Rihan Loqo: Bi rihê yekîtiyê em ê dawî li planên qirêj û êrişan bînin 2023-06-23 09:10:44     Gulistan Şahin   QAMIŞLO - Berdevka Kongra Star Rihan Loqo ya bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da banga derketina qadan kir û  got.”Ji bo em xwe biparêzin, banga min ji hemû rêxistin û tevgerên jinan ew e ku em dakevin qadên azadiyê û em qadan bi hev re geş bikin. Em li dijî sîstemên desthildatdar û xayin derkevin. Bi rihê yekîtî, rêxistin û hevgirtina me, em ê dawî li van planên qirêj û êrişan bînin.”   Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di 23’yê Hezîrana 2020'î de dewleta tirk bi vekirina qada hewayê ya bi destûra Rûsyayê bi balafirên bêmirov êrişî Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Endama Kongra Star a herêma Firatê Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî kir. Her sê jinên têkoşer bi êrişê hatin qetilkirin. Di 20’ê Hezîrana 2023’yan de jî dewleta tirk tam jî di serdema civîna Astanayê de dîsa bi SÎHA'yan Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û Firat Tuma kir hedef û jiyana xwe ji dest dan.    Berdevka Kongra Star Rihan Loqo têkildarî êrişên li ser destkeftiyên gelê kurd û jinên kurd nirxandin kir. Rihanê bal kişand ser girîngiya berdewamiya êkoşîna jinê û got:”Heta jinek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebe, heta jineke bi rêxistinkirî hebe em ê derfetê nedin ku xeyalên dewletên dagirker û desthilatdar bi cîh bên. Soza me ew e ku em ê li dû doza hevalên xwe bin.”   ‘Şerekî bênavber li dijî têkoşîna jinê hat kirin’   Berdevka Kongra Star Rihan Loqo diyar kir ku ew di serî de her sê jinên têkoşer ên li Herêma Firatê têkoşîneke mezin ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û ji bo parastina nasnameya jinê dan, bi bîr tînin û wiha got:”Em rêheval Zehra Berkel, Dayika Emîne Weysî, Hebûn Mela Xelîl bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe ya li dû wan dubare dikin. Soza ji bo tolhildanê û ji bo pêkanîna xeyalên wan, armanca têkoşîna wan a mezin, ji bo armanca wan a avakirina civakeke demokratîk û wekhev em bi bîr tînin. Bi salan e şerekî bênavber li dijî têkoşîna jinê, li dijî rêxistinbûyina jinê, li dijî zanebûna jinê ji aliyê sîstema desthilatdar, ji aliyê sîstemên baviksalar û dagirker, ji aliyê sîstemên ku bi taybet xwe li ser xwînê ava dikin, hatiye kirin.”   ‘Jinan di şoreşê de pêşengî kirin’   Rihanê bal kişand ser Şoreşa Jinê ya di Rojava de û her wiha rola her sê jinên têkoşer û wiha pê de çû:” Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî bi taybet di nava Şoreşa Jinê de berxwedanek hebû. Çirûska berxwedanê ji Kobanê dest pê kir. Berxwedaneke bêhempa li bajarê Kobanê hat lidarxistin. Ev her sê hevalên me yên hatin qetilkirin di şoreşê de pêşengî kirin. Ji bo avakirina civakeke wekhev, ji bo avakirina civakeke demokratîk, ji bo avakirina civakeke hîn bêtir bi îradeya azad û bi aramî bijî, ji bo xebatên bi taybet çawa xwe bigihînin hemû jinan û jinan bi rêxistin bikin, perwerde û bi hêz bikin û ji bo di qadan de rola esasî ya jinan bidin wan ev her sê hevalên me li herêma Firatê wekî pêşeng û nimûne dixebitîn. Ji bo wê jî me dît dewleta tirk a dagirker ji roja ewil heta niha çawa êrişî destkeftiyên şoreşa jinê dike, çawa êrişî erdnîgariya me dike, çawa êrişî pêşengên şoreşa me dikin.”   ‘Dewleta tirk ji fikir û rêxistinbûyina jinê ditirse’   Rihanê diyar kir ku dewleta tirk jinên jêhatî û jinên dixebitin dike hedef û wiha pê de çû:”Di 23’yê Hezîrana 2020’î de dewleta tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov êrişeke hovane li malbateke sîvîl a li Gundê Hêlincê kir. Her sê hevalên me yên pêşeng şehîd xistin. Em vê êrişê wekî tesaduf nikarin binirxînin. Ev bi awayekî plankirî çêbû. Ew heval kirin hedef û ew şehîd xistin. Ji vir diyar e ku dewleta tirk ji jina zana ditirse. Dewleta tirk ji fikir û rêxistinbûyina jinê ditirse. Niha aloziyeke navxweyî li Tirkiyeyê heye, pirsgirêkên civakî, aborî, rêveberinê, hişmendiyê hene. Loma jî dewleta tirk êrişî fikir, zanebûn û rêxistinbûyina jinê dike. Ev tiştekî eşkere ye. Dewleta tirk nikare pirsgirêkên xwe yên hundirîn hal bike. Lê belê êrişî zanebûn û rêxistinbûyina jinê dike. Ji destpêka şoreşê heta niha êrişên li ser destkeftiyên jinê bi dawî nebûne. Di 23’yê Hezîranê de sê jin kirin hedef û di 17’ê Hezîranê de jî heval Ferhat Dêrik ê yekemîn berpirsiyarê ji bo avakirina sîstemeke wekhev û demokratîk  a ku xwişk û biratiya gelan di nava xwe de dihewîne, kirin hedef. Di 20’ê Hezîranê de jî heval Lîman û heval Yusra yên erkeke mezin xistibûn ser milên xwe bûn hedefa dewleta tirk.”   ‘Jinên têkoşer ji aliyê rêxistinbûyina xwe de nimûne bûn’   Rihanê diyar kir ku jinên ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin xwediyê berpirsiyareke mezin bûn, peywira jiyaneke hevpar digirtin ser xwe û wiha lê zêde kir:”Ev hevalên me yên jin ên bûn hedefa dewleta tirk ji qadeke berfireh berpirs bûn. Bi perwerdeyê û pirsgirêkan mijûl dibûn. Ji bo sîstemek wekhev, demokratîk, jiyaneke hevpar dixebitîn. Wan 24 saetan bê navber di nava gelên herêmê de têkoşîneke mezin didan. Bi tevahî pêkhateyên li herêmê yên mîna kurd, suryanî, çerkez, ereb, tirkmen dixebitîn û têkoşîna xwe dikirin. Van hevalana kêlî bi kêlî di nava civakê de xebatên xwe didan meşandin. Jinên têkoşer ji aliyê rêxistinbûyina xwe de di nava civakê de nimûne bûn. Di kesayeta jinê de ji bo avakirina îradeyeke azad dixebitîn û di vî warî de nimûne bûn.”    ‘Êrişa li dijî jinên têkoşer ne tesaduf bû’   Rihanê bi lêv kir ku êrişa li jinên kurd hat kirin êrişeke plankirî bû û wiha got:”Êrişa li dijî jinên têkoşer ne tesaduf bû. Dema civîna Astanayê bû, ev êriş pêk hat. Di vê civînê de dewletên desthilatdar, dewletên dagirker li ser mijarên şoreşa jinê, nasnameya kurdî, sîstema demokratîk nîqaş kirin. Di nava nîqaşan de encama wê çawa aramiya di nava civakê de xera bikin derket holê. Dixwazin destkeftiyên Şoreşa Jinê têxin binê dagirkeriya xwe. Dixwazin îradeya jinê lawaz bikin. Loma jî em vê civînê rexne û şermezar dikin.”    ‘Jinên kurd li dijî DAÎŞ’a hovane şer kirin’   Rihanê da zanîn jinên kurd DAÎŞ têk biriye û wiha dewam kir:”Em dibêjin keç û xortên kurdan bi xwîna xwe ev ax parastine. Keç û xortên vê erdnîgariyê mirovahî parastine. Li dijî DAÎŞ’a hovane ya ku serê dayik û bavan li pêşiya çavên tevahiya jiyanê jêdikirin, şer kirine. Loma jî keç û xortên vê herêmê bi ked, helwest û zanebûna xwe mirovahî parastin. Loma herkes deyndarê vê erdnîgariyê ye. Her wiha li vir PDK jî destên xwe dide destên dagirkeran. Kesayetek kurd çawa destên xwe dide destên desthilatdaran û çawa êrişên li ser jinên pêşeng ên kurd erê dikin? Loma em vê helwesta PDK’ê rexne û şermezar dikin. Em dibêjin bes e êdî dev ji vê xayintiyê berde.”    ‘Soza me ew e ku em ê li dû doza hevalên xwe bin’   Rihanê da zanîn ew ê heta dawiyê ji bo avakirina wekhevî, aştiyê têkoşînê bikin û wiha got:”Ew her ku planan çêbikin, her ku xeyalan di mejiyê xwe de ava bikin jî em ê nehêlin xeyalên wan pêk were. Soza me ew e ku em ê li dû doza hevalên xwe bin. Em ê heta kêliya dawî bixebitin. Ji bo avakirin, rêxistinkirin, mezinkirina têkoşîn, parastina destkeftiyên şoreşa xwe em ê yek kêliyê nesekinin. Em ê planên wan vala derbixin. Em ê nehêlin dilê wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rehet bibe. Em ê bihêlin ku kulek di dilê van dewletên dagirker û desthilatdar de bimîne. Wê şoreşa jinê li ser xeta pêşengiya Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Zeynep Seroxa, heval Rîhan û Yusra dewam bike. Em bi wê rêxistinbûyina xwe bawer in. Em ê heta dawiyê ji bo avakirina demokrasî, wekhevî, aştiyê xebatê xurt bikin. Em ê li dû doza hevalên xwe yên pêşengên vê şoreşê ne biçin. Em ê heta dawiyê li dû vê xetê bin. Em ê ji dewletên dagirker, desthildatdar û ji xayinan serî netewînin. Em ê tu carî rê nedin wan ku derbasî axa me bibin. Heta jinek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebe, heta jineke bi rêxistinkirî hebe em ê derfetê nedin ku xeyalên dewletên dagirker û desthilatdar bi cîh bên.”   Banga daketina qadan    Rihanê herî dawî bang kir û got ew di demeke gelekî dîrokî de ne, dem dema azadiyê ye, dem dema avakirin û parastinê ye û got:”Ji bo em xwe biparêzin, banga min ji hemû rêxistin û tevgerên jinan ew e ku em dakevin qadên azadiyê û em qadan bi hev re geş bikin. Em li dijî sîstemên desthildatdar û xayin derkevin. Bi yekîtî, rêxistin û hevgirtina me, em ê dawî li van planên qirêj bînin. Û em ê civakekek demokratîk û azad ava bikin.”