Garibe hat qetilkirin, Dadgeha Bilind cezayê muebbetê erê kir! 2023-06-20 15:39:01     STENBOL- Daîreya Cezayê 3'yemîn a Dadgeha Bilind cezayê muebbetê yê giran ê Garibe Gezer a ku di 9'ê Kanûna 2021'ê de li 1'emîn Tîpa F ya Kandirayê hat qetilkirin, erê kir.    Di sala 2016'an de di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbîna Mêrdinê de Garibe Gezer dema diçe Kutahyayê tê binçavkirin û piştre tê girtin û wê dibin 1'emîn Tîpa F ya Kandirayê. Gezer a ku di 9'ê Kanûna 2021'ê de li 1'emîn Tîpa F ya Kandirayê hat qetilkirin. Daîreya Cezayê 3'yemîn a Dadgeha Bilind a haya wê ji qetilkirina Garibeyê tune ye cezayê muebbetê yê giran ê Garibe Gezer di 29'ê Adarê de erê kir.    Doz di 2016'an de hat vekirin   Di 4'ê Çileyê 2016'an de bi Garibeyê re 4 kes bi iddiaya "Xerakirina yekîtiya dewletê, endamtiya rêxistina terorê ya bi çek, dizî, dijberiya li hember zagona 6136'an" hatin darizandin û rûniştina doza li çar kesan hat vekirin bi hinceta "ewlehiyê" li Wanê hat dîtin.    Daxwaza cezayê muebbetê!   Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Wanê bi biryara di 17'ê Gulana 2019'an de bi îddiaya "Xerakirina yekîtiya dewletê" daxwaz kir cezayê muebbetê li Garibeyê bê birîn.    Ceza hat erêkirin!   Daîreya Cezayê 3'yemîn a Dadgeha Bilind a haya wê ji qetilkirina Garibeyê tune ye cezayê muebbetê yê giran ê Garibe Gezer di 29'ê Adarê de erê kir.    Parêzer: Divê ceza bê betalkirin!   Parêzerên Garibeyê bertek nîşanî ceza dan û gotin tevî Garibeyê jiyana xwe ji dest daye jî ceza hatiye erêkirin û ev ne ji aliyê hiqûqî ne jî ji aliyê wijdanê nayê qebûlkirin. Parêzeran dan zanîn divê ev ceza bi awayê hiqûqî bê betalkirin.