Kurd kiriye. Em ê di her şert û mercî de têkoşîna li dijî tecrîdê bimeşÎnin. Divê em bi hev re li dijî vê têbikoşin û tecrîdê rakin.”   ‘Bandora wê ya li ser civakê baş tê dîtin’   Rêvebera Partiya Çep a Kesk Gulşen Daşdogen jî balkişand ser tecrîdê û got girtiyên siyasi her tim ji aliyê desthilatdariyê ve hedef tên girtin û polîtîkayên tecrîdê bi armanca cezakirina civakê tê kirin. Gulşenê wiha dawi lê anî: “25 sale li Îmraliyê tecrîdek giran heye. Niha tecrîd gihiştiye asta herî dijwar. Tecrîda li ser Birêz Ocalan hatiye destpêkirin bandor li ser hemû aliyên civakê kiriye. Em vê baş dibînin. Divê tecrîda giran demildest bidaweî be. Ji bo vê jî divê têkoşîn bê dayîn.”