Piştî Komkujiya Bismilê: Divê jin ji bo aştiyê bibin pêşeng 2023-06-24 09:23:38   Şehrîban Aslan   AMED - Piştî qetlîama li Bismilê jinan bang li herdû malbatan kirin û gotin di zûtirîn dem de aştî di navbera her du malbatan de pêk were, divê jin pêşengiya vê yekê bikin.   Di 15’ê hezîranê de li gundê Şîdada yê navçeya Bismil a Amedê ji ber nelihevkirina ser erd di navbera malbatên Taş û Alyamaç de şer derketibû. Di şer de Serhat, Halîl, Orhan û Mehmet Can Taş û Emîn û Selîm Alyamaç ku birayên hev bûn, kurên Selîm Alyamaç ên bi navên Muhammed û Omer û biraziyê wan Yûnûs Alyamaç jiyana xwe ji dest dabûn. Dozger derbarê bûyerê de lêpirsin da destpêkirin û di encamê de 6 kes hatin girtin.    Bûyer di nava raya giştî de wek qetlîam hat nirxandin û niha jî fikara di nava malbatan de berdewam dike. Malbatan bang kir ku divê yên berpirs destê xwe daynîn bin kevîr. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) a Bismilê Nesibe Uygun Îgîn û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bismilê Hamdiye Karakoç derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û banga hişyariyê kirin.    Daxwaza jinan aştî ye    Nesîbe, diyar kir ku li Bismilê qetîamek pek hat û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Qetlîama ku pêk hatî li tevahiya cîhanê deng da. Roja qetîam pêk hat em çûn morga nexweşxanê. Ji nexweşxanê heta li goristanê tenê daxwazeke malbatan hebû aştî. Dixwazin demildest di navbera malbatan de aştî pêk bê û bila kesek din nemire. Bi taybetî jî daxwaz ên jinan bû. Ji ber ku jin bêtir di nav fikaran de bûn. Her wiha berteka malbatan ji bo her kesî bû û mafdar bûn jî. Mirov dikare bêje êdi li vir gotin nemaye."   'Divê em bibin mertal'   Nesîbe, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rola jinan: "Bi taybetî jinên ku bira, bav, hevjînê xwe windakirine ji me daxwaz kirin ku bila demildest aştî pêk bê. Kesên ku dê aştiyê pêk bînin jî jin e. Heke em îro xwedî li vê bûyerê dernekevin dibe ku di pêşerojê de bûyerek ji vê meztir derkeve holê. Ev mijar tenê li navçeyê ne bi sînor e û nayê çareserkirin. Dayikên Aştiyê, parlamenter, hevserok û jin divê her kes destê xwe dayne bin kevirê. Hewce bike bila konê aştiyê bên vedan. Ji bo her tu malbatan divê em bibin mertalên zindî"    'Bi destê dewletê şer pêk tê'   Hamdiye Karakoç jî diyar kir ku dema bûyer bihistinê berê xwe dane nexweşxanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em çûn ji me re gotin xwazî hûn pêş de bihatana. Ne tenê ji bo vê bûyerê divê em li tevahiya Kurdistanê li dijî şerê eraziyan bikevin nav hewldanan. Divê pêşengtiya wê jî jin bikin. Ev pirsgirêk û şer bi salana li ser vê axaê tê jiyîn. Ev tişt bi destê dewletê pêk tê. Dewlet milkên hezîneyê difroşe û wisa dike malbat bi hevkevin. Armanc di navbera kurdan de şer derxin û tune bikin."   Hamdiye, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li ciwan û jinan dikim ku li hemberî vê şerê divê bikevin nava hewldanan. Bila li dijî bûyerên ku wisa hişyarbin. Divê demildest aştî pêk bê û her du malbat divê hevbên."